Sala 1947an, Neteweyên Yekbûyî ji bo dabeşkirina axê ya di navbera Cihû û Filistîniyan de planek amade kiribû. Li gorî wê planê, ji sedî 57ê axê ji bo Cihûyan û ji sedî 43 jî ji bo dewleteke Filistînê hatibû veqetandin. Piştî bi dehan salan ji şer û aloziyan, îro Filistînî bi kêmtirî ji sedî 22yê wê cografyayê razî ne lê hîn jî ji avakirina dewletê dûr in.
Cengîz Çandar dibêje ku wî wextî li zanîngehê ev mijara dîrokî ji xwendekarên pola dawî pirsîbû: "Gelo ne baştir bû ku Ereban ji destpêkê ve biryarnameya 181ê ya Neteweyên Yekbûyî qebûl bikira?" Çandar dibêje, "Min hejmara tam dida wî xwendekarê ku zanibûya ev pirs ji bingehê de şaş e çimkî mirov nikare bi çavê îro li dînamîk, rewş û mercên rûdanên berê binêre."
Lê gelo ev têgihiştin ji bo rewşa niha ya Kurdên li Sûriyeyê jî rast e? Gelo ne baştir bû ku Kurdan peymana 10ê Adara 2025an bi cih bianiya, berî ku 29ê Kanûna Paşîn a îsal neçarî peymaneke din bibe ku destkeftiyên wê ji ya adarê gelekî kêmtir in?
Heke Çandar îro ducare waneya dîrokê bigota û ez jî xwendekarê pola dawî bûma, dibe ku ez ji dersê derbas nebûya çimkî bersiva min dê li dijî wê bingehê bûya ku puan li gorî wê dihatin dayîn. Mezlûm Ebdî bi xwe di hevpeyvîna xwe ya li gel Rûdawê de bi eşkereyî qebûl kir ku divê wî hemû hewla xwe ji bo serkeftina peymana 10ê Adarê bida lê wî ev yek nekir. Ebdî ev yek wekî şaşiya xwe ya herî mezin a siyasî bi nav kir.
Di rastiyê de, nirxandina vê "şaşiya" ku Mezlûm Ebdî behs dike tenê bi berhevkirina du metnên peymanan bi dawî nabe. Divê em bi bîr bînin ku rûdanên du salên dawî ne encama şaşiyeke tenê, ne biryara kesekî tenê û ne jî berhema qonaxeke kurt bûn. Ev encama komker a gelek şaşiyên taktîk û stratejîk, guherîna hevalbendiyan, encamên şer ên li qadê û serdestkirina gotarên îdeolojîk ên li ser xwendina rastiya siyasî û leşkerî bû. Peymana niha ya li gel hikûmeta Sûriyeyê ne têkçûn û dawiya herî dawî ya pirsgirêka Kurdan e lê ew destkeftiya ku hinek alî propagandaya wê dikin jî nîne.
Ji zimanê hevsengiyê ber bi zimanê serdestiyê ve
Peymana 10ê Adara 2025an bi zimanê peymaneke dualî hatibû amadekirin lê belê peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an zêdetir dişibe ferzkirina mercên aliyekî serdest a bi ser aliyekî têkçûyî de. Maelûm Ebdî jî di hevpeyvîna Rûdawê de zêdetirî carekê behsa têkçûna xwe ya leşkerî dike.
Di peymana 10ê Adarê de, hebûna Kurdan û mafên wan ên destûrî hatibûn qebûlkirin. Behsa têkelkirina saziyên Rêveberiya Xweser a nav saziyên dewleta Sûriyeyê dihat kirin. Hikûmeta Sûriyeyê wê demê ji bo şerê li dijî bermahiyên rejîma Esed û birêvebirina qonaxa veguhastinê, heta astekê wekî şirîkekî leşkerî li aliyê Kurdan dinêrî. Lê belê di peymana 29ê Kanûna Paşîn de, li şûna "têkelbûnê" têgeha "radestkirin û wergirtinê" serdest e. Li şûna naskirina rasterast a mafên destûrî yên Kurdan, tenê behsa "herêmên Kurdan" û liberçavgirtina taybetiya Kurdî ya di warê perwerde û hinek qadên sînordar de tê kirin.
