Heger em behsa ziman û afirandina peyvan bikin, di nava helbesta Ehmed Huseynî de, ziman û beşdariya peyvan di nava hevokan de û amûra vegotina hestan de ji me ve pir zelal û diyar e. Peyv di nav helbesta wî de cihê xwe diguhere; carinan dibe wêne, carinan dibe sembol, carinan dibe deng û carinan jî dibe bêdengiya ku li pişt gotinê dimîne. Ev taybetî ji wan aliyên sereke ye ku ferhenga helbestî ya wî ava dike. Lêkolîn û nivîsên li ser wî jî balê dikişînin ser awayê taybet ê ku wî bi peyv, wêne û zimanê sade a nivîsandina bi Kurdî re têkiliyek ava kiriye.
Ehmedê Huseynî ne tenê dixwest ku peyv tenê tiştan bi nav bike, di heman demê wî dixwest ku bi beşdariya peyvan tiştan ji nû ve biafirîne. Ji ber vê yekê, di helbesta wî de afirandina peyvan carinan ji wateya xwe dûr dikeve û dikeve nav qadeke din a hest û xeyalê. Ev jî dikare tiştên ku em di jiyana rojane ya sade de dibînin jî, di helbesta wî de dikare bibe deriyek ber bi bîranînê, rêyek li ser rêçên evînê, êşê yan jî pencereyekê li beşberî me ku bi peyvên wî re vedibe.
Di helbesta Huseynî de, yê xwendevan tenê peyvên ku li ser rûpelan hatine nivîsandin naxwîne. Wêne û sembolên ku di helbesta wî de dihêlin ku li pişt peyvan bigerin û wateya wan bixwînin. Carinan jî helbest tiştekî rasterast nabêje lê bi wêneyekî yan bi bêdengiyekê hestekê digihîne yê xwendevan. Ji ber vê yekê, xwendevan ne tenê dibêje ka helbestvan çi gotiye; ew hewl dide fam bike ka li pişt van peyvan çi hest, çi raman û çi wate veşartî ye. Bi vî awayî, helbesta Huseynî ji vegotina hestan wêdetir dibe qadeke ku yê xwendevan jî beşdarî avakirina wateya helbestê dibe.
Ferhenga Huseynî ku di hundirê peyvan de ava dibe.
Yek ji aliyên girîng ên helbesta Ehmed Huseynî, têkiliya wî ya kûr a bi ziman û wêjeya Kurdî ye. Lê divê me vê têkiliyê tenê di çarçoveya zimanê Kurdî de nehêlin; ji ber ku Huseynî dîroka helbesta cîhanê jî bi baldarî xwendiye, li ser wê rawestiyaye û şêwaz û ramanên helbestvanên cîhanê baş nas kirine. Ev xwendin û lêkolîn di avakirina cîhana wî ya helbestî de bê guman bandoreke girîng li ser nifşan dike. Ji ber vê yekê, ferhenga peyvên Huseynî ne tenê ji peyvên rojane yan ji çavkaniyên kevneşopî tê; di hundirê wê de cîhaneke berfireh a wêje, hest û ramanê jî heye. Peyvên wî carinan mirov dibin cîhaneke din, li wê cîhanê wêne, raman û tecrubeyên wêjeyî yên cîhaneke veşartî digire nav xwe. Belkî ji ber vê yekê ye ku ferhenga Huseynî ji ferhenga gelek helbestvanan cuda dibe: Ew peyvê wekî amûreke ji bo vegotina hestê tenê nabîne, wekî materyaleke hunerî dibîne ku dikare raman, felsefe, bîranîn û cîhana hundirîn a mirovan hilgire.
Huseynî di destpêka rêya xwe ya helbestê de bi Erebî jî nivîsandiye. Lê di vegotina cîhana xwe de, çiya, welat û hestên hundirîn, wî hîs kiriye ku zimanê Erebî nikare hemû tiştên ku di hundirê wî de dijîn bi temamî hilgire. Vê rewşê ew ber bi zimanê Kurdî ve bir û zimanê Kurdî ji bo wî bû zimanê ku bi wî dikaribû cîhana xwe a hûndirîn û bi dengê xwe yê taybet ava bike. Ji wê gavê ve, têkiliya wî bi Kurdî re tenê têkiliya nivîskar û zimanê wî nîne; ew bû têkiliya helbestvan û cîhana wî ya herî cuda. Di vê xalê de, xwendina helbesta cîhanê û girêdana wî ya bi zimanê Kurdî re li hev dicivin û ferhenga taybet a Ehmed Huseynî tê avakirin.
Ji wê demê ve, têkiliya Ehmed Huseynî bi zimanê Kurdî ji nivîsandina bi Kurdî wêdetir dibe. Kurdî ji bo wî tenê zimanekî ji bo vegotina hestan û ramanan nîne; ew dibe cihê ku tê de dengê helbestê yê xwe ava dike. Huseynî hewl dide ku di hundirê zimanê Kurdî de rêyên nû yên vegotinê bibîne, peyvan bi hev re di têkiliyên nû de bide û ji wan wêne û hestên nû biafirîne. Ji ber vê yekê, ew tenê bi zimanê Kurdî helbestan nanivîse, zimanê Kurdî dike materyala bingehîn a afirandina cîhana xwe ya helbestî. Ev jî yek ji aliyên girîng ên şêwaza helbesta wî ye.
