Pir bi başî çalakiyên hunerî û rewşenbîrî rûmal dike û aliyên soft jî di bûyer û rikeberiyên siyasî de dibîne.
Di Tebaxa 2016an de, Mehdî li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir. Kursên rahênana peymanêriyê li Rûdawê dîtin. VT û fîçer li piraniya Bakurê Kurdistanê amade kirine. Temaşevanên berhemên wî pir in. Hilbijartinên parlamento, serokatî, şaredarî û navxweyî li Bakurê Kurdistanê rûmal dike. Herwiha di dema bangeşeya parlamentoya Herêma Kurdistanê di meha Îlona 2018an de, ji bo dema 10 rojan bi awayekî cuda li Başûrê Kurdistanê rûmal encam da.
Di roja 11ê Nîsana 2016an de, teqînek li pêşberî Rêveberiya Emniyeta Amedê hate encamdan û di encamê de çend xanî hilweşiyan û 9 kesan li derdora rêveberiyê jiyana xwe ji dest dan. Mehdî Mutlû ew teqîn rûmal kir. Di dema weşana zindî de, li cihê ku malbateke pênc kesî hebû ku derî bi ser wan de hatibû girtin, li deriyê wan dan û Mehdî Mutlû û wênegirê wî Mihemed Kenavî hemû rizgar kirin. Ew dîmen di gelek kanalên Tirkiyê de hatin weşandin.
Di salên 2017, 2018 û 2019an de, Mehdî Mutlû programeke taybet bi navê (Gera Welatê Me) di meha Remezanê de pêşkêş kir. Temaşevanên wê programê pir bûn. Lewma jî sala 2018an, ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Başûr û Rojhilatê Tirkiyê ve wek programa salê hate hilbijartin.
Mehdî Mutlû di 7ê Tîrmeha 1982an de li bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Qonaxa seretayî li Bidlîsê û amadeyî jî li bajarê Amedê qedand. Sala 2004 li Zanîngeha Dîcleyê master di ziman û wêjeyê de wergirt. Di dema xwendina xwe de li zanîngehê, komeke şanoyê bi navê (Aşyanê) damezrand û du salan serperiştiya wê kir.
Sala 2004an dest bi karê ragihandinê kir. Peyamnêr û pêşkêşkar bû li radyo û kanalên Gûn, Kurd 1, Dunya û Orient. Di kanala Dunya de programeke bi navê Mêvan ku ji geşt û gera welatan pêk dihat pêşkêş dikir. Di wê programê de Mehdî çû 32 welatan û hevpeyvîn bi gelek kesên Kurd re li wan welatan saz kir.
Dengê Mehdî xweş e û stranên gelêrî û folklorî dibêje. Şehrezatiyeke wî ya zêde di amûrên saz û cumbûşê de heye. Meraqdarê ger û serdana şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê ye.
Mehdî xêzandar e û bavê du keçan e. Ji xeynî zimanê Kurdî, zimanê Tirkî bi başî dizane û heta radeyekê Ingilîzî û Erebî jî dizane.