Têkiliyên Kurd û Cihûyan li aliyekî, Kurdên Cihû bi xwe jî li aliyekî ne. Bi ya min heta hebûna Kurdên Cihû neyê fêmkirin, berjewendiyên Kurd û Cihûyan hevaheng nabin. Sala borî li Almanyayê komînîteyên her du miletan konferanseke piçûk lê nav û dengê wê mezin li dar xist. Bi rastî jî ev konferans yekemîn bû û hin alî jî jê aciz bûn, lê piraniya Kurdan konferans li cih dît. Helbet sedemên vê lidarxistina dereng û li dijî derketinê bi serê xwe mijarek e. Lê em dizanin dewletên herêmê bi salan e Kurdan li dijî Cihûyan provoke dikin û bi xwe jî navbera xwe xirab nakin. Helbet stresa hêzên antî Kurd vala nîne. Îro bazara zanist, fînans, îstixbarat û teknolojîya şerên paşerojê piranî di destê Cihûyan de ne. Heger Kurd jî van rêzederfetan bi kar bînin, gelo dê Rojhilata Navîn wek xwe bimîne?
Na, ne mumkin e!
Pêşiyan gotiye “Serê du beranan di dizekî de nakele.” Lewra dîrok bi cîhguhertina dewletan pêş dikeve û heta miletek bêhêz nekeve, yên din dernakeve pêş. Asya çawa bê Çîn, Kafkasya bê Ûris, Balkan bê Polonya nabe, Rojhilata Navîn jî bê Kurdistanê serê xwe nagire. Ji xwe piştî şerê 7ê Cotmehê Îsraîl, ser hev nikare bê neteweyeke herêmî û dostane xwe biparêze û bijî. Êdî ji bo ewlekariya Îsraîlê rejîmên dost têrê nakin û ji Îsraîlê re samîmiyeta miletan jî lazim e. Mixabin li Rojhilata Navîn êdî fundamentalîzm him îqtidar e him mixalefet e û antîsemîtîzm her diçe dikeve dibistan, mizgeft û malan. Ne tenê di nav Ereb û Tirkên li herêmê, di nav diyaspora û cografyaya Misilmanên din de jî antîsemîtîzm bilind dibe. Di vê gengeşiyê de Kurd tenê ji Cihûyan re rêz digirin.
Ya rastî xencî xwendin û bihistinên aktuel, min di derbarê Kurdên Cihû de ji qadê pir tişt nizanibû. Wisa xuya ye ji rexneyên polîtîk û îzahatên akademîk zêdetir rastiya herî tendurist jiyana mirovan e. Ew jiyana ku tê de dostî û dijminî di çend xulekan de reş û spî dibe. Vê mehê çend pirtûkên di derbarê jiyan û kesayetiyên Cihûyan de gîhaştin destê min. Fexrîye Adsay, ev çend sal in bê navber li ser kesayetî û ramangeriya Cihûyan wergeran dike. Adsay, di 2025an de pirtûka bi navê “My Father's Paradise” Bihuşta Bavê Min, ji Îngilîzî wergerand Kurdî û pirtûk ji weşanên Avestayê derketiye.
Bihuşta Bavê Min pirtûkeke biyografîk e lê bi piranî behsa malbateke ku bi salan li başûrê Kurdistanê niştecih bûye dike. Pirtûk li derdora jiyana Yona Beh Sabaghê ji Zaxoyê û kurê Rahamîm û Meryemê û nevîyê Efrayîm derbas dibe. Malbata Beh Sabagh bi vegotina Arielê lawê Yonaye ku ji çaremîn jenerasyona malbatê ye hatiye nivîsandin.
Di biyografiya Yona Sabagh de “Kurdistana Cihûyan” vê carê bi meraq û mitalên xortekî Kurd û ji cihê bûyeran tê nivîsandin. Rola malbata Efrayîmê Boyaxvan an jî malbata Beh Sabagh li Zaxoyê ji ber nijadperestiyê roj bi roj çawa kêm dibe û endamên malbatê bi kîjan psîkolojiyê koçî Orşelîmê dikin, di çîroka her endamî de cuda cuda tê ziman. Malbateke bi dest, pişt û aqilê xwe bazirganiyê dike û çawa bûye xwedî sermayeyeke bi hesteke xwezayî di pirtûkê de cih digire.
Kalikê Yona, yanî Efrayîm, gava neviyê wî (Yona) tê dinê dibêje: “Dengê wî wê bifire heta ber Stenbolê.” Di jiyanê de dengê Yona pir dernakeve lê zîrekî û zekaya wî, wî ji Zaxoyê dibe Amerîkayê. Yonayê ku li Kurdistanê di nav dewlemendiyê de çavê xwe vekiriye, di demeke kin de bi cihêkarî, piçûkdîtina etnîk, koçberî, feqîrî û tirsê re rû bi rû dimîne. Arielê, lawê Yona vê destpêkê wiha îfade dike: “Bavê min û hevalên wî wê demê nizanîbûn ku ew nifşê dawîn ên Cihûyên Îraqê ne.”
