Dibe ku temenê keçikê ji 12 salan ne zêdetir bû. Ew li kampeke koçberan a li nêzîkî Dihokê li ser kursiyeke plastîk rûniştibû.
Wê bi aramiyeke wisa diaxivî ku ji bo temenê wê qet ne asayî bû. Dema ku wê qal dikir bê çawa çekdarên DAIŞê malbata wê ji hev qetandiye, qet rasterast li çavên wî rojnamegerê li pêşberî xwe nedinêrî.
Li şûna vê yekê, çavên wê diçûn cihên dûr. Wekî ku beşek ji wê di wê şeva ku zaroktiya wê lê qediya de asê mabe.
Rojnameger bi baldarî guhdarî dikir û bi wê sebir û aramiya ku pîşeya wî dixwest pirsên xwe dikirin. Dema ku hevpeyvîn bi dawî bû û kamera hat girtin, bêdengiyek ket navbera wan.
Keçik vegeriya çadira xwe. Rojnameger li cihê xwe ma. Çend xulek derbas bûn, paşê ew rabû ser pêyan, çû pişt konteynereke nêzîk û dest bi girî kir.
Ne ji ber windakirina profesyoneltiyê ew ketibû wî halî. Berovajî vê yekê, ew bedêla derûnî ya parastina profesyoneltiyê ya li hemberî wê êşa mirovî ya giran bû.
Bedêla li pişt nûçeyan
Kêliyên bi vî rengî qet di weşanan de dernakevin. Ew di nûçeyên rojnameyan de cih nagirin û nabin beşek ji arşîva giştî.
Temaşevan çîrokê dibînin lê kêm caran wî kesê ku divê wî barî hilgire dibînin. Lê belê tam li vê derê rastiyeke rojnamegeriyê ya ku hatiye piştguhkirin dest pê dike.
Tiştê ku hat serê wî rojnamegerê li kampa koçberan ne tiştekî awarte ye. Lêkoler ji zû ve ye li ser rojnamegerên ku li herêmên şer, qadên karesatan û herêmên şîdeta komî dixebitin, serpêhatiyên bi vî rengî dibînin.
Lê beriya ku em berê xwe bidin zanyariyê, hêja ye ku em li ser tiştekî ku hema hema her kes dikare fêhm bike bisekinin.
Cureyekî westiyanê heye ku bi dengê teqînekê yan jî lêdana guleyekê nayê. Ew bi bêdengî derdikeve holê.
Dema ku kamera tê girtin, dema ku mîkrofon tê danîn û dema weşana zindî bi dawî dibe, ew westiyan rû dide. Di wê bêdengiya piştî kar de, her tiştê ku tevahiya rojê li dûr dihat girtin careke din vedigere.
Rûyê jinekê ku li ber goreke bikom rawestiyaye. Dengê dilerize yê zilamekî pîr ê ku qala zindanên şkenceyê yên salên 1980yî dike.
Bîranîna mayînde ya maleke li Helebcê ku hîn jî xuya ye sîbera êrişa kîmyewî bi ser de ye. Dayîkek li Şingalê bi bêdengî navên zarokên xwe yên winda dijmêre. Zarokekî ku di bin xirbeyan de asê maye û gazî dayîka xwe dike.
Ew bi tenê dimînin
Raya giştî çend kêliyan rûbirûyî wan dîmenan dibe û paşê derbasî nûçeyeke din dibe. Ev yek tê fêhmkirin û dibe ku pêwîst be jî.
Mirov nikarin bêyî parastineke derûnî li ber êşên bêdawî ragirin. Lê belê heman luksa rojnamegeran tune. Ew li wir bûn. Wan guhdarî kir. Wan pirs kir. Wan notên xwe girtin. Wan ew êş veguherand peyv û dîmenan da ku kesên din jî bibin şahid.
Dema ku bala raya giştî diçe ser tiştekî din, ew gelek caran bi tiştên ku dîtine û bihîstine re bi tenê dimînin.
Ev ne mijareke biçûk a rojnamegeriyê ye. Ew yek ji rastiyên pîşeyê ye ku herî kêm tê qebûlkirin.
Em nûçegihanekî dibînin ku bi aramî li pêşiya kamerayê rawestiyaye. Em dibînin ku rojnameger bi kumzirx û êlekê parastinê ji qadeke şer diaxive.
