Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bêhtirî hefteyekê ji destpikirina mewsîma çinîn û guvaştina zeytûnan li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, biryar û kiryarên li dijî cotyaran, roj bi roj wan dilgiran û bêzar dikin.
Biryarên Encûmenên Xwecihî, bi hemahengî li gel desthilatdarên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê rê li pêş talankirina berhem û dahatên cotyarên herêm negirtin.
Ji bilî kiryarên grûpên çekdar ku bi kêfa dilê xwe bacên zorane û deryasayî li ser cotyaran ferz dikin, desthilatdarên Tirkiyê jî, cotyar agahdar kirine ku nabe ew berhemên xwe bifiroşin Helebê û deverên din ên Sûriyeyê.
Li gorî heman çavkaniyê, desthilatdarên Tirkiyê li hermê li ser cotyaran ferz kirine ku berhemên xwe bifiroşin bazirganên Tirk.
Berî destpêkirina mewsîma zeytûnan, civîneke hevbeş di navbera Encûmenên Xwecihî, walî û berpirsên Tirk û fermandarên grûpên çekdar li herêmê, hatibû lidarxistin û çend biryar hatibûn dayin.
Birya bû ku Encûmenên Xwecihî serpereştiya karûbarên mewsîma çinîn û guvaştina zeytûnan li herêmê bikin.
Her wiha biryar dabûn ku %15 wekî bac li ser berhemên cotyarên herêmê bê wergirtin.
Biryar bû ku guvaştekên zeytûnan %5 wekî heqdest ji cotyaran werbigirin.
Her wiha %10 wekî bac ji bo Encûmenên Xwecihî yên herêmê ji cotyaran bê wergirtin.
Lê grûpên çekdar, di navbera %25-50 ji berhemên cotyarên hin deverên herêmê bi zorê distînin.
Li devera Hêştiya ku nêzî 24 gundan li xwe digire, bi hezaran tenekeyên zeytê wekî baca zorane li ser cotyaran hatiye ferzkirin.
Li her yek ji gundên Maretê, Keferşîlê, Babelîtê, Satiya, Gundê Mezin, 6000 teneke zeyt wekî baca zorane hatine ferzkirin.
Tevahiya kiryar û biryarên ku li dijî cotyarên herêma Efrînê û çavkaniya dahata wan ji bo debara jiyanê, xelkê Efrînê xistine jêr fişar û guvaşên tund de.
Li gorî çavkaniyeke ku ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re axiviye, hîç aliyekî ku bersiva gilî û gazinên xelkê herêmê bide tune ye.



