Tehran (Rûdaw/Ajans) – Rêveberiya giştî ya hilbijartinan a wezareta navxwe ya Îranê encamên nû û despêkê yên dewreya yazdemîn ên hilbijartina serokatiya Îranê ragihand.
Li gor encamên despêkê, heta niha Hesen Rohanî herî zêde deng bi dest xistiye.
Rêveberê giştî yê hilbijartinên wezareta navxwe ya Îranê Hesen Elî ragihand ku tevayê dengên heta niha hatine hêjmartin, 6 milyon, 378 hezar û 317 deng in.
Encam bi vî awayî ne;
Hesen Rohanî, 3 milyon, 219 hezar û 322 deng
Mihemed Baqir Qalîbav, milyonek û 95 hezar û 671 deng
Seîd Celîl, 868 hezar û 301 deng
Mûhsên Rezayî Mîr Qaîd, 708 hezar û 941 deng
Elî Ekber Wîlayetî, 412 hezar û 941 deng
Mihemed Xerezî, 82 hezar û 141 deng



