Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bi dest xistine, Mustafa Ozçelîk dema ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriya Bakurê Kurdistanê li ser sînor ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hat rawestandin û hat desteserkirin.
Hat zanîn ku biryara desteserkirinê ya li ser Ozçelîk di sîstema polîsan de hebûye û ji ber vê yekê li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatiye desteserkirin.
Di lêpirsîna HEVBENDÎyê de biryara desteserkirinê hebû
Di demeke nêzîk de li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî nûner û birêvebirên HEVBENDÎyê operasyonek hatibû destpêkirin û polîsan bi ser mala Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê de jî girtibû.
Wê demê hatibû ragihandin ku Ozçelîk ji ber karên xwe li Herêma Kurdistanê bûye û polîsan piştî lêgerîna li mala wî biryara desteserkirinê dabû.



