Rêwîtiya pirtûkan ji ya nivîskaran cudatir e û piraniya pirtûkan ji nivîskarên xwe temendirêjtir in. Nivîskar li malekê dijîn, pirtûk li hezaran malan. Nivîskar tenê bi zimanekî dinivîse lê pirtûk dikare bibe malê çend ziman û welatan. Ji pirtûkên pîroz bigire heta kopiyên dîjîtal, bi milyonan pirtûk, bi milyaran peyv û naverok îro cîhana çand û ramanê bi vê cudahiyê li ser pêyan digirin. Ji roja ku nivîsê dest pê kiriye ev serpêhatî bê navber didome. Bi vê domandinê re şer, şoreşên civakî, çand, bajarvanî, ol, rewşenbîrî û pêşketinên cûrbecûr derketine holê. Sedsal hatine girtin û vekirin, pergalên rêvebiriyê hilweşiyane, mîsyona pexemberan cih guherandiye, miletan serxwebûna xwe bi dest xistiye û dewletên nû hatine damezirandin. Yanî pirtûk di ref û dolaban de bê deng bisekinin jî di rûpelên wan de fişareke tsunamîk weşartî ye. Lewma jî pirtûk bi tena serê xwe cîhanek e û bi tevê zanyariyên xwe jî bandorê li zemanê têdayî dikin. Ji ber vê yekê jî împarator, qral, mîr, beg, emir û derebegan, bi pirtûk û pirtûkxaneyan pesnê xwe daye û hinekan ji wan alim, hunermend û fîlozof ji xwe re wekî dostên qedîm îlan kirine. Piştî ku dewletên modern saz bûn ev dostanî bi destê akademî, zanîngeh, saziyên perwerdeyê, çêkirina pirtûkxaneyên navendî û herêmî pêşketîtir bû lê fînala van pêşketinan çapkirin, belavkirin û pirbûna pirtûkan e.
Gava kapîtalîzmê pêşî li globalîzekirina zanistê vekir û pirtûkfiroşî kir beşek ji qezencê, weşangerî jî tevî vê xizmeta qedîm bûn û pirtûkxwendinê hin dînamîkên piralî bi xwe re derxistine. Rê li ber ekolên siyasî û îdeolojîk vebû û sînorên jiyana şexsî hat firehkirin. Her kes li gorî xwe vê bandorê dikare bi nav bike û mînakan bide. Lewra dinya çi qasî li dora berjewendiyên aborî bigere ew qasî jî li dora emir, ayet û teoriyên pirtûkî digere. Nav, nivîskar, naverok û neqlên wan dijberiya hev bikin jî li pişt perdê soz û wesiyetên pirtûkî hene.
Hevkî ironîk e lê di jiyanê de bav, dê, yar, dost, zarok, tenduristî, temen û xeyal tên diçin lê pirtûk zû bi zû cihê xwe bernadin. Lewma jî gelek mirov bi serê pirtûkan sond dixwin û wan wekî evînê qebûl dikin. Di nîsana borî de nûçeyeke piçûk di medyaya Fransî de derket. Di nûçeyê de behsa xwediyê pirtûkxaneya Libri Liberi û xanim Anna Hilbe dihat kirin. Anna Hilbe di 81 saliya xwe de xatir ji jiyanê xwestiye û çûye ser dilovaniya Xwedê. Bê guman ji derve ve ti taybetiya Anna Hilbeyê tune lê gava hûrgiliyên karê wê tên bihîstin, rêz û hurmeta mirov jê re çêdibe. Xanim Hilbe, bi eslê xwe Îtalyan e û mamoste bûye. Di sala 1977an de li Bolognayê ji xwe re cihekî pirtûkfiroşiyê yê piçûk vekiriye û lê kar kiriye. Helbet ev jî normal e lê ya balkêş ew e di dikana, Anna Hilbeyê de kirîn û firotin tune bûye. Her tişt li gorî prensîba “Bibe û Bîne” hatiye plankirin. Yanî tevahiya hejmara pirtûkan li ser alîkariya xwendevanan meşiyaye. Yên ku bixwazin pirtûkan tînin datînin, yên ku hewce bibînin jî dibin dixwînin û tînin. Ji ber vê yekê Libri Liberi (Pirtûkfiroşa Azad) li nav Bolognayê deng daye û bala şêniyan, turîstan û medyayê kişandiye. Ji xwe sedema bihîstina mirina Anna Hilbeyê jî ev e.
