Roja 28ê kanûna duyem, Serokê Amerîkay, Donald Trump plana sedsalê ragihand. Trump di derbarê vê planê de dibêje, derfeta dawî ye bo çareserkirina kêşeya navbera Îsraîl û Filistînê.
Pêwîst e ez bibêjim di vê gotarê de ez behsa kêşeya navbera Îsraîl û Filistînê nakim, lê ez ê behsa rûmala medyayî ya vî karî bikim.
Ez dixwazim di vê pêwendiyê de amaje bidim rûmala nûçeyê ji aliyê du nerînan, du şêweyên kar û du hişên cuda yên ragihandinê ve.
Nivîs amajeyeke bi hiş û çavê ragihandina erebî-ewropayî ku çawa nûçeyê dibînin û bi çi cureyî vediguhêzin.
Gelek kanalên diyar û navdar ên erebî bi dehan saet ji dema weşana xwe ji bo plana sedsalê veqetandin. Bi dehan nûçegihan û şîrovekar ji bo ragihandina plana sedsalê çalak û beşdar kirin.
Lê rêjeyeke zêde ji kar û rûmalên wan yan dubare yan bê zanyarî û naverok bûn. Gotin bûn, gotinên rût ji bo berdewamî û tijekirinê. Lê ne agahî û zanyarî bûn û ne jî ronîkirina goşeyên tarî û nedîtî yan şîrovekirina hinek aliyên pirsgirêkê û naveroka planê bûn.
Wan wisa, bi vî rengî rûmal kirin û nimûneyek jî ji medyaya ewropayî ku ez çavdêriya wê dikim û gelek kes wê nola çavkaniyeke giring a zanyariyên konevanî, dîrokî û çandî dibînin, karê kanala TV a arte ye.
Arte kanaleke hevbeş a fransî-almanî ye, navenda wê li bajarê Strasburgê yê Fransayê ye. Arte journal yek ji bendên wê kanala giring e. Wek kanalê bi xwe li ser wê nivîsiye: “Arte journal belavoka nûçeyên ewropayî ye. Nerîneke nû û vekirî li ser dinyayê ye û herwisa nerîneke ewropayî li ser çand û konevaniyê pêşkêş dike”.
Êvara roja 28ê heyvê, Arte journalê di nav nûçeyên xwe de, nûçeyeke kurt û tije zanyarî li ser plana sedsalê pêşkêş kir û paşê pêwendî ligel nûçegihanê kanalê li bajarê Tel Avivê kir. Bi merema nivîsîna vê gotara kin min çend caran li wê pêwendiyê mêze kir û min (time code)ya xulekên axaftina peyamnêr tomar kir.
Nûçegihanê Arte journalê Uri Şneider di du xulekan de, bi rastî di du xulekan de, ewqas zanyarî û herwisa şîroveyên mîna birûskê gihandin, ku wan kanalên ku bi dehan saetan xwe û bînerên xwe mijûl kiribûn, nikarîbûn vê yekê bikin. Herwisa tevî hebûna hinek zanyariyan li ba wan kanalên din, lê zanyariyên xwe di nav wê hemû xirecir û heyteholê de xeniqandin.
Li vir pênaseya sîmaya nûçegihan, temenê wî, rûniştin û keşa axaftin û xwebaweriya wî û hwd. bêguman pir giring in. Gava derbarê plan û nexşeya Donald Trump, pirs ji Uri Şneider tê kirin, bi awayekî babetî dipeyive û tiştan digihîne. Ew peyamnêr di bersiva pirsa bêjerê Arte journalê de dibêje:
Tiştê Donald Trump ragihand ne plan û ne jî peyman e. Bi ti awayî jî ne têkildarî aştiyê ye. Tişteke di navbera du hevbeşan de ku tê de tenê berjewendiya Îsraîlê bi awayekî taybet li ber çav hatiye girtin. Li ser dikê tenê Trump û Netanyahu hebûn, bê serokê Filistînê Mehmûd Ebas. Tevî ku Trump amajeyek – bi serê ziman – bo damezrandina dûgela Filistînê kir, lê Filistîneke wisa parçe parçekirî û birêvebirina cihekî wisa wek Kenarê Rojava, lêkdana ligel îsraîliyên bicihkirî, bê hebûna sînorê diyarkirî, bê firokexane, bê leşker, ligel rojhilatê Qudisê wek paytext, bi awayekî tenê ji aliyê Îsraîlê ve bê birêvebirin, şensê serketina vî karî – planê dike sifr.
