Xwînerê hêja,
Ev nivîsa sêyam a rêzenivîsên honaksaziya zanistî ye. Min îcar berhemeke nivîskara Japon, Yoko Ogawayê xwend.
Ev berhem cara yekem bi zimanê Japonî bi navê “Hisoyaka na Kesshō” yan jî bi wergera Kurdî “Krîstalîzebûna Nepenî” sala 1994an çap dibe. Piştî 25 salan, sala 2019an Stephen Snyder pirtûkê bi navê “The Memory Police” werdigerîne Îngilizî û min jî ev werger xwend.
Yoko Ogawa bi zimanekî sade û aram me dike mêvanê giravekê ku li wê giravê nivîskareke cîwan ji me re behsa bûyeran dike. Bi şêwaza meta-vegotinê xwîner ji aliyekî ve guhê xwe dide gotinên serlehengê, ji aliyê din ve jî romana ku serleheng dinivîse dixwîne. Yanê xwîner, di romanekê de romaneke din jî dixwîne.
Li vê giravê ajal, giha, tişt, heya endamên bedena mirovan jî ji holê radibin.
Çawa?
Mirovên li giravê dijîn, serê sibê ji xewê radibin û dibînin ku balinde ji holê rabûne. Ew êdî tune ne. Ne ku hemû balinde yekser ji holê rabûne. Belê, ew di wêneyan de, di zimên de hene, heya dibe ku laşê çend balindeyên mirî jî li sûkê hebin lê niştecihên giravê êdî nizanin balinde çi ye.
Yanê di romanê de “jiholêrabûn/tunebûn/windabûn” ew e ku hemû wate û sembolên derheqa tiştên çûyî de yekser tune dibe. Ji ber vê sedemê jî êdî ti giringî an jî wateya wan tiştan namîne.
Bo nimûne, serlehenga me ya nivîskar rojekê dibîne ku fotograf ji holê rabûne. Ew derdikeve derve û dibîne ku cînarên wê li ber dêrî agir vê xistine û fotografan dişewitînin. Ew jî diçe, fotografên dê û bavê xwe yî mirî hildide da ku wan bişewitîne.
Niştecihên giravê bêyî ku xwe aciz bikin an jî xemgîn bibin, bi lez û bez fotografan dişewitînin û vedigerin jiyana xwe ya rojane. Ji aliyekî ve ew neçar in tiştên çûne tune bikin an na Polêsên Bîrê davêjin ser malên wan û tiştên ji holê rabûne, yanê wan tiştên ku êdî di hişê mirovan de cihê wan tune, hildidin û dibin. Ji aliyê din ve jî jixwe mirov êdî nikare tiştekî ji bo wan tiştên winda/çûyî hest bike. Serlehenga me naxwaze dê û bavê xwe ji bîr bike lê fotograf êdî ti hestê di derûniya wê de çê nakin. Lewma jî ew bi şewitandina fotografên dê û bavê xwe, bi tenê karekî jirêzê yî rojane dike.
Di destpêkê de tişt/heyber ji holê radibe, paşê navê wî tiştî nayê bîra ti kesî û wekî encama vê yekê bîra derheqa wî tiştî de jî ji holê radibe. Dema bîr ji holê radibe, rabirdûyê jî bi xwe re tune dike. Bi tunebûna bîrê yanê rabirdûyê nasnameya mirovan jî diguhere.
Yoko Ogawa bi zimanekî wisa aram, sade û hêdî behsa van bûyeran dike ku xwîner tirs û xofeke zîz di canê xwe de hest dike lê di heman demê de nizane gelo ew çima ditirse. Tunebûna tiştan û bertekên mirovan ên li hemberî vê yekê wisa aram û jirêzê ye ku ev yek nearamiyê dide canê xwîner.
Di pirtûkê de nayê ravekirin ka gelo Polêse Bîrê kî ye, ew çima bi şevan diavêjin li ser malên mirovan, çima tişt ji holê radibin, kî vê yekê dixwaze. Yanê ti dijmin û dijberê eşkere tune ku xwîner alîgiriya niştecihan bike yan jî hêrs û bertekê ji bona dewlet, dijmin an jî dijberan nîşan bide.
Ev yek bi awayekî tekûz dişibe hebûna mirov. Em rojekê ji dê û bavekî tên dinyayê. Nizanin gelo em ji ber çi sedemê û bi çi peywirê li vir in. Malbat, civak, ol û dewlet hewl dide ku sedem û armancan bide me. Bo nimûne malbat navekî û nasnameyekê dide. Civak rabûn û rûniştinê, nirxên sincî dide. Ol behsa xwedê, mirinê, bihûşt û dojehê dike. Dewlet peywirên welatîbûnê dide. Gelo di vê navberê de çend kes disekinin û ji xwe dipirsin: Bi rastî jî ez çima li vê derê me û çi dikim?
