Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Seidî Ehmed Pîre ragihand ku encamdana referandomê bo diyarkirina çarenivîsa Başûrê Kurdistanê “Di vê demê de başe û di cihê xwe de ye.”
Seidî Ehmed Pîre di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Referandom yek ji riyên sivîl e bo zanîna nêrîna xelkê Herêma Kurdistanê da bê zanîn bê nêrîna vê herêmê çiye.”
Pîre da zanîn jî ku: “YNK ji kevin de diruşma wê ya serekî mafê çarenivîse, di sala 1992an de bi biryara parlamentoyê û rêkeftina hemû aliyekî deng hat dayîn bi herêmekê di çarçoveya sîstemek federalî de bijîn.”
Wî berpirsê YNK diyar kir ku: “Eger mafê welatîbûn bi wekhevî neyê parastin, eger daxwaziyên xelkê Kurdistanê nehat cîbicîkirin bi taybetî di rewşek wek niha de, ku Iraq tê de derbas dibe, bi taybet di demekê de ku en 6 mehin budceya Herêma Kurdistanê û mûçeya xelkê ji aliyên Bexdayê ve hatiye birîn û bi zehmetî tê dayîn, divê carek din em vegerin xelkê û bibêjin rewş bi vî awayî ye, gelo nêrîna xelkê çiye û bijardeyan li pêş wan danin.”
Seidî Ehmed Pîre ragihand jî ku encamdana referandomê di vê demê de di cihê xwe de ye û “Karekî gelek başe.”



.webp&w=3840&q=75)