کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ahmet Davutoglu serdana Navenda Giştî ya HUDA-PARê kir

Ahmet Davutoglu serdana Navenda Giştî ya HUDA-PARê kir

TIRKIYE

Ji HUDA-PARê daxuyaniya derbarê biryara Dadgeha Ewropayê ya bo Demirtaş de

Serkan İnce

Serkan İnce

23-12-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce23-12-2020

Nûçeyên Têkildar

Banga berdana girtiyên nexweş: Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe
TIRKIYE25-11-2026

Banga berdana girtiyên nexweş: Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya
TIRKIYE25-11-2026

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya

Ji bo Komîsyona Şopandinê bangî partiyan hat kirin
TIRKIYE25-11-2026

Ji bo Komîsyona Şopandinê bangî partiyan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştç yî Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de ragihand ku ew derheqê wê biryara ku DMME daye de zêde agahdar nîne û got: “Em dibînin ku piranîya biryarên  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê siyasî ne.”

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu serdana Navenda Giştî ya HUDA-PARê kir û bi serokê giştî wê yê partiyê Îshak Saglam re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Ahmet Davutoglu û Îshak Saglam civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Li ser pirsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  ya derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de Îshak Saglam got: “Ez derheqê wê biryar ku DMMEyê daye û dosyayê de zêde agahdar nînim. Biya min nebaş e ku mirov derheqê meseleyeke taybet de fikra xwe bîne zimên. Dewlet him ji ber hinek mecbûrîyetan û him jî ji ber pêdiviyên serdemê di nav saziyên navneteweyî de cî digirin. Dewlet bi vî awayî rotayên xwe diyar dikin. Komara Tirkiyê jî ji roja ewil ve berê xwe daye rojava. Min wek hiqûqnasekî dosyayên  DMMEyê bi salan şopand. Em dibînin ku piranîya biryarên wê siyasî ne. Me ew yek di biryara tesetturê de jî dît. DMMyê biryarên xwe di çarçoveya hiqûqê de nade. Divê welatê me ji pergala ku pabendbûna biryaran ferz dike derkeve.”

Davutoglu: Nabe ku ti kesek bêyî darizandin bê zindanîkirin

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu behsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku dubare daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş ji Tirkiyê kir.

Ahmed Davutoglu got ku li Tirkiyê divê proseyên yasayî yên navxwe bêne temamkirin, lewra ew weke partî li dijî wê yekê ne ku kesek çendîn salan di zindanê de bê hiştin û ti biryarek li ser çarenivîsa wî neyê dayîn.

Davutoglu û Saglam pirsa Kurdan gotûbêj kirin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Şehzade Demîr jî ji Rûdawê re têkildarî naveroka hevdîtina Davutoglu û Saglam axivî û diyar kir ku ew hevdîtin li ser daxwaza Davutoglu bûye.

Şehzade Demîr diyar ku Davutoglu alternativek ji sîstema serokatiyê re heye û di civînê de behsa wê yekê hate kirin.

Bi gotina Şehzade Demîr di civîne de herdu aliyan bi berfirehî behsa pirsa Kurdan jî kiriye.

Pirsên