Hewlêr (Rûdaw) - Di vîdyoyekê de hat belav kirin ku grûbek pêşmerge li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dijî rejîma Sûriyê şer dikin. Çavkaniyekê ji Rûdawê re diyar kir ku ew pêşmerge di bin banê DBKê de kar dikin.
Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Rûdawê re diyar kir ku heta niha ti pêşmerge ji Herêma Kurdistanê derbasî rojava nebûne û wiha got: “Ew kesên li Helebê bi xwe navê pêşmerge li xwe kirine û ne ji başûr çûne.”
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku ew pêşmerge di bin banê Desteya Bilind a Kurd (DBK) de li dijî rejîma Sûriyê şer dikin û taxên kurdan diparêzin.
Heleb duyemîn bajarê mezin ê Sûriyê ye û derdora 600 hezar kud li wir dijîn. Ji 29ê Adarê ve taxa Şêx Meqsûd a Helebê di bin bombebaranê de ye. Heta niha bi dehan welatiyên kurd ên sivîl di bombebaranê de hatine kuştin. Ji ber şer û pevçûnan bi sedan malbatên kurd koçî bajarê Heleb û Efrînê yên rojavayê Kurdistanê bûne.



