Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ketine navbera du arasteyên siyasetê ku li pêşber pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê bûye sedema xetimînê. Encamên vê yekê jî bûne sedema bêbandorbûna parlamentoyê û pêknehatina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê.
Dibe ku her du nêrîn werin komkirin û li ser arasteyekê bên yekkirin û dawî li vê qeyrana siyasî bê anîn, krîzek ku ji bilî rawestandina şerê medyayî, dê aramî û dilniyabûnê jî bide xelkê Kurdistanê.
Nêrîna PDKyê
PDK bi awayekî mentiqî tevdigere û zelaltir siyasetê dike. Ji ber ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û diyarbûna kursiyan, aliyên siyasî ketin nav gereke gotûbêjên siyasî yên zêde bi YNKyê re.
Wekî ku her du alî jî amaje pê dikin, wan li ser şêwazê hikumdarî û desthilatê li hev kiriye. Di warê mentiqê siyasî de, ev ji post û kursiyan girîngtir e, çimkî nexşerêya kar, rêgezên hevpar û cudakirina desthilatan, stûna karê siyasî û sazûmanî ye. Ewên din ku xwe di postan de dibînin, tenê amûrên bicihkirina wê siyaseta li ser hatiye lihevkirin in.
Ji ber vê yekê, dema PDK dibêje em li gorî hejmara kursiyên YNKê pê re tevdigerin, ev yek bi temamî mafê PDKê ye. Çimkî di serî de li ser wan bingeh û prensîban rûniştine û civiyane. Nabe di nîvê rê de, piştî ew qasî civîn, rûniştin û peymanên li ser bingehên sereke, YNK bi hevbendiyeke nû derkeve qadê û hemû karên berê yên ku dem ji bo wan hatiye terxankirin û ked li ser wan hatiye rêtin, serobin bike.
Nêrîna YNKyê
YNK rijd e ku divê PDK kursiyên wê û yên Nifşê Nû bi hev re hesab bike û wan wekî paketekê wergire. Ev di demekê de ye ku hîn jî ti peymanên fermî di navbera YNK û Nifşê Nû de nehatiye kirin û tenê peyamên medyayî ne, neçûne ser kaxezê.
Ev hevbendiya wan bi Nifşê Nû re, di destpêka pêvajoya rûniştina bi PDKyê re nehatiye kirin, belkî piştî zêdetirî salekê ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin. Heke ji serî ve bi hevbendiyeke hevpar hatibana û bi PDKyê re rûniştibana, wê demê mafê YNKyê hebû wiha bike.
YNK dixwaze bi kursiyên Nifşê Nû, di warê hejmara kursiyên parlamentoyê de xwe bi PDKyê re wekhev bike û rewşeke taybet li ser ferz bike. Ev rewş ne encama hilbijartinê yan destpêka gotûbêjên navbera YNK û PDKyê ye, belkî cureyekî xweferzkirina siyasî li ser PDKyê ye, ev jî me nagihîne tu derê û tu navberê ji bo lihevkirinê nahêle.
Çareserî çi ye?
Ji bo rizgarbûna ji vê krîza siyasî û derbaskirina vê korgirêkê, gelek destpêşxeriyên fermî û nefermî ji hundir û derveyî Herêma Kurdistanê ji bo her du aliyan hatine kirin.
Lê ya herî girîng, destpêşxeriya birêz Serok Mesûd Barzanî bû ku bi helkefta Cejna Qurbanê belav kir. Di wê peyamê de, hemû alî xistin ber berpirsiyariya niştimanî û Kurdistanî. PDK jî wekî hemû partî û aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê nirxandiye û di çarçoveyeke giştî de lê mêze kiriye. Ev yek PDK, YNK û hemû aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê bê cudahî dixe bin heman berpirsiyariyê. Ji bo pratîzekirina destpêşxeriya birêz Serok Barzanî, kesê herî guncaw Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ye û cihê herî guncaw jî Serokatiya Herêma Kurdistanê ye.
Çimkî peyamên siyasî yên Serokê Herêma Kurdistanê, hem di rabirdûyê de hem jî niha, modelek e ji modelên nermgiriyê û dengekî zelal e ji bo yekrêziyê. Deriyek e ku heke hemû alî dest bidinê, me ji tariyê dibe ronahiyê.
Ew ku dikare hin kêşeyên derveyî Herêma Kurdistanê çareser bike û di her tengasîyekê de henaseyekê bibîne, dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê bişkîne û arîşeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê çare bike, çawa nikare vê girêka siyasî ya navbera PDK û YNKyê veke? Bi taybetî ku zemîn jî ji bo destpêşxeriya birêz Serok Barzanî ji bo her kesî û hemû aliyan amade û guncaw e.
Di dawiyê de, xasma PDK û YNK paşê hemû partî û aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê, mehkûm in ku Herêma Kurdistanê biparêzin û atmosfereke siyasî ya aram ji bo xelkê dabîn bikin. Rêya dawî, qonaxa dawî û encama dawî jî rûniştin, gotûbêj û danûstandin e. Hemû rêyên din hatine ceribandin û ya herî baş her rêkeftin bûye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



