Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îşev fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayî bo gotûbêj kirina pirsa yekalîkirina namzetekî Kurd bo kursiya serokomarê Iraqê, bicivin.
Li gor birayreke polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ku îro çareşemê li Hewlêrê civiyan, yekalîkirina namzetê serokomariyê xiste ser milê fraksiyonên Kurd li Bexdayê, lê piştire fraksiyona YNK biryar da ku vê pirsê di nav xwe de yekalî bikin lê nikarî vê yekê pêk bîne.
Serokê fraksiyona Yekgrtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlemntoya Iraqê, Musenna Emîn di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê de got: “Biryare îşev, demjimêr 11, li hotêla Reşîd li Bexdayê fraksiyonên Kurdistanê derbarê yekalîkirina namzetê kursiya serokomarê Iraqê bicivin û di navbera Berhem Salih û Fûad Mehsûm de tenê yek namzetî hilbijarên.”
Îro, 23yê Tîrmehê, civîna Parlamentoya Iraqê birêve çû bo mebesta hilbijartina serokomarê Iraqê, lê piştî çend deqeyekê û bi piraniya dengan civîn hat paşxistin.
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, 103 kesan xwe bo kursiyê serokomar namzet kirine lê piraniya wan xwe bo sedemên cûda vekişandin û tenê 258 namzet niha mayîne.