Her wiha li vê giravê jî kêm kes wan cure pirsan ji xwe dikin. Bo nimûne rojekê pirtûk ji holê radibin. Niştecihên giravê pirtûkên di malên xwe de derdixin li derve û êgir berdidin wan. Pirtûkxaneya giravê dişewitînin û vedigerin kar û jiyana xwe.
Lê ev berhem naşibe Fahrenheit 451a Ray Bradbury û 1984a George Orwell.
Berevajî van berheman di Polêsê Bîrê/Krîztalîzebûna Nepenî de ew hêza totalîter wekî hebûneke sirûştî, wekî tiştekî neguherbar dikeve jiyana mirovan. Jixwe ya ku berhema Yoko Ogawayê dike berhemeke tirsnak, kûr û ji binî ve polîtîk ev e. Ogawa mîna Bradbury û Orwell pêşiyê pergaleke totalîter ava nake û nabêje, pergalên totalîter mirovan kontrol dikin, ditirsînin, dikujin. Ogawa bi saya taybetiyeke mirovî, yanê bi saya jibîrkirinê tirsnakiya hebûnê vedibêje. Belê, Polêsê Bîrê mirovan ditirsîne, kesên nikarin bîr bikin ji holê radike, civakê kontrol dike. Lê ti armanc an jî plana eşkere ya Polêsê Bîrê tune. Kes nizane ew çima vî karî dikin.
Heya dibe ku Polêsê Bîrê ew daxwaz û pêwistiya kolektîv a mirovan be ku piştî bobelatên mezin ên wekî komkujî, şer û koçberiyê, mirovên saxmayî dixwazin bi lêz û bez vegerin jiyana xwe ya berê, bobelatê ji bîr bikin, encamên wê yên xerab veşêrin. Jixwe kêşana jiyanê mirovan neçar dihêle ku ew bi lez û bez vegerin jiyana xwe ya rojane. Carna erdhêj çê dibe, navbera lehzeyekê de bi hezaran mirov canê xwe ji dest didin lê sibetira heman rojê mirovên saxmayî neçar in ku xwarinê çê bikin, bixebitin, eşyayên xwe yên mayî ji binê wêranên xaniyan derxin. Mirov neçar e ku berdevam bike û dibe ku ev yek alîkariya hêzên totalîter bike ku bîr û dîrok zûtir ji holê rabin. Nexwe dema mirov ji bîr dike, ew êdî nikare şînê bigire. Ew êdî nikare li hemberî sedemên bobelatê şer bike. Lê gelo êş û xemgîniyên bê şîn û bê gor bi kû de diçin? Bersiva vê yekê nizanim lê ya dizanim ew e ku çawa ku jibîrkirin mirov biguherîne û nasnameyeke nû bide mirov, her wiha bîrnekirin jî mirov diguherîne û bandorê li ser nasnameya mirov dike.
Nexwe hin mirov ji bîr nakin. Ew ê çawa be? Bê guman jibîrnekirin dibe sûcekî herî giran û Polêsê Bîrê dikeve pey van kesan.
Gava em di romana wê de hêdî hêdî serpehatiyên jineke daktîlograf dixwînin, em dibînin ku mêrek çawa daktîlografê dîl digire û tune dike, tunebûna nivîskarê jî gav bi gav eşkere dibe. Li gerdûneke ku bîra mirov her roj hinekî lawaztir dibe, gelo nivîsandin bi kêrî çi tê? Nivîskar hemû peyvên heyî qeyd bike, binivîse jî dema ew peyv wateyekê di serê/bîra mirovan de pêk neyînin, wê demê ew nivîsandin dê bi kêrî çi bê?
Serlehenga me tiştên ji holê radibin yekser ji bîr dike. Lê ew nivîskar e û romanekê dinivîse. Dema ew bi edîtorê xwe re dipeyive, ferq dike ku edîtorê wê yanê R nikare ji bîr bike. Yanê dema tişt ji holê radibin û bermayiyên tiştê winda jî namînin, R hê jî dikare li hebûna tiştê winda bifikire. R di romanê de sembola jibîrnekirin, şahidî, arşîv û berxwedanê ye. Ew ne bi tenê ji bona xwe, ji bona her kesî bûyer, kes û tiştan di bîra xwe de diparêze. Dibe ku ji ber vê sedemê di pirtûkê de yekane lehengê xwedînav R ye. Vegotera pirtûkê ji xwe re dibêje “ez”, ji mêrikê kal re dibêje “mêrikê kal” ji jina cînar re dibêje “jina cînar” lê edîtorê wê R ye.
Mirovê bê bîr û bê dîrok dê xwe li gorî çi pênase bike û navekî li xwe bike?
Belê jibîrkirin barê şîn û xemgîniyê bi xwe re dibe lê gelo jiyana bêyî rabirdû bi kêrî çi tê?
