Êvara pêncşemê, 11ê Îlona 2026an, bi mebesta wergirtina Xelata Navneteweyî ya Stevieyê ez çûm Stenbolê ya Tirkiyeyê. Di nav 12 hezar beşdaran de me wekî baştirîn nûjeniya rebrandîngê li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê xelat stand ku ji bilî Rûdawê ti medyayên din nekarî vê kategoriyê bistîne.
Her wiha ev dibe xelata sêyemîn a Beşa Creativeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê tenê di nava vê salê de, piştî Xelatên Dîzaynê ya Fransayê û Xelata Brandê ya Almanî.

Dema ez gihîştim ber deriyê salona pêşwaziya ahengê, min got, "Ez ji Tora Medyayî ya Rûdawê ji Hewlêrê hatime."
Endamekî komîteyê yê li ber deriyê salonê got, "Dîsa Rûdaw! Çend car in ez navê kanala we dibihîzim."
Min got, "Ez hatime ji bo wergirtina xelata heftemîn a Stevieyê." Wî bi kêfxweşî ez pêşwazî kirim.
Xaleke ku bala min kişand ew bû ku ji destpêka merasîmê ve di nav 82 şirketên mezin, sazî û kanalên navdar de, navê Rûdawê ji ber serkeftinên wê yên berdewam di rêzên pêşîn de û di rêza sêyem de hatibû danîn.

Piştî wergirtina xelatê
Piştî wergirtina xelatê bi hevahengiya Nûnerê Rûdawê yê Tirkiyeyê Birêz Adem Demîr, beşek ji medyaya mezin û bibandor a Tirkiyeyê em pêşwazî kirin û wan Rûdaw û tîma Creativeyê pîroz kirin.
Di vê serdana xwe ya medyaya mezin a Tirkiyeyê de, min dît ku ev derfeteke girîng e ji bo dîtina ramanên afirîner ji bo tîma xwe.
Min ji nêzîk ve avahiyên kanalan dîtin da ku bibînim ka ew dîzayn, şêwaza modern, karên teknîkî û sîstema kanala xwe çawa bi rê ve dibin da ku bibe çavkaniyeke îlhamê ji bo tîma Creativeyê ya Rûdawê.

Ez çûm serdana kanal û saziyên NTV, Bloomberg, Haberturk, Show Haber, TRT Haber, TGRT, Haberturk Spor, Ajansa ÎHAyê û Rojnameya Turkiyeyê.
Di her serdanê de dema min navê Rûdawê dianî zimên, em gelekî bi kêfxweşî dihatin pêşwazîkirin û digotin, "Hûn ji bo me çavkaniyeke eşkere ya nûçe û agahiyan in!"

Li kanala NTVyê ez bi Yagiz Şenkal re civiyam ku birêvebirê jûra nûçeyan a kanalê ye û yek ji rojnameger û birêvebirên serkeftî yên kanalê ye. Me li ser şêwaza xebatê gotûbêjeke germ û dostane kir.
Wî ji min re got, "Rûdaw ji bo me çavkaniyeke sereke û girîng e ji bo wergirtina nûçeyên herêmê, bi taybetî li Îraqê. We di medyaya Kurdistanê de tevgereke serkeftî û guherîneke bingehîn çêkiriye."

Çetîner Çetînê rojnameger û hevahengîkarê siyaseta ewlehiyê yê kanala Haberturkê destnîşan kir:
"Niha Rûdaw li Kurdistan û herêmê markayeke mezin û naskirî ya medyaya Kurdî ye. Em ji bo her nûçeyeke herêmê Rûdawê wekî çavkaniyeke girîng û pêbawer dibînin. Hûn bi awayekî azad dixebitin, bandora ti aliyan li ser we nîne û peyamên we zelal in."

Dema ez çûm serdana kanala TRT Haberê ku yek ji kanalên TRT Worldê ye; min bi Zeynel Yamanê birêvebirê jûra nûçeyan a kanalê re hevdîtinek kir. Di civîneke germ û dostane de min behsa wê yekê kir ku niha Rûdawê Rekora Guinnessê şikandiye.
Wî jî pîrozbahî lê kir û got: "Em ji bilî Rûdawê navê ti medyayên din ên Îraqê nizanin. Li herêmê çi rû bide, wekî çavkaniya sereke em pişta xwe bi nûçeyên Rûdawê ve (beşa Tirkî ya Rûdawê) girêdidin."

Di piraniya wan saziyên medyayê de yên ku ez çûm serdana wan, gava min platformên Rûdaw Dîjîtalê nîşanî wan didan, wan bi matmayî li wê yekê dinêrî ka çawa ev qas temaşevanên me li ser torên civakî hene, di demekê de ku li ber destê wan bi dehan caran ji Rûdawê zêdetir karmend û çavkaniyên mirovî hene.
Tê bîra min li NTVyê, Halîl Demîrê derhênerê nûçeyan ê kanalê dema dît ku Rûdawê Rekora Guinnessê şikandiye gelekî ecêb ma û got, "Pîroz be, hûn heq dikin! We di avahiyeke biçûk de û bi budceyeke bisînor ev rekor şikand."

Dema ez bi dîzayner û beşa Creativeyê ya kanalan re civiyam û berhemên beşa Creativeyê û motion grafîkên Rûdawê nîşanî wan dan, wan berhemên xwe û yên me dan ber hev û dipirsîn, 'Ev dîzayn di çend rojan de hatiye çêkirin?' Ji bo wan gelekî balkêş û profesyonel bû, ya ku min li hemberî dîzaynan dibihîst tenê gotina 'Waw!' bû.
Ev di demekê de ye ku wan guherînên di dîzaynên ekrana Tora Medyayî ya Rûdawê de yên ku me pêk anîne, ji ber modernîzm û standardbûnê, bala dîzaynerên medyaya Tirkiyeyê dikişand.

Ez kêfxweş bûm ku min dît Rûdaw ji bo medyaya mezin a Tirkiyeyê çi qas bibandor e û bala wan dikişîne, bi germî tê pêşwazîkirin û li ser asta Rojhilata Navîn wekî çavkaniyeke eşkere û bihêz a nûçe û agahiyan tê dîtin.
Ji bilî Rûdawê ti medyayên din nabin çavkaniya agahiyan ji bo Tirkiyeyê. Ev destkefteke mezin e ku medyayeke Kurdî ji Herêma Kurdistanê ve bi vî awayî ji bo welatên cîran û cîhanê cihê pêbaweriyê be.
Li vir em digihêjin wî hişê stratejîk ê li pişt vê tabloyê ku roj bi roj Rûdawê bihêztir dike û wekî markayeke naskirî li Kurdistan, herêm û cîhanê diparêze.



.jpg&w=3840&q=75)