Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan derbarê 4mîn kongreya asayî ya HDPê ragihand ku di nav partiya wan de guhertinên mezin dê bêne kirin.
Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê û behsa 4mîn kongreya asayî ya HDPê û çend mijarên din ên rojevê de kir.
Omer Ocalan dibêje: “HDP li Kurdistan û Tirkiyê roleke gelek mezin dilehîze. Rast e di nav çanda HDPê de hinek rê, pîvan û rêbaz hene û em li gor vê yekê siyaseta xwe dimeşînin.”
Ocalan behsa kongreya îro ya partiya xwe kir û diyar kir ku dê di encûmena serkirdetiya wê partiyê de guhertin bêne kirin û got, her kesê ku du caran li ser hev endamê encûmena serkirdetiyê be, êdî nikare li wê postê bimîne û wiha pê de çû: “Siyaseta partiya me bi şexşan ve ne girêdaye û li pêş me têkoşîneke dûr û dirêj heye. Em niha niha wê yekê erkeke dibînin ji bo me bar e. Dibe partiyên din ê sistemê kursî ii xwe re wek mukafat bibînin, lê ji bo HDPê berpirsiyarî ye. Em dizanin li pêşiya wan desteserkirin û girtin heye. Di demên bê de guhertinên mezin dê çêbin. Endamên encûmena partiyê dê werin guhertin û em jî dê xebatên xwe bi wî awayî berdewam bikin. Siyaseta me ji bo gel e, ne ji bo şaxsan e.”
Bi gotina Ocalan ew qebûl nakin kesek postekî bilind werbigre û heya dawiyê li ser wê postê bimîne û got jî, HDP hewl dide kesên ku li navenda biryaran bicîh dike kesên nû bin.
Li ser pirsa “Di nav HDPê de demokrasî heye? Eger ne tu dikarî bibêjî nîne?” Ocalan got ku li gor rewş û mercên Rojhilata Navîn û Tirkiyê di nav partiya wî de demokrasî heye û wiha domand: “Pîvanên demokrasiyê gelek berfireh e. Vê gave tişta em dibînin di nav HDPê de demokrasî heye. Demokrasiyeke diyar kirî ye û sînorê wê hatine destnîşankirin wate ne demokrasiyeke beredayî ye. Lewma em dibêjim siyaseta me bi kesayetan ve ne girêdayî ye. Demokrasî hinek spesîfîk e, herkes dikare li gor xwe binerxîne.”
Derbarê destnîşankirina namzedên HDPê de Ocalan dibêje: “kesên kar bike û di nav gel de têne hezkirin û bikarin vî barî hilgirin, bikarin ji bo Kurdan tişteke bike û zanebûna wan hebin dibin namzed. Berî ku lîste werin amadekirin komîsyonên peywendîdar xebatên xwe dikin. Herwiha hinek mercên ne nivîskî jî hene weke exlaq. Em nizanin sibe li pêşiya HDPê çi heye. Lewma kesên têne hilbijartin divê ji her tişt re amade bin. ”
Ocalan herwiha amaje kir ku gelek zext li ser HDPê hene û dewlet dixwaze alîgirênwa bitirsîne û ji ber wê yekê dengder, endam û alîgirên wan gelek aciz dibin û berevajo xelk zêdetir girêdayî partiyê dibin û HDP dê ji pêştir mezintir bibe.