Em wênegirekî dibînin ku di nav xirbeyên bajarekî wêrankirî de digere, wêneyekî li pey yê din digire. Çimkî dîrok li ber çavên wan tê nivîsandin. Profesyoneltî tê dîtin lê zehmetî û birîndarî kêm caran xuya dike.
Tiştê ku veşartî dimîne saetên piştî kar in. Ew jûra ku xew bi hêsanî nayê çavan. Ew şeva dirêj a ku axaftina bi keçikeke Êzidî re naxwaze ji hişê mirov derkeve. Bîranîna jineke ku qala dîlbûn û îstîsmarê dike. Dîmenê goreke bikom ku ji nişka ve û bêyî hişyariyê vedigere.
Kêliyên wisa hene ku rojnameger di dema hevpeyvînekê de ramanên xwe winda dikin. Ne ji ber ku ew ne amade ne. Ji ber ku êşa mirovekî din ji nişka ve wê mesafeya ku rojnamegeriya profesyonel dixwaze digire.
Carinan dibe ku axaftin ji bo rojnamegerekî zehmet bibe. Ne ji ber ku peyv nînin, lê ji ber ku ew rûbirûyî rastiyekê dibin ku ji ziman bi xwe derbas dibe. Di kêliyên wisa de, ew êdî ne tenê çavdêr in. Ew mirov in ku rûbirûyî êşa kesekî din bûne.
Girî pir caran derengtir tê. Ne li pêşiya kamerayê. Ne li jûra nûçeyan. Ew bi tenê digirîn.
Şahidên rûpelên herî tarî
Li seranserê Kurdistan, Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê, nifşên rojnameger, wênegir û tîmên kamerayan belgeyên hinek rûpelên herî tarî yên dîroka nêzîk kom kirin.
Wan nûçeyên komkujiya Enfalê ya li dijî Kurdan, êrişa kîmyewî ya li Helebcê û şkenceya sîstematîk a piştî derbeya leşkerî ya sala 1980yî ya li Tirkiyeyê çêkirin.
Wan nûçeyên wêrankirina bi hezaran gundên Kurdan, koçberbûna bi sed hezaran kesan, komkujiya li dijî Êzidiyan û tawanên DAIŞê çêkirin. Wan dorpêça Kobaniyê û şerên wêranker ên ku Sûriye, Îraq an jî Îran ji nû ve dîzayn kirin ragihandin.
Piraniya van rojnamegeran ne li qiraxa dîrokê rawestiyabûn. Wan ew dîrok bi xwe dijî.
Wan guh da rizgarbûyên şkenceyê. Wan bi wan jinan re hevpeyvîn kirin ku rastî tûndiya zayendî hatibûn. Ew bûn hevrêyên wan malbatên ku ji şer direviyan.
Wan gorên bikom belge kirin û ketin nav wan gundên ku ji nexşeyan hatibûn jêbirin. Ew bi wan zarokan re axivîn ku dayîk û bavên xwe winda kiribûn. Ew bi mêr û jinên pîr re axivî ku bîranînên wan birînên bi dehan salan ên zilmê hildigirtin.
Wan ji gelek aliyan ve, dîrok tomar dikir dema ku ew li derdora wan diqewimî. Hinekan bedêla vê dilsoziyê bi canê xwe da.
Şîfa Gerdî li rastiyê digeriya
Yek ji wan Şîfa Gerdî bû. Ew nûçegihaneke ciwan a Rûdawê bû ku 2017an li nêzîkî Mûsilê dema rûmalkirina operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê şehîd ket. Kameramanê wê Yûnis Mistefa jî di heman teqînê de giran birîndar bûbû.
Şîfa Gerdî ne li metirsiyê digeriya. Ew li rastiyê digeriya. Îro navê wê nûnertiya gelek rojnamegeran dike ku tevî ku ew şahidên herî girîng ên serdema me ne jî karê wan li derveyî civakên wan nayê zanîn.
Lê belê çîroka metirsiyê bi gule û mûşekan dest pê nake, her wiha dema ku rojnameger vedigerin malê jî bi dawî nabe.
Mêjiyê mirov her tim bi awayekî zelal ferqê naxe navbera travmaya ku rasterast hatiye jiyîn û travmaya ku mirov bi berdewamî û ji nêz ve dibe şahidê êşa kesên din. Her du jî şopan dihêlin. Her du jî bîranînan ava dikin. Her du jî dikarin mirov têk bibin.
