کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Abdulselam Akinci

Abdulselam Akinci

17-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Abdulselam Akinci
Abdulselam Akinci17-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hunermend Necmedînê Dêrikî koça dawî kir
Çand û Huner15-11-2026

Hunermend Necmedînê Dêrikî koça dawî kir

Amed (Rûdaw) - Muzîkjenê Kurd Bariş Korkmazê ji Dêrsimê ku bi nasnavê Paix tê naskirin û çêkerê strana navdar a bi hişê çêkirî “Kurmancî Here Gulê” ye, klîpa strana xwe ya nû ya bi navê “Dengê Dil” li Amedê girt.

Klîpa strana nû ji aliyê derhêner Dilovan Adim ve li cih û şûnwarên dîrokî yên navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat tomarkirin.

Hunermend Paix li ser strana xwe ya nû got:

“Dema min got Dengê Dil, ji bo klîpê tenê Amed hat bîra min.

Strana min a Dengê Dil dê bibe xebateke gelekî serkeftî.

Muzîk û gotinên stranê yên min in, me û Nuamê bi hev re çêkir.”

Stranbêja strana “Dengê Dil” jî wekî strana “Kurmancî Here Gulê” bi rêya hişê çêkirî hatiye çêkirin û navê wê Hîva ye.

“Niyeta min heye ku bi Rojdayê re bixebitim”

Paix li ser xebatên bi hunermendên rastîn re anî zimên:

“Heger min bixwesta hunermendekî rastîn strana min bixwîne, min dixwest ew hunermend Rojda yan jî Beser Şahîn be.

Di paşerojê de niyeta min a bi vî rengî heye.”

“Kurmancî Here Gulê ji 2 milyarî derbas kir”

Muzîkjenê ji Dêrsimê diyar kir ku ew bawer dike ku dê strana “Dengê Dil” jî wekî “Kurmancî Here Gulê” gelekî were hezkirin û axaftina xwe wiha domand:

“Kurmancî Here Gulê li seranserî cîhanê di hemû platforman de ji 2 milyar caran zêdetir hat guhdarîkirin.

Ez dixwazim bi enerjiya Kurmancî Here Gulê berdewam bikim û her 2-3 hefteyan carekê stranekê çêbikim.

Bi vî awayî ez dixwazim hem zimanê xwe yê Kurdî bi pêş bixim hem jî muzîka Kurdî ya modern nîşanî cîhanê bidim.”

“Maskeya spî sembola aştiyê ye”

Paix li ser sedema bikaranîna maskeya spî jî got:

“Bi rastî maskeya min ne ji bo veşartina rûyê min e.

Yên ku min nas dikin jixwe dizanin rûyê min çawa ye.

Maskeya min sembola aştiyê ye. Heta em aştiyê nebînin ev maske dê ji rûyê min neyê xwarê.”

Hunermend her wiha destnîşan kir ku kengî aştî bi temamî pêk hat, ew dê wê demê rûyê xwe nîşanî hezkiriyên xwe bide.

Tê çaverêkirin ku strana “Dengê Dil” beriya Sersalê li ser platformên dîjîtal ên muzîkê were belavkirin.

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hunermend Necmedînê Dêrikî koça dawî kir
Çand û Huner15-11-2026

Hunermend Necmedînê Dêrikî koça dawî kir

Pirsên