Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê ragihand ku ew amade ne li gel Herêma Kurdistanê hevkariyên xwe û berjewendiyên hevbeş bi pêş bixin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser naveroka civîna xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Mesûd Pizîşkiyan di peyama xwe de diyar kir ku wî di civînê de amadehiya Îranê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re ducare kiriye.
Li gorî peyamê, Pizîşkiyan di civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê de destnîşan kiriye ku divê welatên herêmê ji bo xurtkirina aştî, ewlehî û bipêşketina berdewam hewl bidin.
Pizîşkiyan anî zimên:
''Îran ne li dû alozî û nakokiyan e, bipêşxistina hevkarî û kûrkirina pêwendiyên bi welatên herêmê re wekî stratejiyeke sereke dibîne.''
Serokkomarê Îranê amadehiya welatê xwe ya ji bo bipêşxistina hevkariyên zanistî, perwerdehî, çandî, aborî û bazirganî ya bi Herêma Kurdistanê re eşkere kir û got:
''Em amade ne ji bo dabînkirina berjewendiyên hevbeş sûdê ji hemû şiyanan wergirin.''
Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Înê bi vexwendineke fermî ya Mesûd Pizîşkiyan gihîşt Tehranê û beşdarî merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bû.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:
"Me li ser rêyên xurtkirina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Îranê re dan û standin kir.
Me bi taybetî tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên aborî û xurtkirina pêwendiyên me yên dîrokî, çandî û cîrantiyê kir ku ji mêj ve gelê me bi hev ve girê daye."
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re gotûbêj kir.
Wan bi taybetî bal kişand ser berfirehkirina dan û standina bazirganî, qadên aborî û xurtkirina pêwendiyên dîrokî û çandî yên her du aliyan, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş bike."
Li gorî daxuyaniyê, rewşa herêmê û encamên rûdanên dawî mijarên din ên civînê bûn.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiyê û piştbestina bi diyalogê û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan kir.
Her wiha hat diyarkirin:
"Her du aliyan hêvî xwest ku bidawîhatina şer û dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de, aştî û aramiyeke mayînde ji bo herêmê bîne û qonaxeke nû ya pêwendiyên baş û hevkariya hevbeş a di navbera welat û gelên herêmê de dest pê bike."
Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî vê civînê, bi awayekî cuda li gel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî civiya.