Naxwe ferq ne tenê di zimanê nivîsandinê de ye, her peyman berhema hevsengiyeke cuda ya hêzê ye. Ew tiştê ku di navbera van du peymanan de qewimî, encama çend sedemên stratejîk bû:
Yekem: Guherîna hevsengiyê û hevalbendiyan
Ew rewşa ku piştî sala 2011an li Rojavayê Kurdistanê çêbû, ne berhema serhildaneke giştî û ne jî encama serkeftina şerekî çekdarî yê serbixwe bû. Di destpêkê de cureyek ji lihevkirina li gel rejîma Esed bû. Dibe ku Kurdan wekî destkeftiyekê li vê dinêrî lê ji bo Esed jî hesabên stratejîk hebûn. Wî dixwest li beramberî Tirkiye û mixalefeta Sûriyeyê mertalekî Kurdî ava bike da ku karibe hêza xwe ya leşkerî ji bo şerê li dijî hêzên din kom bike. Esed wilo hizir dikir ku ew dikare paşê bi rêya lihevkirineke herêmî yan jî bi hêza leşkerî wan deveran ducare bixe bin destê xwe.
Piştre Kurd di şerê li dijî DAIŞê de bûn hevalbendên leşkerî yên Amerîkayê lê belê ev pêwendî ji destpêkê ve demkî û sînordar bû. Washingtonê HSD tenê wekî şirîkekî li qadê ji bo şerê DAIŞê didît lê di heman demê de bi guman li pêwendiya van hêzan a bi PKKyê re û nêzîkbûna wan a bi Şam, Tehran û Moskowê re dinêrî. Aliyê Kurd jî li gel hevkariya Amerîkayê, pêwendiyên xwe bi Sûriye, Îran û Rûsyayê re parastin û tevî ku bi gotinan înkar dikir jî wekî beşeke PKKyê ma. Vê siyasetê di qonaxekê de hevsengî diparast lê gava arasteya hevokên herêmî û navneteweyî guherî, heman siyaset bû destpêka dawiyê.
Herêm diguherî lê aliyê Kurdan berevajî pêlan melevanî dikir: Stratejiya Amerîkayê ya di şerê terorê de guherîbû; metirsiya DAIŞê kêm bûbû. Tirkiyeyê di dîzayna nû ya Sûriyeyê de pêgeheke xurttir werdigirt. Enqere û Washingtonên ku berê li ser gelek mijaran nakok bûn, qet nebe li Sûriyeyê di heman xetê de bûn. Vê yekê wiha dikir ku herêmeke otonom a leşkerî-siyasî li derveyî desthilata navendî bêyî lihevkirinê ne pêkan be. Pirsgirêk ne tenê guherîna hevalbendiyan bû; pirsgirêk ew bû ku aliyê Kurdan neşiya bi lez û bi awayekî rast xwe li gel van guherînan biguncîne.
Duyem: Girtina îradeyê û windakirina hevsengiya li gel Tirkiyeyê
Hevpeyvîna Mezlûm Ebdî nîşan dide ku wî xwestiye peymana 10ê Adarê bi cih bîne lê aliyê din wilo hizir nekiriye! Ev yek wê dîtinê xurt dike ku navenda biryardanê li derveyî Rojavayê Kurdistanê bû.
Girêdana pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê bi nakokiya PKK û Enqereyê ve û hesabnekirina ji bo giraniya Tirkiyeyê şaşiyeke mezin a stratejîk bû. Ehmed Şer berê di nav El Qaîdeyê de kar dikir lê pişt re karî gotar, pêgeh û hevalbendiyên xwe biguherîne û xwe li gel rastiya nû biguncîne. Lê belê PYD û YPGyê nekarî xeta xwe ya siyasî û biryara xwe bi awayekî dûrî nakokiya PKK û Tirkiyeyê û li gorî rewşa piştî Esed diyar bikin. Di encamê de, dewlet û hêzên herêmî li gel aliyên serkeftî yên Sûriyeyê li hev kir û Kurd li qeraxê man. Gava Kurdan berê xwe da lihevkirinê, hevsengiya hêzê bi temamî guherîbû.
