Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Bantenê ya Endonezyayê, di kargeheke şêraniyê de şewat derket û di encamê de 24 kes mirin.
Her wiha agahî ji nêzîkî 30 kesî nayê wergirtin.
Tîmên rizgarkirinê di nav kavilên ku metirsiya hilweşînê li ser wan heye de xebatên lêgerînê didomînin.
Sedema şewatê tê lêkolînkirin
Şewat li devera Cikandeyê ya li eyaleta Bantenê ku nêzîkî saetekê ji paytext Cakartayê dûr e, di avahiya kargeha şêraniyê ya bi navê "PT Fonusa Agung Mulia" de derket.
Sedema şewata ku êvara şemiyê rû da hîn bi awayekî teqez nehatiye diyarkirin.
Şêwirmendê Serokkomariyê yê Berpirsê Karûbarên Xebatê Saîd Îqbal ji rojnamegeran re ragihand ku di şewatê de 24 kes mirine.
Saîd Îqbal da zanîn ku dê bê kontrolkirin ka protokola ewlehiyê hatiye bicihanîn an na û dê birêvebirê giştî yê kargehê ji bo îfadewergirtinê bê gazîkirin.
Wî her wiha destnîşan kir ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku dibe sedema şewatê elektrîka klîmayekê be.
Li kargehê nêzîkî 300 kesî hebûn
Birêvebirê Giştî yê kargehê Steven Erwin Wijaya eşkere kir ku di dema dewriyeya roja şemiyê de li kargehê nêzîkî 300 kes hebûn.
Tîmên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin da ku xwe bigihînin wan kesên ku dibe ku di wan beşên kargehê de asê mabin ku hilweşiyane yan jî zerer dîtine.
Nêzîkî 30 kes winda ne û metirsiya hilweşîna kavilan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê zehmet dike.