Hin bûyer hene hîna jî têra xwe nayên guftûgokirin. Di derbarê Holokostê de pir caran em berê xwe didin Ewropayê lê heman nêzîkatî li welatên Ereban jî hatiye pejirandin. Û ev nêzîkatî piştî koça Cihûyan li dijî Kurdan berdewam dike. Piştî avabûna dewleta Îsraîlê, zextên li ser Cihûyên nav Ereban zêdetir bûne û Îraq yek ji wan adresan e ku antîsemîtîzm lê tûj bûye. Dewleta Îraqê li pey hev hin qanûnan dike meriyetê. “Di parlamentoya Îraqê de siyonîzm wek sûc tê qebûlkirin” û li pey wê “destdanîna ser mal û milk, bê nasname hiştin, betalkirina lîsansa doktorayê, banke û ji kar derxistin” dibin bertekên fermî. Û di wê pêvajoyê de “Li gor texmîneke rayedarên Îraqî heta Cotmeha 1948an nêzîkî 20 milyon paundên Brîtanî pere standin ji Cihûyan.” Bê gûman ev kiryarên hanê ji me re xerîb nayên. Lê wek her tim bandora herî mezin di şikestina têkiliyên civakî û cinarî de çêdibe. Ji xwe ya ku Cihû 2000 sal sirgûnî hiştine ev e. Lewma ji gava Îsraîl ava dibe him lider him jî milletê Cihû li derdora dewleta xwe kom dibin. Bi vê armancê Cihûyên Kurdistanê û Îraqê jî bi “Operasyona Ezra û Nehemya” tên revandin an bi xwe direvin.
Lê ya herî girîng ev e ku bi îlankirina Îsraîlê re sazbûna neteweyê, dewletê û şexsiyeta Îsraîliyan bi hev re dest pê dike. Sehneya jêrîn vê hevgirtinê piştrast dike: “Yên dihatin bi çend zimanî dipeyivin. Ne hevdu fêm dikirin ne jî Îsraîlî fêm dikirin; piraniya wan ji bilî rîtûel û duayên kenîşteyê pê ve, Îbranî li ti deverê nebihîstibû. Gelek ji wan pîr, seqet an nexweş bûn û pêdiviya wan bi lênêrîna tibî hebû.”
Îsraîla modern piştî vê resmê tê sazkirin. Jiyana Yona Sabagh piştî van rojan vedigere jiyana Kurdekî Cihû yê sirgûnî. Yona û malbata xwe salên ewil li Îsraîlê pir zehmetî û feqîriyê dibînin. Lê ya ku Yona xilas dike bîra zaroktiya wî ya li Kurdistanê ye û bi saya wê jî dikeve nav jiyana akademîk. Yona Sabagh rojê diçe kar, êvaran diçe mektebê. Saziyên dewletê wê demê li ser çand, ziman, tomarkirina berhemên kevin, duristkirina belgeyan, qeydkirina çîrok û dengan lêkolînan dikin.
Rojekê mamosteyê wî jê re dibêje: “Têkeve nav bîra xwe. Peyvên li Kurdistanê tu bi dê û bavê xwe re dipeyivî bîne bîra xwe û wan peyvên Aramî yên wekî ku ji Îbranî hatibin xuya dikin hemûyan binivîse.” Ji vê gotinê şûn ve Yona ji wan re, ew jî ji Yona re dibin şans. Yona ji bapîrê xwe zêmarên Aramî bihîstiye û dinase û bi saya van xatireyan di karê xwe yên teze de dibe xwendekarekî berbiçav. Ewladekî berpirsiyar, Kurdekî Cihû, telebeyekî bixîret û xoşewîstekî bêdeng û bavekî tradîsyonel di jiyana Yona de pêda pêda dibin nasnameyên civakî. Beşa dawîn de ev nasname hêdî hêdî dibin serpêhatiyên bavekî kal û mîrata malê dikeve ser milên Ariel. Ariel û bavê xwe dereng hevdû keşif dikin. Ev keşif piranî ya Ariel e. Lewra Ariel fena bavê xwe bi tirs û veşartina hin fikr û sedeman mezin nebûye. Dibe ku biyografîya Yona ji pîştî vê diyaloga bav û law derketîbe holê û çûyîna Zaxoyê jî yek ji van gavan e.
Ji xwe di beşa dawîn de binhişiya Yona û Ariel dikevin nav hev. Yona bav e lê ruhê wî ji bêrîkirin û biyanîbûnê hîna zarok e. Ariel zaroke lê ji ber dereng nasîya hin tiştan xemgîn e. Heta rûpela dawîn ji jiyana malbata Beh Sabagh û endamên wê li pey rabirdû û rehendên xwe digerin. Çîrokeke dîrokî ku bi zimanekî herikbar û hestewar hatiye, vegeriyaye berhemeke edebî. Pîştî xilaskirina pîrtûkê jî mirov nikare biryara xwe bide.
Gelo ev çirok ya Yona ye an ya Ariel e? Ev roman e yan biyografî ye?
Lewra dîrok, roman, çîrok û biyografî hemî di Bihuşta Bavê Min de xwedî par in. Belkî ji ya ku Cihû du hezar salan li ser piyan hiştine û îro wek yek milet dikarin dinyayê bi rê ve bibin jî ev e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


.jpg&w=3840&q=75)
