Di dîroka helbesta Kurdî de, her qonax bi şêweya xwe hatiye naskirin. Hin helbestvanan zimanê helbestê berfireh kiriye, hinan mijarên nû anîne nav helbestê û hinan jî awayê derbirîn û vedîtina mirovan di cîhanê de guherandine. Di vê rêya guherînê de, Ehmed Huseynî yek ji wan şêwe û dengên girîng e ku bi derketina xwe re di destpêka salên 1980yî de, helbesta Kurdî ber bi qadeke nû ya hest û vedîtinê ve bir.
Tiştê ku di şêwaza Ehmed Huseynî de balkêş e, tenê bikaranîna peyvên nû an şikandina rêbazên kevn nîne. Nûjenî di helbesta wî de herî zêde di awayê dîtinê de xuya dike. Wî hewl da ku tiştên ku di jiyana rojane de sade bike û bide xuya kirin, di nav helbestê de bi çavê din bibîne û wan veguherîne wêne û bike hestekî helbestî. Ji ber vê yekê, helbesta wî carinan ne bi rêya vegotina rasterast, lê bi rêya hestkirin û dîtina wêneyekê diaxive.
Di helbestên Huseynî ji peyvê ber bi wêneyê ve
Di helbesta klasîk de, peyv pir caran li ser rêzeke diyarkirî têne rêzkirin û helbestvan bi form û qalibên naskirî hest û ramana xwe digihîne xwendevanan. Lê li gorî şêwazê Ehmed Huseynî di helbesta nûjen de, peyv dikare ji sînorê vegotinê derbas bibe û ew peyv bibe wêne.
Ev yek di ezmûna Ehmed Huseynî de bi awayekî zelal xuya dike. Li vir peyv tenê wekî amûra ragihandina ramanê nîn e; peyv di helbesta wî de dikare cihê hestê, derbirînê, bîranînê û bêdengiyê jî bigire. Hin caran peyvek tenê dikare wêneyekê di hişê xwendevanande ava bike. Hin caran jî bêdengiyek di nav rêzên helbestê de ji gelek peyvan zêdetir were bikaranîn.
Ji ber vê yekê, xwendevan di helbesta wî de tenê bi gotinên ku tên gotin re rû bi rû namîne; ew di heman demê de bi wan hest, wêne û wateyên veşartî re jî têkiliyê ava dike ku helbest rasterast wan nabêje. Di vê xalê de, helbesta wî ji vegotina hestekî wêdetir dibe cihek ku xwendevan dikare di navbera peyvên hatine gotin û wan xalên ku bêdeng mane de, wateya xwe bibîne. Ev yek ji aliyên girîng ên nûjeniya şêwaza Ehmed Huseynî ye.
Li cem Ehmed Huseynî hest wekî navenda helbestê
Di helbesta Ehmed Huseynî de hest tenê mijar nîne. Hest dibe awayê dîtina cîhanê. Evîn, bêrîkirin, windanbûn, welat, tenêbûn, bîranîn,û azadî, ev hemû di helbesta wî de tenê mijarên cuda nînin; ew bi hev re girêdayî ne û ji nav wan cîhaneke hundirîn a helbestî ava dibe.
Di vê cîhana helbestê de, mirov carinan bi xwe re diaxive, carinan bi kesekî ku ji wî dûr e, û carinan jî bi welatekî ku di bîranîna wî de maye. Ji ber vê yekê, welat di helbesta wî de tenê cihê ku mirov lê dijî nîne; ew dikare bibe cihê ku mirov lê hatiye jiyankirin,cîhan û lêgerîna peyvên helbestê.
Di helbesta Ehemed Huseynî de, dema ku ziman carinan bêdeng dibe.
Yek ji taybetmendiyên helbesta nûjen ew e ku hemû tişt ne hewce ye were gotin. Di hin helbestên Ehmed Huseynî de jî ev taybetmendî girîng e. Ew carinan peyvan nêzîkî hestê dike, carinan jî wan dûr dixe da ku cihê xwendevan ji bo temamkirina wêneyê bimîne.
Ji ber vê yekê, bêdengî di helbesta wî de bêwate nîne. Bêdengî dikare bibe beşek ji helbestê. Tiştê ku nayê gotin, carinan di hişê xwendevan de bi hêzeke mezintir vedigere.
Di heman demê Ehmed Huseynî dixwaze ku lêgerîna xwendevanan kûrtir bike.
Li aliyên din jî, ev jî nîşan dide ku Huseynî dixwaze xwendevan tenê guhdarê helbestê nebe; dixwaze ew jî beşdarê afirandina wê bibe.
Derbirîn û lêgerîna xwendevanan tevlî bêdengiya zimanê helbesta xwe bike.
Li vir ew bêdengî hêdî di cîhana xwendavan de berz û bilind bibe.
Nûjenî tenê şikandina formê nîne
Gava behsa helbesta nûjen tê kirin, carinan mirov tenê li şikandina qalibên kevn dinêre. Lê nûjenî jê wêdetir e. Nûjenî di awayê dîtina mirovan, di têkiliya wan bi cîhanê re û di awayê ku hest û raman dibin peyv de jî di nava ezmûna Ehmed Huseynî de heye.
Di vê wateyê de, Ehmed Huseynî ne tenê şêwazeke nû di nav helbesta Kurdî de bikar anî; wî hewl da ku têkiliya di navbera peyv, hest û xwendevanan de jî nû bike. Helbest ji bo wî ne tenê tiştek e ku helbestvan dinivîse û xwendevan dixwîne; ew qadek e ku di navbera wan herduyan de tê avakirin.
Belkî ji ber vê yekê ye ku hin kes wî bi navê “Şêxê Helbestê” bi nav dikin. Ev nav tenê ji ber ku wî gelek helbest nivîsiye nayê; ew bi awayê taybet ê ku wî bi peyv, wêne û hestê re kar kiriye jî têkildar e.
Ehmed Huseynî û deriyê helbesta nûjen
Ehmed Huseynî di qonaxekê de derket holê ku helbesta Kurdî ber bi dengên nû ve diçû. Lê girîngiya wî tenê di wê demê de ne derketin bitenê bû. Girîngiya wî di wê yekê de bû ku wî ji helbestê re qadeke din a dîtinê vekir: qadeke ku tê de peyv dikare bibe wêne, hest dikare veguhere ziman û bêdengî dikare bibe beşek ji gotinê.
Ji Ehmedê Xanî heta Ehmed Huseynî, helbesta Kurdî ne tenê şêwaz û formên xwe guherandine; ew bi her nifşî re dengê xwe ji nû ve dîtiye. Her guherîn, li rastiya xwe, lêgerîna mirovan bûye ku bi zimanê xwe cîhana xwe, êşên xwe, derbirînên xwe, evînên xwe û hêviyên xwe bibêjin. Di vê rêya dirêj û bêrawestan de, Ehmed Huseynî jî dengê nifşekî ye ku dixwest helbest tenê neyê xwendin, lê were hîskirin, di hundirê mirovan de bimîne û were jiyîn. Belkî rêzahelbestê jî li vir e: peyvek dikare biqede, lê hestê ku ew di dil de hiştiye, her tim didome.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



