Kak Yurgen..
Li ser daxwaza wî, me timî wek Kak Yurgen gazî wî dikir.
Kak Yurgen dostekî me yê dilovan û hevalekî me yê mezin bû. Di navbera salên 1961-1966 de, dîrok û zanista siyasî li Zanîngeha Heidelbergê – li Almanyayê xwendibû.
Ta ku malnişîn bû karê rojnamevanî ji bo radyo û televizyonê dikir. Ji wan kesan bû ku dixwazin derveyî çand, ziman û fikirîna xwe jî bibînin, şehrezayî wê bibin û pê re bibin nas.
Zaroktiya wî di nav şer de bû. Kak Yurgen zaroktiya xwe di nav Şerê Cîhanî yê Duyem de derbas kir. Wî biçûkaniya xwe di heyameke mişt bêtar û bobelat û stem de qedandibû.
Dema qala zaroktiya xwe dikir, digot: “Em bi berdewamî ji cihekî bo cihekî din, di rev û xweveşartinê de bûn. Xerabtirîn tişt jî gihiştina bi wê rawestgeha herî xemgîn û tije êş û jan bû ku êdî dê û bavên me nikarîbûn me têr bikin. Lewra em bêgav bûn di zevî û malên cotkaran de wek xizmetkar û tenê ji bo têrkirina zikê xwe kar bikin.”
Wî di vê barê de wisa digot: “Ew heyama me ya herî xerab bû.Karkirina bi zarokan tawan e û wan di heyama wan tawanan de zaroktiya xwe derbas kir.”
Piştî xelasbûna şer, Yurgen Hope bi piştgirî û alîkariya apekî xwe dikare li bajarê Osnabrûckê dest bi xwendinê bike.
Li bajarê Mannheimê qonaxa amadeyî û li bajarê Heidelbergê jî zanîngehê xelas dike.
Piştî qedandina xwendinê, di rojnameya Mannheimer Morgenê de dest bi kar dike û paşê jî ji bo dema bîst salan li başûrê Almanyayê li dezgeha medyayî ya (SDR)ê dirêjahiyê dide karê ragihandinê.
Nasîna Kurdan û doza wan..
Sala 1985an û bi sedema damezradina projeyeke nû ya ragihandinê, Yurgen Hope ber bi bajarê Dortmundê ve diçe û li wir bi cih dibe. Li wir dibe berpirsê wê projeyê û Radyoya Navneteweyî ya Dortmundê ava dikin.
Weke Yurgen digot, piştî lêkolînê hest bi wê yekê dikin ku hejmareke zêde ya kesên penaber û biyanî li wê herêma Almanyayê dijîn û pêwîst e bi zimanê wan zanyarî ji wan re bên pêşkêşkirin û agahdarî bûyeran bin, çi di aliyê siyasetê de yan jî di aliyên cuda cuda yên jiyanê de. Li wir Hope û hevalên xwe biryar didin di projeya xwe ya nû de bi 8 zimanan xizmetguzariyên medyayî pêşkêş bikin.
Di gotûbêjekê de ku me sala 2012an bi Kak Yurgen re li mala wî saz kir, qala wê heyamê û naskirina doza Kurd û rika neteweperestên Tirk li hemberî kurdan dike.
Kak Yurgen dibêje: “Di civîn û dîdarên me de, min kifş kir ku beşekî pir û giring li Tirkiyeyê Kurd in, bi kurdî dipeyivin û bi kurdî difikirin.”
Yurgen Hope bi bişirîneke şîrîn wiha vedigot: “Di civînekê de, bi dilekî saf û sade, piştî destpêkekê derbarê Kurd û Kurdistanê min got: Yanî divê programên me bi zimanê kurdî jî hebin. Dema ev pêşniyar ji devê min derket, bû heytehol û qerebalix. Tirkên di civînê de beşdar ku rojnamevan û rewşenbîr bûn, hemû bi hev re rabûn, bi rûyê min de qîriyan û gotin: Yanî tu dixwazî neyartiya Tirkiyeyê bikî. Tu dixwazî welatê me parçe parçe bikî û bi zimanekî ku (nîne) programan saz bikî.”
Wê rojê dema Hope vedigere mal, dibîne mala wî bi hêzên polîs hatiye dorpêçkirin û hevjîna wî jê dipirse: “Çi qewimiye? Ma te çi kiriye ku bi berdewamî zengilê telefona me lê dide, bi telefonê sivikatiyê bi me dikin û gefa kuştinê li me dixwin?”
Yurgen digot: “Piştî wê bûyerê, min bêtir û çêtir fam kir ku Kurd bi dijwariyeke çawa re rûbirû ne û gîroyê destê qedereke çiqasî tal in.”
Kak Yurgen di hevpeyvîneke televizyonî de bi dirêjahî qala wê bûyerê dike. Herwiha tîne zimên ku carekê hêzên ewlekariyê yên bajarê Dortmundê êrîşeke Tirkên radîkal li dijî wî û malbata wî pûç kirin.
Lê tevî wan êrîş û metirsiyan jî, ew teslîm nebûn û sala 1987an beşê Kurdî li radyoya VDR a almanî vekirin û ta ku niha jî berdewam e.
Paşê êdî Yurgen Hope li ba Kurd û Tirkan dibe kesekî naskirî, lê kesekî bi du wêneyên pir ji hev cuda. Kesek ji bo radîkal, nijadperest û şîdetperestan fitnekar û neyar. Ji bo kurdan û yarên azadiyê jî dengek û awazeke bedew di navbera rojhilat û rojava de, wek dengekî tê naskirin û bihîstin ku tenê ji bo hezkirin, jihevfamkirin û pêkvejiyana mirov û çandan dixebite.
Sala 1996 ji bo cara yekem Yurgen Hope serdana Başûrê Kurdistanê dike. Êdî ew geşt û têkilî berdewam dibe û dora 16 caran serdana Başûrê Kurdistanê dike. Ji dîdara serkirdên Kurd ta ku beşdarbûna di vekirina parlamentoya (yekgirtî) ya Kurdistanê di sala 2002an de çalak û beşdar dibe.
Bi awayekî serbixwe û hevdem parêzerê dilêr ê mafên mafxwariyan bi berderwamî deng û rewşa Kurdan digihîne xelkê û çend navendên giring ên Almanyayê.
Yurgenê hêja, em bi mirina te xemgîn in. Mal û mezelê te ava be û oxir be ji te re ey mirovê hêja û dilovan.
Yurgenê hêja, xwedî şens e kesê ku mîna te bi mêrxasî û paqijî bijî û ew hemû heval û hogirên wî ji Almanya ta Kurdistanê bi mirina wî xemgîn dibin.
Tu di dilê me de yî. Em bêriya te dikin Kak Yurgen.



.jpg&w=3840&q=75)