Serokwezîrê Pakistanê Zulfiqar Ali Bhutto salên 1970yî siyaseteke Îslamî li herêmê dimeşand û hewl dida serkirdeyên welatên Îslamî nêzîkî hev bike. Paşê jî Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Necmettîn Erbakan xwestibû ku "NATOyeke Îslamî" were damezirandin. Bi dehan salan piştî wan hewldanan, Peymana Mekeyê di navbera Pakistan, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê de hat îmzekirin lê hîn gelekî dûr e ku wekî blokeke yekdest yan jî NATOyeke Îslamî were dîtin.
Ji aliyê jeo-aborî ve, rûdanên zêdetirî deh salên borî, bi taybetî şerên di navbera salên 2023-2026an de, pêşbaziya li ser korîdorên veguhastina kel û pelan û enerjiyê û dîtina rêyên alternatîf zêdetir kiriye. Tevî vê yekê, di hevpeymaniyên siyasî û leşkerî yên herêmê de guherîneke girîng çêdibe û Peymana Mekeyê wekî beşek ji vê guherînê derdikeve pêş.
Palderên Peymana Mekeyê
Serokkomarê Amerîkayê John Kennedy sala 1961ê li pêşberî Parlamentoya Kanadayê gotibû: "Cografyayê em kirin cîran, dîrokê em kirin dost, aboriyê em kirin şirîk û pêdiviyê jî em kirin hevpeyman." Cografyayê Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiye nekirine cîran lê dîrok, berjewendiyên aborî û pêdiviyên ewlehiyê wan bi hev ve girê dide.
Nabe ku Peymana Mekeyê tenê wekî bersiveke ji bo şerê 2026an ê Îranê were xwendin. Her çend ew şer, wekî ku Serokkomarê Tirkiyeyê jî amaje pê kiriye, bandoreke mezin li ser pêkanîna peymanê hebû jî dan û standinên li ser damezirandina peymanê berî şer dest pê kiribûn. Nexwe, şerê 2026an ev pêvajo leztir û bileztir kir, ne ku ji bingeh ve ava kiribe.
Bi giştî, cîhan di qonaxeke çavdêriya ducare ya li ser hevpeymaniyên siyasî û leşkerî de derbas dibe. Nîqaşên navxwe yên NATOyê, guherînên di pêwendiyên Amerîka û Îsraîlê de, nêzîkbûna Çîn, Rûsya, Koreya Bakur û Îranê, hewldanên Amerîkayê yên ji bo xurtkirina pêgeha xwe ya li Îndo-Pasîfîkê û birêxistina ducare ya pêwendiyên xwe yên bi hevpeymanên trans-atlantîk re, hemû nîşana wê yekê ne ku hevpeymaniyên cîhanî di xaleke werçerxanê de ne.
Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistan xwedî taybetmendiyeke hevpar in. Her sêyan jî pêwendiyên girîng bi Amerîkayê re hene lê di heman demê de pêwendiyên xwe bi hêzên din re jî bi pêş xistine û li pey parastin yan jî berfirehkirina otonomiya xwe ya stratejîk in. Erebistana Siûdî di dema şerê Ukraynayê de daxwaza Amerîkayê ya ji bo zêdekirina hilberîna petrolê red kir. Tirkiye, tevî endamtiya xwe ya NATOyê, sîstema parastina asmanî ya S-400an a Rûsyayê kirî. Pakistanê jî li gel parastina pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê re, şirîkatiya xwe ya stratejîk bi Çînê re bi pêş xistiye.
Şerên Ukrayna, Xeze, Hizbulah, Hûsî û Îranê, dilgiraniya welatên herêmê ya li ser arasteya bal û pêbendiyên Washingtonê û sînorê şiyanên wê wekî şirîkekî ewlehî û leşkerî zêdetir kir. Van şokan lawaziyên sîwana ewlehiyê ya pêşerojê û lawaziya rêyên enerjî û bazirganiyê eşkere kir, ev jî bû palderek ku hinek ji hevpeymanên Amerîkayê li pey mekanîzmayên herêmî yên zêdetir bin.