Sala 2019an berpirsekî berê yê Amerîkayê di civîneke "Navenda Lêkolînan a Rûdawê" de gotibû: "Heke Amerîka neçar bimîne di navbera HSD û Tirkiyeyê de yekê hilbijêre, bê guman dê Tirkiyeyê hilbijêre. Lewma divê Kurd rêyekê ji bo lihevkirina bi Sûriye û Tirkiyeyê re bibînin." Pişt re heman dîtin di pirtûka "The Melting Point" a General Frank McKenzie de (ku sala 2024an berî rûxîna Esed hatibû weşandin) hat ducarekirin. Wî jî hişyarî dabû ku egereke mezin heye HSD bibe windakerê sereke yê şerê Sûriyeyê. Naxwe berevajî waneya dîrokî ya Filistînê, li vir eşkere bû ku dê çi bibe lê tiştê kêm biryareke siyasî bû ku di wextê xwe de were dayîn.
Sêyem: Îdeolojî û rûxîna leşkerî
Têkçûna leşkerî beşeke din a vê qeyranê bû ku Ebdî bi xwe jî bi eşkereyî qebûl kir. Piştsipartina gotarên îdeolojîk a li şûna xwendina rastiya civakî û leşkerî derbeke kujer lê da. Bi saya dirûşma "Biratiya Gelan", wilo hatibû hesibandin ku ew dikarin hevalbendiya leşkerî ya Kurd û Ereban di nav HSDyê de bidomînin û di dema guherîna hevkêşeyan de jî werin parastin. Lê belê şirîkatiyeke ku tenê ji ber pêdiviyên demkî yên şer hatibe avakirin, tenê bi îdeolojiyê nameşe. Gava hevkêşe berevajî bûn, eşîr û çekdarên Ereb vekişiyan û xetên parastinê di demeke kurt de têk çûn. Vê yekê nîşan da ku berfirehiya cografyaya di bin desthilata HSDyê de, her tim nayê wateya xurtbûna bingehên civakî û siyasî wekî ku di xeyalên wan ên îdeolojîk de hebû.
Peymana nû û rewşa paşerojê
Bêyî ti gumanan, bingeha vê peymana nû wekî gaveke neçarî û di heman demê de rast bû çimkî piştî têkçûna hevsengiya hêzê û têkçûna parastinê, berdewamkirina şer dê zererên gelekî mezin bidana Kurdan.
Wergirtina postekî siyasî ya ji aliyê Mezlûm Ebdî ve jî biryareke li gorî rastiyê ye. Di rewşa nû ya Sûriyeyê de, hebûna li Şamê ji dûrketin û liqeraxmanê çêtir e. Her çend hebûna postê siyasî nikaribe valahiya desthilata siyasî û meydanî tije bike jî. Ji xeynî vê, mana Ebdî ya li derveyî pêvajoya fermî dê ji bo wî metirsiyên siyasî û ewlehiyê yên mezin çêkira. Li vir Rojhilata Navîn e û hevkêşeyên "hevsengiya gefê" li vir ji her derê xurttir in. Hêzên navxweyî û derveyî hene ku dikarin hebûna fîgureke wekî Ebdî ya li derveyî desthilata fermî wekî gefekê bibînin.
Xaleke din jî ev e: Serokkomarê Sûriyeyê di biryarnameyekê de navê "Herêmên Kurdan" tîne û li ser zimanê Kurdî nîqaş tên kirin. Ev dikare bibe gaveke destpêkê ya ji bo naskirina cografya û zimanê Kurdî. Helbet heta ev maf nekevin nav destûrê, ti garantiya wan a pêbendker nîne. Ji aliyê leşkerî ve jî avakirina çend lîwayan li rojevê ye lê ev ne biryareke wan a serbixwe ye çimkî fermandarî û tevgera wan dê di destê hikûmeta Şamê de be. Ebdî behsa amadebûna Amerîkayê ya di peymanan de û garantiya Serokkomarê Fransayê kiriye lê ev soz ne belgeyên nivîskî û pêbendkerên navneteweyî ne û dikarin li gorî guherîna hevsengiya hêzê werin betalkirin.
Rewşa nû, yekdestiya zêdetirî deh salan a PKKyê ya li ser pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê lawaz dike. Di vê qonaxê de dê derfet hebe ku aktor û tevgerên zêdetir beşdarî pêvajoyê bibin lê di heman demê de pirsgirêka Kurdan bi giştî lawaz bûye. Di vê qonaxê de, heke rewşa jeopolîtîk a herêmê wiha berdewam bike, tenê tiştekî ku pirsgirêka Kurdan biparêze heye: Ew jî karê hevpar ê aliyên Kurd, xurtkirina hebûna hevbeş a li Şamê û çespandina van sozan a di nav destûr û saziyên fermî de ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