Pirs: Çend sal e qala plana dû dewletan tê kirin, çima Trump vêga plana xwe pêşkêş kir?
Bersiva peyamnêr:
Hewce nake mirov pir şareza û zana be ji bo zanîna vê yekê. Du sedem hene. Yekem: Veşartin û rakirina nerînan ji ser mijara dadgehkirin û standina baweriyê ji Trump. Herwisa pirsgirêka qanûnî û mijara şopandinan derbarê Netanyahu ku li Îsraîlê gumana gendelî, hîlekirin û bê baweriyê lê tê kirin. Balkêş e îro û di vê demê de gilîname li dijî Netanyahu gihiştiye dadgeha Orşelîmê, rasthatineke sosret e.
Herwisa Uri Şneider dibêje: Di demekê de ku pirsgirêkeke wî ya wisa mezin heye, Trump wî dide pêşiya xwe û mîna konevanekî mezin û peyeyê dûgelê dide nasîn.
(Li vir nûçe û peyama peyamnêr xilas dibin).
Ev temamiya pêwendiyê bû. Çêdibe ku ev pêwendî bibe tuxmê berawirdê, berawirda navbera wê rûmal-pêwendiyê û hinek rûmalên kanalên erebî û tirkî yan gihandina peyama bi dehan peyamnêr û bi dehan şîrovekaran. Gidî! Di weşana TV de, axaftin, axaftinên bê bac û havil, çiqasî bêzarker û acizker in.
Karê rojnamevanî û erkê gihandina zanyariyan, bi bêdengî û bê zanyarî, bi bêdengî û bê xirecir û hêwirze peyama rasteqîn a ragihandinê ye.
Di dema berhevkirina wan herdu cureyan ji karê ragihandin û rûmala rojnamevanî de gotineke nivîskarê Alman Stefan Şûtze (1964) tê bîra mirov dema dibêje: Nûçe ne tiştekî nû ne. Gotina Stephan Şûtze bi temamî merema xwe dihingêve û di cihê hêja de cih digire.
Hinek nîşeyên bilez
Nûçegihanê Arte journalê li Tel Avivê dipeyive. Bê tirs û pirs û xofa ji cezakirin û rêlêgirtinê, nûçegihan dizane piştî van gotinan wê kes êrîşî wî neke. Ev demokrasiya birêvebir û pergala konevanî ya Îsraîlê tekez dike. Nûçegihan bi aşkereyî û rasterast rastiyan derbarê plana Trump û herwisa zanyariyên derbarê gendeliya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dibilîne. Li Rojhilata Navîn ev dilaramî bo rojnamevanan li her cihî peyda nabe.
Arte wek kanaleke çandî, nûçeyan jî di keşa çandî de pêşkêş dike û bîner bêzar nake. Ev kanal bi ti awayî bînerên xwe tûşî serêşê nake.
Arte bi vê şêweya karkirinê nîşan dide ku ne merc e nûçeyek wek plana Donald Trump çend saetan dema weşana TV-yê pê ve vala bê xerckirin.
Di wê rûmala cuda ya Arte journalê de, hemû pirs û bersivên bêjer û peyamnêrê wê li Tel Avivê Uri Şneider du xulekan dom kir. Du xulek û bes. Lê du xulekên ku tê de peyamên giring û zanyariyên pêwîst digihin bîneran.
Nûçegihan vê yekê digihîne ku: Plana Trump vala ye, nexşeya wî boş û betal e. Lê Şneider bi zimanekî layiq û bi şêweyeke pîşeyî ya rojnamevanî vê peyamê digihîne.



.jpg&w=3840&q=75)