Li gorî amarekê di dema şerê îsal de, ji zêdetirî 7 hezar û 504 êrişên Îranê û komên hevpeymanên wê yên li ser welatên Ereban, zêdetirî hezar û 234 êriş arasteyî Erebistana Siûdî hatine kirin. Helbet pirsgirêka mezin ji bo Erebistana Siûdî tenê êrişên rasterast nebûn, girtina Tengava Hurmizê û hewldanên Hûsiyan û komên din ên çekdar ji bo astengkirina hinartina petrola Erebistana Siûdî ya bi rêya bendera Yenbuyê pirsgirêkeke mezintir bû.
Tirkiye jî li Îraq, Herêma Kurdistanê û axa xwe çend caran rastî êrişan hat lê metirsiya şer ji bo Enqereyê tenê ne ewlehî bû. Bihabûna petrolê bandoreke rasterast li ser rewşa aboriya navxwe ya Tirkiyeyê û rêjeya enflasyonê kir. Di heman demê de girîngiya Tirkiyeyê wekî korîdoreke bejahî ya alternatîf ji bo veguhastina enerjiyê zêdetir bû.
Qebareya bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Erebistana Siûdî re di ser 8 milyar dolarî re ye. Ji ber vê yekê têkçûna ewlehiya Erebistana Siûdî tenê pirsgirêkeke siyasî û ewlehî ji bo Enqereyê ava nake, di heman demê de zererê dide berjewendiyên wê yên aborî û stratejîk jî.
Pakistanê berî Peymana Mekeyê jî pêwendiyên parastinê yên dîrokî bi Erebistana Siûdî re hebûn. Riyadê sala 2024an biryar da ku veberhênaneke zêdetirî 5 milyar dolarî li Pakistanê bike. Zêdetirî 2 milyon û nîv welatiyên Pakistanî li Erebistana Siûdî dijîn û dixebitin. Gava ku ev pêwendiyên dîrokî, leşkerî, aborî û mirovî li gel dilgiraniyên ewlehiyê li cem hev werin danîn, wê demê palderên Peymana Mekeyê zelaltir derdikevin holê.
Peymana Mekeyê û Amerîka
Yek ji şîroveyên berbelav ew e ku Peymana Mekeyê nîşana vekişîna Amerîkayê û kêmkirina pêbendiyên parastinê yên Washingtonê ye li Kendavê. Piştî şerê Îranê û girtina Tengava Hurmizê, welatên Kendavê, bi taybetî Erebistana Siûdî, zêdetir ji metirsiya pişttêkirina tam a bi parastina Amerîkayê fêm kirin. Ev şîrove heta radeyekê hinceta xwe heye lê dibe ku zêdegavî tê de hatibe kirin. Peymana Mekeyê pêdiviya Erebistana Siûdî bi Amerîkayê ji nav nabe. Riyad kirîna çek û cebilxaneyên Amerîkayê û rakêşana veberhênana stratejîk a Amerîkayê didomîne, di nav wan de bipêşxistina bernameya atomî jî heye.
Her ji serdema yekem a serokatiya Donald Trump de, Washingtonê piştgiriya avakirina "Hevpeymaniya Stratejîk a Rojhilata Navîn" di navbera welatên Kendavê, Misir û Urdinê de dikir. Tiştê ku Erebistana Siûdî niha kiriye cuda ye, çimkî li şûna Misir û Urdinê, Tirkiye û Pakistan di navenda peymanê de ne lê bingeha her du projeyan ji girtina berpirsyariya zêdetir a ji aliyê hevpeymanên herêmî ve pêk tê.
Peymana Mekeyê jî di çend waran de bi berjewendiyên Washingtonê re dibe yek, parastina rêyên enerjiyê, berdewamiya bazirganiyê ya li Hurmiz û Bab el-Mendebê, xurtkirina parastina asmanî û sînordarkirina gefa Hûsiyan û komên çekdar ên Îraqê.
