کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Hunermend Necmedînê Dêrikî koça dawî kir

Abdulselam Akinci

Abdulselam Akinci

15-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Abdulselam Akinci
Abdulselam Akinci15-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê û dengbêjê Kurd Necmedînê Dêrikî li navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber krîza dil di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, serê sibehê krîza dil li Necmedînê Dêrikî da.

Necmedînê Dêrikî veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, li wir cara duyemîn krîza dil li wî da.

Piştî midaxaleya yekem a li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, ji ber ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê Pisporê Kardîolojiyê  tune bû, ew sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hat kirin.

Dêrikî tevî destwerdana bijîşkan a ku nêzî 2 saetan ajot jî nehate rizgarkirin û îro li dora saet 12:00an koça dawî kir.

Piştî karûbarên nexweşxaneyê Necmedînê Dêrikî li Taxa Kanyagûzê li Goristana Seydayê Mele Hesen bi beşdarbûneke girseyî hate veşartin.

Necmedînê Dêrikî wekî dengbêj û hunermendê muzîka gelêrî di nav civaka muzîka herêmî de dihate naskirin.

Necmedînê Dêrikî ku xelkê Dêrikê bixwe bû, salên dirêj xizmeta huner û çanda Kurdî kir.

Ew bi taybetî bi stranên xwe yên wekî “Gundo”, “Ezoyê Adem”, “Sosinê”, “Pakbûna te” û “Ax Dêrik” dihat naskirin û wî bi van stranan di dilê miletê xwe de cih girtibû.

Pirsên