Dema ku mirov bi salan guh didin çîrokên şkence, tecawiz, koçberî, kuştin û komkujiyan, ew çîrok nîşanên ku ji bîranînê wêdetir diçin dihêlin. Ew bandorê li laş, têgihiştin, têkilî û awayê jiyana li vê cîhanê dikin.
Travmaya duyem û bêdengiya saziyan
Lêkolîner vê fenomenê wekî "travmaya duyem" yan jî travmaya nerasterast pênase dikin. Ev rewş behsa birîndariyeke derûnî dike. Ev yek ne ji ber mexdûriyeta rasterast lê ji ber rûbirûbûna tund û berdewam a li ber êşa kesên din çêdibe.
Encamên wê pir caran dişibin "Nerehetiya Stresa Piştî Travmayê". Dîmen ji nişka ve vedigerin. Xew xera dibe. Kêf winda dibe. Cîhan kêmtir pêşbînîkirî û kêmtir ewledar xuya dike. Hinek kes zû hêrs dibin. Hinek dikişin nav xwe. Hinekên din jî bi salan karê xwe didomînin heta ku di dawiyê de digihîjin xala westiyanê.
Lêkolînên li ser travma û rojnamegeriyê bi berdewamî nîşan didin ku nûçegihanên şer dikevin nav wan komên pîşeyî ku rîska wan a herî zêde heye ku nîşaneyên girêdayî travmayê nîşan bidin.
Lê belê gelek jûrên nûçeyan hîn jî di nav çanda bêdengiyê de dixebitin. Kêm caran qal tirsê tê kirin. Kêm caran qal kabûsan tê kirin. Kêm caran qal westiyana derûnî tê kirin.
Kesên ku bi eşkereyî qala van serpêhatiyan dikin, gelek caran wekî kesên ku têra xwe ne bihêz in yan jî ji bo pîşeyê ne guncav in tên dîtin. Ev helwest ne tenê şaş e. Ev xeter e.
Rojnamegerî bi wan kesan ve girêdayî ye ku amade ne li wir binêrin ku yên din çavên xwe jê vediguhêzin. Heke ew kes bi encamên tiştên ku dibin şahid bi tenê bimînin, ew ziyan ji êşa kesane derbas dibe.
Ev yek bandorê li kalîteya nûçegihaniyê, şiyana mayîna hestyarî û di dawiyê de li yekparçebûna rojnamegeriyê bi xwe dike.
Bi dehan sal in rojnamegerî bi wê baweriyê teşe girtiye ku profesyoneltî wateya wê ew e ku mirov ziyanê nabîne. Tê payîn ku ezmûn parastinê peyda bike. Dihat texmînkirin ku serpêhatiyên zehmet dikarin bi dîsîplîn û mesafeyê bên birêvebirin.
Lê bîranîn tenê ji ber ku kesek hatiye perwerdekirin ku aram bimîne winda nabe. Li hestiyariya bi kesên din re (empatî) di dawiya kar de nayê qutkirin. Dibe ku profesyoneltî alîkariya rojnamegeran bike ku karê xwe di bin şert û mercên zehmet de bikin lê ew wan li hemberî encamên derûnî yên tiştên ku ew dibin şahid naparêze.
Parastin û piştgirî erka saziyan e
Ji ber vê sedemê, divê hişyariya li ser travmayê bibe beşekî bingehîn ê profesyoneltiya rojnamegeriyê. Rojnamegerên ku bi rizgarbûyên şer, şkence, koçberî yan jî komkujiyan re dixebitin, divê fêhm bikin ka travma çawa bandorê li bîranîn, tevger û pêwendiyan dike.
Divê ew nîşanên tengasiya derûnî ne tenê di wan kesên ku bi wan re hevpeyvînê dikin de, di heman demê de di xwe de jî nas bikin. Divê nûçegihaniya li ser bingehê zanyariyên travmayê wekî jêhatîbûneke pîşeyî ya bingehîn were dîtin ku ji etîk, rêbazên lêkolînê yan jî parastina çavkaniyan ne kêmtir girîng e.
Ya herî girîng jî ew e ku rojnamegerên ku ji erkên gelekî zehmet vedigerin, bikaribin xwe bigihînin şêwirmendiya profesyonel û piştgiriya derûnî. Lêgerîna li piştgiriyeke wiha nabe ku qet wekî qelsiyekê bê dîtin. Berovajî vê yekê, ew berpirsyariya pîşeyî û xwensaînê nîşan dide.
