کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê

Logoya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê

Kurdistan

Banga Yekîtiya Zanayan: Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin
Kurdistan25-11-2026

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin

Berdevkê YNKyê: Em destê her kesê ku vê statuyê biparêze maç dikin
Kurdistan25-11-2026

Berdevkê YNKyê: Em destê her kesê ku vê statuyê biparêze maç dikin

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir
Kurdistan25-11-2026

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê ragihand ku ew ji daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê dilgiran bûne û got, “Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin.”

Berdevkê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Dr. Ebdulla Şêrkaweyî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Dr. Ebdulla Şêrkaweyî li ser daxuyaniya Bexdayê got, "Tiştê ku me di daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê de bihîst em gelekî dilgiran kirin, ji ber ku zimanê gef û ferzkirinê xizmeta gelên Îraqê û pêvajoya siyasî nake.

Pêwîst e gav bi diyalogê û li ser bingeha hevpariyê bên avêtin."

“Binpêkirina destûrê tawan e”

Berdevkê Yekîtiya Zanayan di beşeke din a axaftina xwe de qala pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê kir û got:

"Kurd hevparekî sereke ye û xwediyê herêmeke yasayî û mafên destûrî ye. Nabe bi keyfa xwe yan jî bi çêkirina astengiyan miamele pê re bê kirin, çimkî binpêkirina destûrê ya li ser hesabê mafê neteweyekî wekî Kurdan tawan e û pêşhateke metirsîdar e."

“Pêwîst e her kes yekdeng û yekhelwest be”

Yekîtiya Zanayên Herêma Kurdistanê da zanîn ku li bendê ye ku navendên olî yên Îraqa federal helwestê nîşan bidin û got:

"Herêma Kurdistanê ne tenê sînor û erdnîgarî ye, ew welatê neteweyekî birûmet û xwedî dîrokeke tijî qurbanî û deryayek xwîn, têkoşîn û şehîdan e.

Em tekeziyê li ser yekrêzî û yekhelwestiya niştimanî ya aliyên Kurdistanî dikin ku ew garantiya serkeftinê, dûrxistina metirsiyan û gihîştina mafên neteweyî ye.

Her wiha ew erkekî olî û niştimanî yê mezin e, çimkî parastina netewe, ax û olê beşek ji dîndariyê ye û erkekî pêwîst ê vê qonaxê yê tevgera neteweyî ye."

Yekîtiya Zanayan pêwîst dibîne ku her kes yekdeng û yekhelwest be û bi zimanê aştî û diyalogê gav bên avêtin.

Biryarên Elî Falih Zeydî yên li ser petrol û deriyên sînorî

Ev helwesta Yekîtiya Zanayan piştî wê yekê tê ku doh Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan li ser dosyeya petrol û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê rêzek biryarên Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî ragihandin.

Pirsên