Hewlêr (Rûdaw)- Bi biryara serokatiya Herêma Kurdistanê û wek helwestekê li hember daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li dijî Herêma Kurdistanê, wezîrên Kurd tevlî civîna îro ya encûmena wezîrên Iraqê nabin.
Wezîrê koç û koçberan ê Iraqê Dîndar Doskî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “serokatiya Herêma Kurdistanê biryar daye wezîrên Kurd venegerin Bexdayê, em jî venagerin û tevlî civînên encûmena wezîrên Iraqê nabin”.
Doskî herwiha got “Emê îro pêncşemê saet 11 li mala cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys kongreyeke rojnamevaniyê li dar bixin û helwesta xwe rabigihînin”.
Derbarê wê yekê de ku hemû wezîrên Kurd dê wê biryarê bi cî bikin yan na, Dîndar Doskî got “Ez bi xwe pêgirê wê biryarê me û hêvîdarim hemû wezîrên din jî pêgirê wê biryarê bin”.