Piştî mirina xanimê pirsa herî mezin vekirin û girtina pirtûkfiroşan bûye. Îro pirsên wiha tenê ji bo Libri Liberi derbasdar nînin, hema hema tevahiya mekanîzmaya zanist û pirtûkfiroşiyê mixatabê vî tiştî ye. Bi taybetî piştî salên 2000î gelek pirtûkfiroşan bazara xwe winda kir, bikir û xwendevanan berê xwe da derfet û bihayên înternetê. Şirketên mezin ketin sektorê û pirtûkfiroşiyê ji mekanên sosyal kaşî depoyên barkirinê kirin. Lewra mekanên wekî Libri Liberi ne tenê cihê pirtûkan in, cihê sohbet, hevnasîn û teşwîqkirina xwendinê, pêşniyara berheman û niqaşkirina fikr û bûyerên aktuel in jî.
Ya ku Anna Hilbe û Libri Liberi taybet kiriye hevkî ev çand e lê mixabin em dîsa bi alîkariya pirtûkan dizanin ku her demê hin derdor ji pirtûkan aciz dibin. Wan dişewitînin, qedexe dikin û ji wan û xwendina wan ditirsin. Dîsa hin alî dixwazin li şûna eqilê azad û kesên serbixwe fikrên xwe dikte bikin, şaşî û tarîtiyê li miletan ferz bikin.
Helbet êdî şewitandina eşkere û leşkerî an faşîzma bi unîform tune lê tê xwestin li şûna wê pere, bazara yekdest û hişê mekîneyan bên bicihkirin. Dîsa li gorî nûçeyeke BFM TVya Fransayê, kompanyayeke Kanadayî ya bi navê Zoom Book ji bo dîjîtalkirina pirtûkan ji gelek welatan kolî bi kolî pirtûkên antîk dikire. Heta niha bi taybetî yên ku li ser lêkolîn û dîrokê berhev dike, dîjîtalîze dike û paşê jî dişewitîne. Helbet dîjîtalkirin ne xirab e lê şewitandin tiştekî ne qebûl e. Lewra ev niyet ji bo mîrasa miletan riskeke bêveger bi xwe re tîne. Risk e çimkî tiştên ku derbasî ser kaxezê bûne hemû bîr û bûyerên şaristaniyê dihewînin.
Hemû xebat, ked, dewlemendî û demokrasiya şaristaniyê ne. Deh, sed û hezar sal jî derbas bibin, pêdiviya mirovan bi çavkaniyên berê çêdibe. Helbet sîstema hişê çêkirî, data, dîjîtalîzm û torên medyaya civakî wê bêtir cih bigirin û bibin parçeyên jiyana paşerojê lê jiholêrakirina pirtûkên kevn ne hesabekî tesadûfî û ticarî ye bi ya min. Yên ku qaşo ji bo hişê çêkirî behsa hesanî û hevkarîyê dikin, çima dixwazin pirtûkan ji holê rakin? Yên ku behsa xizmeta civakan dikin, çima bi eyarê twît, weşan û nivîsînên ne bi dilê xwe dilîzin? An ez pirsa xwe wiha bikim: Yên ku bi algorîtmaya hemû sepanan dilîzin dê çawa mafê rewşenbîriyê biparêzin û rê bidin azadî û nêzîkatîyên lêpirsîner? Dê çawa pirtûk û zanistê wekî Anna Hilbeyan biparêzin? Dê çawa bi salan bêjin; bê pere, “bibe û bîne.” Yan jî dê karibin “Libri Liberi”yên modern û sanal ava bikin?
Vê gavê ne bawer im!
Ne bawer im, tewr Trump jî twîtên xwe derdixe firotanê. Hemû sepan bi reklam û bacê tên tikandin. Berê digotin dinya li ser pişta ga ye û gava hêrs dibe dinya diheje, helbet ev gotegot bû lê rojekê patronên hişê çêkirî butona zanyarî û materyalên tovkirî bigirin û veşêrin dê halê cîhanê çawa be? Wê çaxê dê mirov bi kîjan alî ve biçe û kîjan çavkanî ji me re behsa doh û sibe bikin. Dante, Virgilius, Geothe, Montaigne, George Sand, Baba Tahir û Xeyam dê çawa bikevin destên zarokên û cihê xwe li malên me bigrin? Libri Liberi yan Zoom Book!
Mesele ev e!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

