Civîna G7ê îsal bi malxweyiya Fransayê hat lidarxistin. Wekî her carê, bi pêşwaziya mêvanan, xweşikbûna cihê civînê û çend daxuyaniyên fermî dest pê kir. Heft dewletên xwediyê ekonomiyên pêşkeftî û hin dewletên çavdêr (Qeter, Hindistan û Yekîtiya Ewropayê) deriyê xwe du rojan ji cîhanê re girtin. Komek sîyasetmedar û burokratan îsal jî tevî dosyayên veşartî, rewşa mirovahiyê nîqaş kir. Lê wekî her tim, ti kes bi naveroka van civînên luks, payebilind û encamveşartî nehesiya. Tenê ji raya giştî re çend wêne û roportajên kurt hatin dayîn û dîsa rojnameger kulîs bi kulîs ketin pey agahiyên nebihistî. Lê hingî ku Trump bûye serokê Amerîkayê, qîmeta kulîsan jî nemaye. Lewra Serokê Amerîkayê her tiştî bi xwe deşîfre dike.
Trump polemîkbazî kiriye pîvaneke dîplomasiyê û vê yekê dubare dike. Li Evianê jî ev domand. Çi qas mîkrofon û kamera dîtin, dest bi blof û tehdîdên xwe kir. Lê hin tiştên wî hebûn ku pir bêrêz bûn. Mînak: Macron, Merz, Carney, Takachi, Starmer û Meloni li ser masê çend xulekan rawestandin û gava ket hundir jî bi dengekî bilind ji wan re got: “Ez im patron.”
Helbet ji bo Trump ev ne tiştekî ecêb e lê her gotin û gavên wî wekî çakûçê li eynikê bikeve; dîplomasiyê hûrûxaşê hev dike. Trump wekî “teyrê ecelê li ser serê ” dewlatan digere, xuya ye wekî diktatorê kaos û kambaxiyê hatiye tayînkirin. Wekî hemû dîktatoran tenê pesnê xwe dide û mixalifan û mixalefetê sûcdar dike. Wekî hemûyan, nezan e, ked diz û bi kompleks e.
Di vê serdema dîktatorên biçûk û mezin de amadehiya rejîmên paşerojê dike. Ew qasî bêsînor e ku dikare buxtanan biavêje serokwezîreke jin û wê biçûk bixe. Ew qasî berjewendîperest e ku maseya dîplomasiyê wekî kaseya patronan dibîne. Hemû lîder jê aciz in, jê direvin, wêne û daxuyaniyên pê re kurt dibirin. Li Evianê di merasîma girtinê de her kesî bi hev re mişêwre dikir, Trump tenê li kamerayan mêze dikir. Xema wî nebû, çend skandalên nû kiribûn cêva xwe û li benda vegera Washingtonê bû.
Lê îja li Washingtonê ji bilî şovên Trump tiştên xweş jî diqewimin. Vekirina Pirtûkxaneya "l’Obamalisque" yek ji van bû. Ew Amerîkaya ku Trump wekî kompanyayekê dibîne, di vekirina pirtûkxaneya Obama de dîsa bi hêza xwe ya netewedewletên yekbûyî cihê xwe digirt. Ji xwe li ser dîwarên pirtûkxanea ku bi kevirên granît hatine çêkirin, bi tîpên ku her yek bejna wî metroyek û nîv e, “You Are America” yanî “Tu Amerîka Yî” hatiye nivîsandin.
Pirtûkxane bi şêweyekî endezyariya modern û klasîk ve hatiye sêwirandin. Di hundirê bînayê de tesîseke sporê, cihê lîstika zarokan, restoran, saloneke ku dişibe Ofîsa Oval, muzeyeke piçûk û pirtûkxaneyeke dîjîtal jî cihê xwe digirin. Gava mirov lê dinêre, wekî obelîskên Misirê (Les obélisques d'Égypte) xuya dike û fena apartmanên modern jî bêteşe nîne. Helbet li Amerîkayê bi sedan cihên wiha hene. Lê Obama Afroamerîkî ye û gelek nifşên çînên jêrîn xwe di temsîla wî de dibînin û Obama jî vê pêwendiyê qebûl dike. Ji ber vêya ji ev mekan qezenca wan çîna ne.
Du dîwarên avahiyê jî bi tîpên alfabetîk hatine çêkirin û ev hevok ji axaftineke Obama hatîye girtin. Obama di sala 2015an de li navçeya Selmayê ya girêdayî Alabamayê di merasîmekê de peyama serbilindiyê dabû civakên Afroamerîkî. Tê zanîn ku navçeya Selmayê ji bo dîroka miletê Afroamerîkî adreseke sembolîk e. Ji xwe Obama li wir bang li civata bajar dikir ku li mafên xwe xwedî derkevin. Yanî tiştên ku Trump, xerîb û nelazim dibîne. Nelazim dibîne lewra Trump dixwaze dîroka Amerîkayê jî ji nû ve binivîse û hewl dide dîrokeke li gorî “spîbûna” xwe biafirîne. Ji xwe bi vê hincetê di Adara 2025an de peywirnameyeke bi navê "Restoring Truth and Sanity to American History" Vegerandin û Eqilmendiya Dîroka Amerîkayê îmze kir. Dibe ku tesaduf be lê Trump, di saetên vekirina l’Obamalisquê de, danasîna balafira xwe ya ku diyariya Qeterê bû dikir. Li ber teyareyê wekî zarokekî bi titika xwe bilîze dilşad bû. Behsa qezencên xwe dikir û dixwest pêşîya vî karê Obama bigire. Yanî rastîya Amerîkayê di eynî rojê de li Washington û Chicagoyê wekî resmekî qelaştî ji ber hev diket.
Amerîkaya Trump li bazarê bû, Amerîkaya pirreng jî di baxçeyê pirtûkxaneya Obama de. Belkî jî êdî di sîyaseta cîhanê de hewldanên wiha zêde bibin. Wê hinek wekî Trump rastiyan reş bikin, hinek jî mîna Obama xebatên xwe bikin û doz û eqilên salan li muzexane û pirtûkxaneyan bidin ser hev û wekî dînamîkên veşartî ji mirovahiyê re bihêlin.
Çimkî “You are America” êdî ne tenê mesela Amerîkayê ye?
Bi rastî di 250 salîya xwe de ev gotin çi qasî li heyatê ye?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