Berfirehbûna rola herêmî ya Tirkiyeyê jî di hinek waran de bi berjewendiyên Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewropayê re dibe yek, bi taybetî di xurtkirina baskê başûr ê NATOyê de. Enqere û Washington di hemû mijaran de ne hevnêrîn in lê di çend dosyeyên sereke yên Îraq û Sûriyeyê de, herî kêm ji bo niha, ji berê hevahengtir diçin. Washington her wiha pêwendiyeke bihêz bi Erebistana Siûdî û Pakistanê re jî heye.
Ji ber vê yekê peyman dikare bibe beşek ji dabeşkirina barê ewlehiyê ji bo Amerîkayê, hevpeyman şiyaneke herêmî ya zêdetir ava dikin, di demekê de ku pişta xwe bi teknolojî, zanyarî, lojîstîk û sîwana stratejîk a Amerîkayê ve girê didin. Loma çêtir e ku peyman wekî herêmîkirina beşek ji erkên ewlehiyê were dîtin, ne wekî belgeya bidawîhatina rola Amerîkayê.
Hevsengkirina Îranê û sînordarkirina Îsraîlê?
Îran ji bo Erebistana Siûdî gefeke leşkerî ya rasterasttir e. Mûşek û dron, Hûsî, komên çekdar ên Îraqê, Tengava Hurmizê û gefa li ser binesaziya enerjiyê, hemû dikevin nav hesabên ewlehiyê yên Riyadê. Îran bi hêsanî dest ji tora rehên xwe yên "Mîhwera Berxwedanê" û komên hevpeymanên wê bernade, çimkî ev tor beşeke sereke ya stratejiya rêgirtin û parastina Tehranê ye.
Birêvebirên Tirkiye û Pakistanê bi berdewamî teqez dikin ku Peymana Mekeyê parastin e û ne li dijî ti welatan e lê heta eger peyman bi fermî li dijî Îranê nebe jî, bi wê stratejiya ku Tehran ji bo veguhastina şer ji bo ax û binesaziya welatên herêmê, girtina Hurmizê yan rêyên din û bikaranîna komên hevpeyman dimeşîne re ne li hev e.
Li beramberî vê, Îsraîl ji bo endamên peymanê cureyekî din ê dilgiraniyê ava dike. Li vir mebest zêdetir hevsengkirina desthilatdariya siyasî û stratejîk a Îsraîlê ye. Peymana Mekeyê dikare destê Erebistana Siûdî di dan û standinên li ser asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re bihêztir bike. Beşdariya Riyadê di Peymana Brahîm de, eger pêk were, dê ne di bin guvaşa heman neçariyên ewlehiyê yên pêşerojê de be. Li gorî vê, Peymana Mekeyê li beramberî Îranê zêdetir bandora rêgirtina leşkerî heye, di demekê de ku li beramberî Îsraîlê dikare bibe amûrek ji bo hevsengkirina siyasî û stratejîk.
Gelo peyman dê bi ser bikeve?
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Peymana Mekeyê ew e ku berovajî peymanên dîrokî yên wekî Sadabad an jî Peymana Bexdayê, bi zelalî nehatiye diyarkirin ku li beramberî kîjan gefê hatiye avakirin. Birêvebirên Tirkiye û Pakistanê teqez dikin ku peyman parastin e û ne li dijî ti welatan e. Deriyê peymanê jî ji bo beşdariya welatên din vekirî ye.
Hebûna maddeyeke wekî madeya 5an a NATOyê jî nayê wê wateyê ku her êrişek dê bi awayekî otomatîk hemû endaman bixe nav şer, alîkarî dikare bi şêweyê parvekirina agahiyan, parastina asmanî, piştgiriya lojîstîk, dabînkirina çekan, guvaşa siyasî yan jî tenê di rewşeke taybet de, destwerdana leşkerî be.