Serlehenga me bi alîkariya mêrikê kal, li jêrzemînê xaniyê xwe de odeyeke veşartî ava dike û edîtorê xwe, yanê R li wê derê vedişêre. Heke na, dê Polêsê Bîrê bê û R bibe û ji holê rabike.
Hêza vegotina berhemê dihêle ku mirov zanibe ev bûyer li giraveke dîsutopîk a dûr diqewime lê di heman demê de dihêle ku mirov bûyerên dîrokî yên rast bîne bîra xwe.
Bo nimûne, dayika serlehengê, peykersaz bûye û wê jî mîna R nikaribûye bîr bike. Rojekê seyareya Polêsê Bîrê tê û wê dibe, ew êdî careke din venagere. Yanê ew ji holê tê rakirin.
Vê beşa pirtûkê salên 90î yên bakurê Kurdistanê anîn bîra min, salên ku Torosên Spî dihatin, dê û bavên mirovan dibirin û ew ji holê radikirin.
Pir caran malbatên van kesan ti carî nizanibûn gelo çi hatiye serê van kesan û dibe ku heya dawiya jiyana xwe li benda vegera wan diman.
Piştî xwendina vê beşê bivê nevê mirov dipirse; “zorla kaybettirme” yanê “windakirina bi darê zorê” çi ye? Çawa mirov dikare tiştekî ev qasî ecêb normalîze bike?
Lê dema ev cure tişt rojane diqewimin û kesên saxmayî êdî nikarin şînê jî bigirin, neçar dimînin ku bi lez û bez vegerin kar û xebatên rojane, wê demê windakirinên bi darê zorê jî normalîze dibin.
Lewma jî dema serleheng biryarê dide ku R veşêre, ew serpehatiya dayika xwe hê jî dizane lê ti êş, xemgînî yan jî hêrsê hest nake. Ji ber ku dayika wê êdî ji holê rabûye lewma wate, girîngî û bîra dayikê jî êdî nemaye.
Dibe ku ew dixwaze R veşêre ji ber ku nivîskareke bê edîtor a roj bi roj bîra xwe ji dest dide dê bi kêrî çi bê?
Bi vî awayî navê berxwedanê dibe piştgirî, veşartin, parvekirin, nivîsandin û axaftina bi hev re.
Salname ji holê ra dibin. Niştecih êdî nikarin rojan, hefteyan, mehan û salan bijimêrin lê serlehenga me her roj ji kar tê, xwarinê çê dike, para R hildide û diçe odeya veşartî.
Nexşe ji holê ra dibin. Niştecih nizanin gelo xêynî girava wan cihekî din heye yan tune lê serlehenga me dîsa jî jiyana xwe ya rojane didomîne.
Rojekê dema êdî ling, dest, piyên mirovan ji holê radibin, serlehenga me hebûna xwe di bîra R de didomîne.
Xwînerê hêja, dibê Franz Kafka gotiye ku divê mirov pirtûkên wisa bixwîne ku ew pirtûk mîna bivirekî deryaya cemidî ya dilê me bişikînin.
Min Polêsa Bîrê ya Yoko Ogawa gum bi gum, hêdîka û bi baldarî xwend. Ev berhemeke wisa piralî ye ku mirov dikare wê wekî pirtûkeke polîtîk a li hemberî pergalên otorîter bixwîne. Yan jî mirov dikare heman berhemê wekî vegotineke melankolîk a çawaniya mirovbûnê, kal/pîrbûnê, jibîrkirinê bixwîne. Bi her du awayan jî ew girav yan jî bedena mirov hesteke klostrofîk a giyansoj dide canê mirov.
Mirov dizane ku ew bi serê her lehzeyê hinekî kaltir/pîrtir dibe û ew ê di dawiyê de bimire lê ew bi jiyana xwe ya rojane berdevam dike. Digel hemû absurdî û perîşaniya hebûnê, mirov dîsa jî dixwaze ku di êş û birînên xwe de wateyekê bibîne, ji bona pêşerojê hêviyekê peyda bike. Lewma jî girava Yoko Ogawayê ya jibîrkirinê, tirs û xemgîniyê dide canê xwîner.
Duh şev, dema min pirtûka Yoko Ogawayê qedand, helbesteke min berê xwendibû jixweber dîsa hate bîr min. Helbestê digot;
Li beyabanê,
Min afirîdeyekî tazî û hov dît,
Mexel hatibû li ciyê xwe,
Di destê wî de, dilê wî
Ketibû ser, dixwar.
Min got: “Çawa ye, hevalo?”
“Tehl e, tehl e,” bersivand wî;
“Lê ez jê hez dikim,
Ji ber ku tehl e.
Û ji ber ku dilê min e. (Stephen Crane, bi wergera Kawa Nemir)
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



