Heta ku neteweyek romanên xwe nenivîse, ziman dê nikaribe hemû barê jiyanê hilgire. Helbest êş û hestê neteweyekê vedibêje, çîrok bîranînên û mejiyê wê diparêze lê roman cîhanekê ava dike. Di wê cîhanê de ziman ne tenê tê bikaranîn, ew ziman tê bihêzkirin, tê berfirehkirin û dibe mala hezaran peyv, têgeh, devok û şêwazên vegotinê.
Romana Kurdî, bi tevahî dîroka xwe ya kurt, gavên girîng avêtine lê pirs hîn jî li cihê xwe dimîne: Ma romana Kurdî gihîştiye asta ku bikare di nav romanên cîhanê de cihê xwe bistîne gelo?
Ger em bi rastî li vê pirsê binêrin, em dibînin ku romana Kurdî ji aliyê hejmarên berheman ve pêşketineke girîng kiriye. Li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û Diyasporayê gelek romannivîsên Kurd derketine. Gelek ji wan bi şêwaz, mijarên cuda her yekî bi awayê xwe hewl daye ku romana Kurdî dewlemend bikin.
Lê pirsgirêka me tenê hejmar nîne. Pirsgirêk ew e ku van romanan çi qas di nav xwendevanên de cih girtiye.
Di wêjeya cîhanê de, gelek netewe bi romanan hatine naskirin. Dema ku navê Rûsyayê tê gotin, mirov Leo Tolstoy û Fyodor Dostoevsky tîne bîra xwe. Li Amerîkaya Latîn jî dinêre, Gabriel García Márquez û romanên wî li bîra me tên. Ji ber vê yekê, roman gelek caran dibe nûnerê çanda miletan. Pirs ev e: Ma em ji bo romana Kurdî dikarin çi derfetan biafirînin?
Yek ji sedemên ku romana Kurdî hîn pir nayê xwendin, kêmbûna wergerandinê ye. Heta ku romanek ji zimanê Kurdî li zimanên wek Îngilîzî, Almanî, Fransî û Rûsî neyê wergerandin ew di sînorê xwendevanên Kurd de dimîne. Werger tenê guhastina peyvan nîne; ew avakirina pirekê ye di navbera ziman û çandan de.
Her wiha pirs tenê wergerandin jî nîne. Em hewceyê sazî, weşanxane û derfetên edebî ne ku bikarin romanên Kurdî bigihînin bazarên navneteweyî. Gelek nivîskarên cîhanê ne tenê bi hêza nivîsên xwe, bi pergala weşangerî û wergerandinê gihiştine bi milyonan xwendevanên.
Di van salên dawî de, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî, tevî şert û mercên dijwar, hin derfet ji bo xebatên wêjeyî çêbûne. Lê ev derfet hîn jî têra pêdiviyên wêjeya kurdî nakin.
Herêma Kurdistanê jî bi gelek awayan piştgirî da xebatên wêjeyî. Bi rêxistina pêşangehên pirtûkan, festîvalên wêjeyî, xelatên edebî û piştgirîkirina weşanxaneyan, şert û mercên baştir ji bo afirîneriya wêjeyî hatine afirandin. Ev helwest ne tenê ji bo romana Kurdî, ji bo hemû cureyên edebiyata Kurdî û hemû zaravayên zimanê Kurdî girîng e.
Dema ku saziyên fermî û çandî nirxê wêjeyê dizanin û piştgiriyê dikin, ev yek hêz û moralê dide nivîskar, helbestvan, romannivîs û wergêran ku bi awayekî baştir xebata xwe bidomînin. Pêşketina romana Kurdî tenê bi hewldana kesane ya nivîskaran nayê misogerkirin; ew di heman demê de hewcedarê siyaseteke çandî ye ku xwendin, nivîsandin, çapkirin û wergerandinê wek nirxên bingehîn bibîne. Di vî warî de, hewlên ku di Herêma Kurdistanê de tên kirin dikarin bibin mînakeke baş ji bo pêşxistina hemû beşên wêjeya Kurdî.
Di aliyê din de, romana Kurdî xwedî dewlemendiyeke taybet e. Ew dîrokeke ku gelek caran nehatî nivîsandin vedibêje. Ew êş, koç, sînor, zindan, evîn, bîranîn û xewnên gelê kurd tîne nav rûpelan. Di romanê de gelek peyvên kevn, devok, gotinên gelêrî û awayên axaftinê têne parastin. Ji ber vê yekê, her romaneke Kurdî di heman demê de belgeyeke zimanî ye jî.
Lê divê em bi rastî jî rexneyê bikin. Hîn gelek romanên me ji aliyê avakirina romanê, çêkirina karakteran, teknîkên vegotinê û xebata edîtoriyê ve hewcedarê pêşketinê ne.
Roman tenê gotina çîrokekê nîne. Ew hunera avakirina cîhanekê ye. Çi qasî ku nivîskar bêtir bixwîne, bi wêjeya cîhanê re têkiliyê ava bike û li ser hunera romanê bixebite, ew qasî jî romana Kurdî dê bihêztir bibe.
Paşeroja romana Kurdî ne tenê di destê romannivîsan de ye. Ew di destê xwendevanan, rexnegiran, weşanxaneyan, wergeranan û saziyên çandî de ye jî. Heta ku em çandeke xwendinê û rexneyê biafirînin, romana Kurdî dê hêdî hêdî cihê xwe di wêjeya cîhanê de bistîne.
Roman ne tenê pirtûkek e ku mirov bixwîne û biqedîne. Roman bîra neteweyekê ye ku li ser kaxezê dijî. Her romaneke Kurdî ku tê nivîsandin, di rastiyê de kevirek e ku li ser avahiya ziman û çanda Kurdî tê danîn. Heke em bixwazin zimanê Kurdî di sedsala bîst û yekê de bi hêz bimîne, divê em bi heman girîngiyê ku li ser helbestê radiwestin, li ser romanê jî rawestin. Ji ber ku zimanekî ku nikare romanên xwe biafirîne, di dawiyê de di vegotina hemû çîrokên xwe de kêm dimîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)