Ti kes çaverê nake ku agirkuj, bijîşkên hawarçûnê yan xebatkarên rizgarkirinê bi tena serê xwe serpêhatiyên travmatîk ên giran çareser bikin. Ji ber vê yekê ti sedem nîne ku em vê yekê ji rojnamegeran bixwazin.
Ji ber vê yekê berpirsyariya weşanger, weşangerên televîzyonan û saziyên medyayê ji peydakirina alavên ewlehiya fîzîkî û rahênana ewlehiyê wêdetir diçe.
Divê ew pêkhateyên sazîbûnê ava bikin ku tê de xweparastin, piştgirî û çavdêrîkirin bibin beşeke asayî ya jiyana pîşeyî. Jêhatîbûna li ser travmayê nabe ku bibe komxebateke bijarte ku tenê çend kesên dildar beşdarî wê dibin.
Piştgiriya derûnî nabe ku tenê piştî derketina krîzekê hebe. Divê her du jî di nav çand û pêkhateya saziyên medyayê de cih bigirin.
Şahid jî hewceyî parastinê ne
Li cîhanê kêm herêman bi qasî Kurdistan û herêmên cîranê wê travmayên bikom ên li ser hev jiyane. Rojnameger bûn şahidê van hemûyan. Wan ew bîranînên ku heke ne ew bûna dê winda bibûna, parastin.
Wan ew tiştên ku tawanbaran dixwestin veşêrin, belge kirin. Bêyî karê wan, em dê li ser gorên bikom ên Şingalê, rizgarbûyên Helebcê, jinên ku ji dîlbûna DAIŞê reviyane û bêhejmar çîrokên din ên ku dibe di nav bêdengiyê de winda bibûna, gelekî kêmtir zanyariyan bidest bixin. Lê belê kesên ku bîranînan diparêzin gelek caran barê wê jî hildigirin.
Civak ne tenê deyndarê wêrekiya van rojnamegeran e. Civak deyndarê parastina wan e. Deyndarê naskirina keda wan e.
Beriya her tiştî, civak deyndar e ku piştrast bike ku dê birînên wan rojnamegeran beriya ku pir kûr bibin werin naskirin. Dibe ku tam di vê kêliyê de, li devereke cîhanê rojnamegerek piştî ku ji kampeke koçberan, gundekî wêrankirî yan jî cîhekî ku malbatan nû hezkiriyên xwe lê veşartine vegeriyabe û di jûrekê de bi tenê rûniştibe. Nûçe hat şandin. Wêne hatin weşandin. Bala rayagiştî ji zû ve ye çûye ser tiştekî din.
Lê di nava wî rojnamegerî de, çîrok didome. Dibe ku dengê zarokekî hîn jî di bîranînan de olan bide. Dibe ku rûyê dayîkeke şîndar ji nişka ve vegere. Pirs li ser tiştên ku hatine dîtin, fêmkirin û ka gelo dadperwerî ji bo wan kesên ku çîrokên xwe emanetî kesekî biyanî yê defterek an kamerayek hilgirtî kirine, pêk hatiye yan na, dimînin.
Ji bo cîhanê, dibe ku ev bûyer êdî tenê nûçeyeke doh be. Lê ji bo rojnamegerê ku bûye şahid, dibe ku pêvajoya fêhmkirin û jiyana bi tiştên ku qewimîne re nû dest pê bike.
Em wekî civak, bi mafdarî qurbaniyên şer, komkujî, şkence û koçberiyê bi bîr tînin. Lê divê em wan kesan jî bi bîr bînin ku piştrast dikin ku ev êş neyê înkarkirin û neyê jibîrkirin.
Rojnameger van çîrokan di ser sînor û nifşan re derbas dikin. Dema ku vê yekê dikin, gelek caran ew tiştekî din jî hildigirin: Birînên ku li ber çavê rayagiştî veşartî dimînin lê piştî ku sernavên nûçeyan ji bîr dibin jî jiyana wan dirust dikin.
Ew birînên veşartî heq dikin ku bên naskirin, parastin û dermankirin. Ne tenê ji ber xatirê rojnamegeran bi xwe, di heman demê de ji bo yekparçeyiya rojnamegeriyê û ji bo wan civakên ku girêdayî wê ne.
Rastî pêwîstî bi şahidan dibîne. Û şahid jî pêwîstî bi parastinê dibînin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)