کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Yekîtiya Ewropayê ji bo Îraqê hişyarî da: Metirsiya aloziyên navxweyî heye

Zinar Şîno

Zinar Şîno

13-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Zinar Şîno
Zinar Şîno13-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan
Cîhan23-11-2026

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin
Cîhan23-11-2026

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin

Li Endonezyayê di kargeha şîrîniyê de şewat: 24 kes mirin
Cîhan23-11-2026

Li Endonezyayê di kargeha şîrîniyê de şewat: 24 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ragihand ku Îraq ji bo wan cihê dilgiraniyeke mezin e.

Kallasê hişyarî da ku her cure aloziya li Tengava Hurmizê, li Îraqê metirsiya peydabûna  aloziyên navxweyî çêdike.

Me li Brukselê li ser xelasbûna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) yê li Îraq û Herêma Kurdistanê û paşeroja herêmê pirs ji Kaja Kallasê kir.

Kallasê di bersiva xwe de bal kişand ser metirsiyên li ser aramiya welêt û got:

“Îraq ji bo me cihê dilgiraniyeke mezin e, bi taybetî jî wan bûyerên ku li Îran û Tengava Hurmiz diqewimin.”

Têkiliya aborî û aramiya navxweyî

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê behsa girêdayîbûna aboriya Îraqê ya bi rêyên avê kir û anî zimên:

“Divê em vê yekê zanibin ku dahata hikûmeta Îraqê ya ji bo dabînkirina xizmetguzariyan, pişta xwe dispêre hinartina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê.

Lewma eger nikaribin wan xizmetguzariyan dabîn bikin, metirsiya peydabûna alozî û pevçûnên navxweyî tê pêş.

Ji ber vê yekê em li gel berpirsên Îraqê di pêwendiyê de ne da ku em zanibin ka em dê çi bikin çimkî ev ji bo me û hevalbendên me yên herêmî cihê dilgiraniyê ye.”

Zeydî diçe Washingtonê

Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî yê li Îraq û Herêma Kurdistanê îlona pêşiya bi dawî dibe û hîn ne zelal e bê ma dê were dirêjkirin yan na.

Di vê navberê de Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro diçe Washingtonê.

“Ewlehî û pêwendiyên her du welatan” mijareke sereke ya dan û standinên bi îdareya Amerîkayê re ye.

Pirsên