Di encamê de ziman ji bo Huseynî tenê wek ku amûreke vegotinê namîne, ew dibe beşeke ji cîhana cuda ya afirandina helbesta wî.
Bandora ferhenga wî li nifşê niha
Bandora helbestvanekî li ser nifşekî tenê bi hejmarên kesên ku helbestên wî dixwînin nayê pîvan. Carinan ev bandor di awayê hilbijartina peyvan de xuya dibe; carinan di wêrekariya helbestvanên ciwan de ku bi şêweyê xwe rêyên nû yên vegotinê bi kar tînin. Her wiha, ev bandor dikare di wê hestê de were dîtin ku helbestvanekî paşîn ji xwe re dibîne ku ne hewce ye her tim li pey rêyên berê bimeşe, lê dikare rêyekê ji xwe re jî ava bike.
Di vê wateyê de, ferhenga Ehmed Huseynî dikare li ser nifşên nû ji hêla ziman û şêwazê ve bandorekê çêbike. Huseynî bi ezmûna xwe ya helbestê nîşan da ku ziman tenê amûreke ragihandina raman û hestan nîne; ew dikare bibe amûra afirandina hunerê jî. Peyv dikare wateyeke nû bistîne, di cihên nû de were bikaranîn û bi peyvên din re têkiliyên nû ava bike. Ji vê aliyê ve, bandora Huseynî tenê di peyvên ku nifşên paşîn bi kar tînin de nayê dîtin; di wê wêrekariyê de jî ev taybetî wisa tê dîtin ku helbestvanên nû xwe azad bibînin ku zimanê xwe bi awayekî nû bi kar bînin û dengê xwe yê taybet biafirînin.
Felsefe di helbesta Ehmed Huseynî de
Li pişt vê ferhenga dewlemend a peyvan, cîhaneke din heye: Ew jî felsefe ye.
Felsefe di helbesta Ehmed Huseynî de ne wekî dersa felsefeyê tê pêşkêşkirin û ne jî wekî rêzek pênase û teoriyan. Ew di nav pirsan de dijî. Mirov kî ye? Çima em dijîn? Mirin çi ye? Evîn mirovan ber bi kû ve dibe? Bîranîn çima mirovan bi tenê nahêle ji tiştên ku hene dûr bikevin? Welat di hundirê mirovan de tê çi wateyê?
Huseynî gelek caran bersiva van pirsan nade; ew wan di nav helbestê de dihêle. Ev yek ji taybetiyên girîng ên helbesta wî ye. Li gorî hin nivîsên li ser şêwaza wî, “pirsa bingehîn ji bo helbestvan pirsîn e, ne dayîna bersivê.”
Ji ber vê yekê, helbesta wî carinan wekî rêyekê ye ku mirov di wê de diçe lê dawiyeke diyarkirî tune. Xwendevan bi helbestê re dest bi pirsê dike û dibe ku bi pirsek din ji wê derkeve. Di vê xalê de, helbest ji bersivê zêdetir dibe rêya lêgerînê ev jî me dibe nava ramanên cîhana Huseynî ya felsefeyê.
Felsefeya Huseynî herî zêde li ser mirovan radiweste. Ew mirov tenê wekî hebûneke li beramberî cîhanê nabîne; mirov di navbera bîranîn, evîn, êş, azadî, mirin û hêviyê de tê dîtin.
Ji ber vê yekê, êş di helbesta wî de tenê birînek nîne. Êş dikare bibe rêyek ji bo nasîna mirovan. Evîn jî tenê hestek nîne; dikare bibe pirs li ser hebûnê. Welat jî tenê erdnîgariyek nîne; dibe bîranîn, nasname û carinan jî cihê ku mirov her ku jê dûr dikeve, zêdetir li pey digere.
Ev girêdana di navbera ziman, hest û pirsê dibe yek ji wan hêmanên ku helbesta Huseynî ji helbesteke tenê hestyar dûr dixe û dibe cîhaneke ramanger. Hin nivîskar wî jî wekî helbestvanek ku li ser pirsyarên hebûnê raweste û xwendevan ber bi hizrê ve bibe, ber bi pênase kirine ve.
Ferheng û felsefe: Du rê, yek cîhan
Gava em ferhenga Ehmed Huseynî û felsefeya di helbesta wî de li ber hev datînin, em dibînin ku ev her du ji hev cuda nînin. Peyvên wî rêya felsefeyê ne; felsefe jî kûrahiya peyvan e.
Peyv ji bo wî ne tenê ji bo gotinê ye, ew ji bo lêgerînê ye. Wêne ne tenê ji bo xemilandina helbestê ye, ew deriyek e ku ber bi wateyên veşartî ve vedibe. Hest ne tenê ji bo vegotinê ye, ew dikare bibe destpêka pirsê û pirs jî ne hewce ye ku di dawiyê de bersivekê bibîne.
Belkî ev yek ji taybetiyên herî girîng ên cîhana Ehmed Huseynî ye: Ew ji me daxwaz dike ku bi zimanê Kurdî ne tenê biaxivin, bifikirin jî; ne tenê hest bikin, her wiha bipirsin jî.
Ji ber vê yekê, bandora Huseynî li nifşên nû tenê di nav peyvên wî de nemaye. Ew di wê wêrekariyê de jî maye ku helbestvanek dikare zimanê xwe ji nû ve bibîne, ji peyvên kevn wateyên nû derxe û di nav helbestê de cihê pirsên ku bersivên wan hîn nehatine dîtin ferhenga xwe ava bike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



