کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Amadehiya Tovê Genim\ Wêne: Medya Rêveberiya Xweser

Amadehiya Tovê Genim\ Wêne: Medya Rêveberiya Xweser

Kurdistan

Rêveberiya Xweser: Em dê tovên dermankirî bidin cotkaran

Loloxan

Loloxan

27-09-2024
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Loloxan
Loloxan27-09-2024

Nûçeyên Têkildar

Qanûn û yasayên nenivîsandî yên desthilatê ya li Herêma Kurdistanê
Kurdistan25-11-2026

Qanûn û yasayên nenivîsandî yên desthilatê ya li Herêma Kurdistanê

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin
Kurdistan25-11-2026

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin

Fayeq Zêdan: Dadgeha Federal dê li ser nakokiyên Hewlêr û Bexdayê biryarê bide
Kurdistan25-11-2026

Fayeq Zêdan: Dadgeha Federal dê li ser nakokiyên Hewlêr û Bexdayê biryarê bide

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dest bi belavkirina tovê genim kir.

Rêveberiya Xweser her tonek tov bi 225 dolaran difiroşe cotkaran.

Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Rêveberiya Xweser, Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan amadehiyan ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an dike.

Salên borî, ji ber ku cotkaran tovên nedermankirî bi kar anîbû nexweşî ketibû zadên cotkaran û dahata genimê cotkaran kêm bûbû.

Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser hewl dide zêdeyî 100 hezar ton tovê bêjingkirî û dermankirî ji cotkaran re ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an amade bike.

“Heta niha 11 hezar ton genim hatiye amadekirin”

Endamê Hevserokatiya Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser Salih Bozan li ser amadehiyan axivî û got:

“Li gorî biryara hejmar 6 a Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tenê Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan ji bêjingkirin û dermankirina tovên çandiniyê yên pak û parastî berpirsyar e.

Me di vî warî de tevî Desteya Çandinî û Avdanê ji bo bicihkirina vê biryarê komîte saz kirine.

Me heta niha 11 hezar ton genimê bêjingkirî û dermankirî amade kiriye ku li ser cotkaran werin belavkirin.”

Salên borî ji ber li çend navçeyên Rêveberiya Xweser cotkaran tovên nedermankirî bi kar anîbû, nexweşî ketibû zadên wan û berhemekî zêde kêm bi dest xistibûn.

Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser li ser tovan hişyariyê dide.

“Tov parastî ye”

Salih Bozan behsa girîngiya tovê pak kir û da zanîn:

“Tovê Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan bêjingkirî û dermankirî ye ji hemû nexweşiyan parastî ye.

Ji aliyê pisporên çandiniyê ve hatiye çavdêrîkirin û di encamê de dê berhemekî zêde baş bide û cotkar sûd û qazancê jê bibînin.

Her wiha ev tov ewlehiya xwarina civakê dabîn dike, her tonek bi 225 dolaran e û li gorî plana çandiniyê tê firotin.”

Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser diyar kir ku wan heta niha 3 hezar girêbestên wergirtina tovên çandiniyê bi cotkaran re îmze kirine.

Sazî ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an hewl dide zêdetirî 100 hezar ton tovê bêjingkirî û dermankirî ji cotkaran re amade bike.

Pirsên