Hewlêr (Rûdaw)- Hemwelatiyên beşên din ên Kurdistanê dixwazin tevlî rêzên Pêşmerge bibin di şerê li dijî rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), lê li gor peyrewa navxwe ya Wezareta Pêşmerge, ji aliyê yasayî ve nabe ku wezareta navborî pêşmergeyan ji beşên din ên Kurdistanê werbigirin.
Rêveberê ragihandin û hişyariya niştimanî di Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Ji aliyê siyasî ve, hemû aliyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê helwesteke niştimanperwer nîşan dan di vê demê de. Gelek hevsozin li gel me û di hemû aliyan de amadene ku alîkariya me bikin.”
Helgurd Hikmet diyar kir ku, “Ji aliyê leşkerî ve û li gor yasa û peyrewa navxweyî ya Wezareta Pêşmerge, em nikarin xelkê beşên din ên Kurdistanê wek Pêşmerge werbigirin.”
Lê di heman demê de, rêveberê ragihandin û hişiyariya niştimanî di Wezareta Pêşmerg de got: “Sipasî û pêzanîna me heye bo hemû helwestên niştimanî û sipasiya wan yek bi yek dikin. Em li gel hinek ji wan jî nêzîk ve rûniştine û me sipasiya wezaret û serkirdatiya siyasî ji wan re ragihandiye. Ev helwest ji aliyê dîrokê ve tê tomarkirin.”
Herwiha behsa komîteyeke taybet jî bo wê pirsê kir û da zanîn ku komîteyek wan heye bi vê pirsê ve herdem li gel wê dicivin û peyamên Wezareta Pêşmerge û serkirdatiya siyasî dighînin wan aliyan.



