Hewlêr (Rûdaw)- Berî çend rojan du Pêşmerge bi şaşî derbasî sînorên DAÎŞê li navçeya Seidiye bûn û li wir hatin binçav kirin, niha jî DAÎŞê wneyek li ser Twitterê belav kiriye ku dibêje ew du Pêşmerge ji aliyê wan ve hatine serjêkirin, lê Wezareta Pêşmerge ev yek red kir.
Rêveberê Ragihandin û Rewşenbîrî û Hişiyariyê di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hikmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ew wêne kevne û li gor lêkolînekê em pêşbînî dikin ku ew wêne berî 10 rojan hatiye belavkirin û netiştekî nû ye, li cem me jî nediyare bê ew kes kîne yên tên kuştin.”
Helgurd Hikmet da zanîn jî ku: “Bi riya kesayetiya û xelkên eşîretan em mijûlê danûstandinê ne bo azadkirina wan Pêşmergeyên ku bi şaşî çûne cem DAÎŞê û niha hatine girtin, dîlên wan jî li cem me hene û em hewldidin ku wan bi hev biguherin.”
Di wêneyê ku DAÎŞê bealvkiriye de, efserek bi pileya Neqîb derdikeve, ku yek ji wan Pêşmergeyên ku bi şaşî çûne cem DAÎŞê jî helgirê heman pileya leşkerî ye.
Çavkaniyeke nêzîk ji wî Neqîbê bi navê Îrfan, ji Rûdawê re got: “Ji dema ku Îrfan hat girtin yekcar peywendiya telefonî di navbera me de hat birrîn.”
Herwiha çavkaniyê da zanîn ku heta 20.06.2014 zaniyarî di dest wan de hebûn ku ew Pêşmerge mane û dibêje: “Ev çend rojin ti xeber ji wan nîne.”