Erebistana Siûdî xwesteka xwe ya ji bo bersivdana gefên Hûsiyan û komên çekdar ên Îraqê nîşan daye lê hîn ne zelal e ka hevpeymanên wê amade ne vê bersivdanê ji bo rûbirûbûna rasterast bi Tehranê re berfireh bikin. Loma êrişên Hûsiyan û îhtimala piralîbûna tevgerên komên çekdar ên Îraqê, dê bibin ezmûna yekem a rasteqîn a pêbendiyên peymanê.
Xaleke din ew e ku Tirkiye nêzîkî 560 kîlometreyan û Pakistan jî li ser 900 kîlometreyan sînorê bejahî bi Îranê re hene, di îhtimala şerekî gumanbar ê rasterast de -ku dûr e- ev cografya dikare pirsgirêkê ji bo Tehranê ava bike lê girîngiya lezgîn a van sînoran zêdetir aborî ye, çimkî di rewşa niha ya guvaş û dorpêça deryayî de, rêyên bejahî ji bo bazirganî û pêwendiya derve ya Îranê girîngiyeke zêdetir peyda kirine.
Ev pêwendiyên sînorî û bazirganî dikarin li gorî asta hevkariya Enqere û Îslamabadê ya bi Tehranê re, bibin amûreke guvaşa aborî.
Bi hev ve girêdana Pakistanê bi Kendavê û ji wir jî bi Tirkiyeyê re, sêquncikeke nû ya ewlehî û jeopolîtîk pêk tîne. Di hinek şîroveyan de jî, berfirehbûna peymanê dibe ku wekî derketina "kevaneke Suniyan" ji Pakistanê heta Tirkiyeyê were dîtin lê cudahiya araste û berjewendiyên endaman rê nade ku herî kêm niha ev cografya wekî blokeke mezhebî ya yekgirtî were pênasekirin.
Herêm bi awayekî tam li ser blokên girtî dabeş nebûye, 3 xetên sereke derdikevin pêş, Peymana Brahîm, Mîhwera Berxwedanê û sêquncika Enqere-Riyad-Îslamabadê. Sînor û endamtiya van rêyan hîn sist, tevlîhev û guherbar in, di navenda hemûyan de jî, endezyariya ewlehî û jeo-aborî ya Amerîkayê bandora xwe parastiye.
Dawî
Peyman amadehiyeke saziyî ye ji bo îhtimala derketina ducare ya şer û nearamiyê li herêmê. Niha Rojhilata Navîn di çerxeke "ne şer û ne aştî" de ye, aktorên herêmî yên wekî Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiye xwe ji bo îhtimala şerekî din amade dikin, di demekê de ku naxwazin şer ducare derkeve.
Peyman niha ne NATOyeke Îslamî ye, ne alternatîfa sîwana ewlehiyê ya Amerîkayê ye û ne jî hevpeymaniyeke tam a li dijî Îran û Îsraîlê ye, mekanîzmayeke nû ya dabeşkirina barê ewlehiyê û avakirina rêgirtina herêmî ye, mekanîzmayek ku armanca wê ya sereke parastina Erebistana Siûdî û rêyên enerjî û bazirganiyê ye, li gel sînordarkirina şiyana aktorên dewletî û nadedewletî ji bo veguhastina şer ji bo ax û binesaziya endamên wê.
Peymana Mekeyê beşek ji pêkhateya ducare ya hevpeymaniyên herêmê ye piştî zincîreyeke şokên leşkerî, siyasî û aborî. Ev pêkhate hîn bi temamî neqediyaye û sînor û arasteyên wê ne zelal in.
Peyman aştiyê ava nake û şer jî wekî tiştekî mitleq nabîne, lêçûna êrişê bilind dike û şiyana endamên wê ya ji bo rêgirtin, birêvebirin yan jî rûbirûbûna di şerekî paşerojê de zêde dike. Ev e wateya rasteqîn a çerxa şer û na-şer, rewşek ku tê de alî qala aştiyê dikin, di demekê de ku ji bo îhtimala şerekî din xwe amade dikin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



