Kemalîzm yek ji wan îdeolojiyan e ku piştî avabûn û avakarê xwe demeke dirêj li ser pêyan maye. Di nav hemû rejîmên antîdemokratîk û faşîst de, rejîma herî demdirêj e jî. Ne tenê bi teoriya xwe, bi partî, kadro, kiryar û sazûmaniya xwe ya statukoparêz jî mînakek e. Heta ji pergala Îngilîz, Fransî, Hindî û Amerîkî cudatir, xwediyê partiyekê ye ku ji dewletê xurtir e.
Di nav şeş tîrên CHPyê de demokrasî, komarî, milet, aborî, sekulerîzm, netewperestî, înqilabên perwerdeyê û mafên jinan wek amûrên etno-îdeolojîk tên bikaranîn. Lewma ger li Tirkiyeyê meseleya demokrasiyê, guherînan û wekheviya yasayî bê nîqaşkirin, divê berî her tiştî CHP were qisekirin. Çimkî li Tirkiyeyê bûrokrasî, partî û siyaset wekî restorator an jî kompartimanên van şeş tîrên CHPyê ne. Ji Menderes heta Ecevît, ji Behîce Boran heta Ertugrul Kurkçu, ji Demîrel heta Erdogan-Bahçelî, desthilat û mixalefet li gorî prensîbên CHPyê tên ser kar. Lewma çanda mixalefeta di bin kontrolê de ji partiya Terakîperwerê vir ve zindî ye; parlemento, dadgeh, mizgeft, cemxane û qişle jî wekî parêzvanên vê kontrolê ne. Helbet ev dînamîk tenê bi polîtîkayên hundirîn ve girêdayî nîne. Lê Kemalîzm jî wek gelek îdeolojiyên sedsalê, armancên xwe li gorî nîzama der û hundir diafirîne û xwe li gorî konjonkturê nûh dike.
Îro sîstema cîhanê diguhere û dîsa mîsyona hin partiyan xilas dibe, hin jî dibin berendamên desthilatdariyê. Ji 2014an vir de dewleta Tirk tedbîran digire û hêdî hêdî sîstema xwe dide rûniştandin. Lewma ji gelek plansaziyên xwe wekî Mîsaqa Milî ya Nerm diceribîne û wan qewîn dike.
Piştî sazkirina dewleta nû, vê carê dixwaze partiyên siyasî, bi taybetî çavkaniya hemû partiyan, dizayn bike. Êdî kêm zêde sîstema hikûmeta serokkomariyê hatiye pejirandin, gel hatiye terbiyekirin û civak ji hemû pêşveçûn û pêwendiyên xwe yên xwezayî û serbixwe hatiye dûrxistin. Ji bo rêvebirina vê jî tenê kadroyên nû lazim in. Yanî li şûna kadroyên Kemalîzma Îttîhatî, dê îslamîstên Kemalîst bên bicihkirin. Dewleta ku esasê wê panturkîst e, motîvasyona wê jî Misakî Milî ye, dixwaze bi dubareyên kevn vitrînê biguherîne. Lewma berê xwe vedigerîne partîyên xwe û entegrasyona hiş û hêzên Kurdan.
Ji demokrasî û pêşveçûna aborî zêdetir di ajandeya wê de şikestina maf û nasnemaya Kurdan heye. Ji xwe ji dagirkirina Efrînê vir de, tevî hemû xizanî, bêkarî, têkçûna exlaqî û hiqûqî, sinorên xwe fireh dike û herî dawî Qibriseke duyem jî (Sûriye) bi dest xistiye.
Vêca li dijî van rastiyên kevn û teze, navendên siyaseta Kurd çi difikirin? Li dijî asîmîlekirin û rizandina nirxên Kurdan, partî, ronakbîr û medya me ji bo xweparastin û rêbazên mayînde çi pêşniyaz dikin?
Li dijî qelsiya CHPyê û valahiya heyî însiyatîvekê çawa derxin? Kengî zêdetirîn feydeya derfetên siyasî bibînin? Anket, roportaj û civîn dîyar dikin ku miletê Kurd ji bilî mafên xwe yên bingehîn û hiqûqî ti hest û xeyalan cidî nagire û nabîne. Di navbera partiyên me û gel de li ser vê mijarê newekfîkrî heye û nakokî her diçin zêde dibin. Taxa Kurdan krîzên siyaseta Tirkan ji nêz ve dişopîne, ji siyasemedaran rasttir şîrove dike û dizane. Ew qasî dizane ku navê CHPyê hîna li Kurdistanê tenê “xelk partîsî” ye. Yanî Kurd navê komarê bi lêv nakin û hîna jî ti meşrûtiyetê nadinê. Di bîr û çanda miletê Kurd de Kemalîzm û bermahiyên wî zilamkar û bêîtibar in. Mînak; nîvê kuliyata dengbêjan û dengbêjiyê, berhem û stranên herî nejibîr, hişk û hişyar li ser zilma Kemalîstan hatine gotin. Ev rexnekarî bûye yek ji kanonên dengbêjiyê û wekî xeta sor tê bibîranîn. “Qanûna Kemal mala me xirab kiriye” ne tenê gotina şer û krîzan e, gotareke neteweyî ye. Heger em behsa guhertina şert û hin mecbûriyetan bikin, berî her tiştî divê em bendewarên hilweşîna danehevîya sermayeya vê partiyê bin û xwe li gorî vê jî amade bikin. Qelsî û dubendiya CHPyê wekî firsendekê li pêşiya siyaset û rewşenbirîya Kurdan e. Hikûmet gavan biavêje yan neavêje ew tiştekî din e. Lê heger aliyê Kurd bi plan û ji dil tevbigere, ji berketina CHPyê zêdetir, rêya mizakerêyên rastî û îktidar an jî koalîsyonekê vedibe ji vir şûn de.
Bi vê minasebetê dikare xwe ji wan partî û kesên ku tenê xwedî etîketên çepgirîyê ne xilas bike. Dîsa li dijî ew derdorên ku hemî dewlemendiya endustriyel, akademîk, zimanî, zanistî û çandî ji bo Tirkperestiyê didizin û rastîya Kurdistanê înkar dikin ji dikare kartên di destê xwe de zedê bike. Heta bingeha dewleta heyî ji bo her du neteweyan wek hev neyê parvekirin, dê her tişt wekî kilama Bariş Manço “Süleyman hep başbakan, başbakan hep Süleyman (Silêman tim serokwezîr, serokwezîr tim Silêman)” bimîne. Yanî dê Tirkperestî her tim li koşkê be, Kurd jî her tim li kolanan, çiya û zindanan bin. Dîrokê bi dehan caran isbat kiriye ku rejîmên înkarperest nayên pînekirin, tênê bi alternatîvên sivil û serxwebûnxwaz tên hilweşandin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
