کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

ALMANYA - Di êrişa bi çekan de 6 kes hatin kuştin

Zinar Şîno

Zinar Şîno

30-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Zinar Şîno
Zinar Şîno30-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan
Cîhan23-11-2026

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin
Cîhan23-11-2026

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin

Li Endonezyayê di kargeha şîrîniyê de şewat: 24 kes mirin
Cîhan23-11-2026

Li Endonezyayê di kargeha şîrîniyê de şewat: 24 kes mirin

Stade (Rûdaw) - Li bajarê Stadeyê yê li bakurê Almanyayê, di êrişeke bi çekan de 6 kes hatin kuştin.

Bûyer roja Duşemê li avahiyekê qewimî û tohmetbarê êrişê welatiyekî Tirkiyeyê yê 45 salî ye ku li Almanyayê ji dayîk bûye.

Hat diyarkirin ku ew kes bi eslê xwe Ereb e û ji herêma Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

Polîsan ragihand ku tohmetbar li derdora Hannoverê dijî û piştî bûyerê bi demeke kurt hatiye girtin.

Berdevkê Polîsê Stadeyê Matthias Beckermann li ser hûrgiliyên bûyerê daxuyanî da û got:

"Tohmetbar piştî bûyerê bi demeke kurt hat girtin.

Ew li ser rêyeke nêzîk a derveyî bajêr bû.

Mixabin di encama bûyerê de 6 kes mirin.

Temenê her 6 kesan di ser 18 saliyê re bûn ku 4 ji wan jin û 2 jî mêr bûn."

Dozgerê Giştî li benda encamên komîteya lêkolînê ye û heta niha fermana girtinê ya fermî ji bo êrişkar dernexistiye.

Lêkolînên li cihê bûyerê didomin lê hîn agahiyên zelal li ser nasname û paşxana qurbaniyan nehatine belavkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li bajarê Stadeyê bi malbateke ji Rojavayê Kurdistanê re axivî.

Hevind Dara Emoka ku endezyar e û li Stadeyê ji dayîk bûye, li gel dayîk û birayê xwe yê bi navê Sehend xwaringehekê bi rê ve dibin.

Piştî vê bûyera biêş, di nav xelkê bajêr û bi taybetî di nav vê malbatê de tirs û dudilî heye.

Hevind Dara Emoka li ser bûyerê got, "6 kes hatin kuştin û tevahiya bajêr pê êşiya."

Lêkolîna li ser bûyerê didome.

Pirsên