Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 4 mehan piştî destpêkirina êrişên Amerîkayê yên li Îranê ku di roja yekem de bûbû sedema kuştina Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û hejmarek ji endamên malbata wî, îro dest bi merasîma taybet a veşartina termê wî hat kirin.
Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku destê sibehê termê Elî Xamineyî veguhastin Mizgefta Mezin a Tehranê û şandeyên biyanî dê beşdarî merasîmê bibin.
Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê bernameyeke yekhefteyî ji bo "veşartin û birêkirina" termê Elî Xamineyî daniye û pêşbînî dikin ku "bi milyonan kes" beşdarî merasîman bibin.
Beşdariya şandeyên biyanî
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku ji nêzîkî 100 welatan şandeyên fermî û kesayetî ji bo beşdariya merasîmê amade dibin.
Îsmaîl Beqayî diyar kir ku ji welatên cîran şandeyên asta bilind dê li Tehranê amade bin.
Her wiha herî kêm 8 serokên welatan ango serokkomar û serokwezîr, li gel serokên parlamentoyên 12 welatan beşdarî merasîmê dibin.
Baqayî diyar kir ku ji hejmarek welatên din jî li ser asta wezîrên karên derve yan jî wezîrên din û nûnerên taybet amadebûna wan dê hebe.
Beqayî eşkere kir ku ji Ewropaya Rojhilat jî şandeyên fermî, kesayet û nûnerên parlamentoyan dê di merasîma veşartina termê Elî Xamineyî de amade bin.
Wî destnîşan kir ku ji wan welatên Ewropî yên ku piştgiriya êrişa leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê kiribûn, kes nehatiye vexwendin.
50 şandeyên fermî hatine piştrastkirin
Sekreterê Komîteya Navneteweyî ya Birêkirina Termê Xamineyî, Wehîd Celalzade anî ziman ku heta niha nêzîkî 50 şandeyên fermî ji welatên cuda ji bo beşdariya merasîmê amadebûna xwe nîşan daye û da zanîn:
"Berpirsên welatên Rûsya, Çîn, Îraq, Tacîkistan, Gurcistan, Pakistan, Ermenistan, Efxanistan, Tirkiye, Uman, Qeter, Misir, Azerbeycan, Belarûs, Hindistan, Malezya, Kuba û bi dehan welatên din tên Tehranê.
Her wiha Sekreterê Giştî yê Rêxistina Shanghayê û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Ekoyê jî dê di merasîmê de amade bin."
Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Tehranê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwendineke fermî, ji bo beşdariya merasîma veşartina termê Elî Xamineyî, bi serokatiya şandeyekê gihîşt Tehranê.
Nêçîrvan Barzanî di dema gihîştina xwe de, li Balafirgeha Navneteweyî ya Mehrabadê, ji aliyê Alîkarê Kurd ê Serokkomarê Îranê yê ji bo Kar û Barên Herêmên Bipaşdemayî Ebdulkerîm Husênzade ve hat pêşwazîkirin.
Heta niha Serokê Tirkmenistanê, Serokwezîrê Ermenistanê, Wezîrê Karên Derve yê Efxanistanê, Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê, Serokê Parlamentoya Îraqê, Cîgirê Serokê Kongreya Çînê û Serokê Encumena Pîran a Misirê ji bo amadebûna di merasîmê de gihîştine Tehranê.
2 hezar dibistan hatin veqetandin
Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê Elîreza Kazimî eşkere kir ku ji bo cihê mayîna mêvan û ziyaretkaran, 2 hezar dibistan hatine terxankirin ku hezar dibistan li Tehranê û hezar dibistan jî li bajarên din in.
Wezîrê Perwerdeyê da zanîn, tê pêşbînîkirin ku nêzîkî 4 milyon kesan bi rêya tora înternetê ya Şadê, merasîma veşartina ji termê Elî Xamineyî bi awayekî zindî bibînin.
Kazimî diyar kir ku hemû navendên tenduristiyê dê di rojên merasîmê de bi awayekî tam û bêyî guhertina dema karkirinê xizmetê pêşkêşî mêvan û ziyaretkaran bikin.
Li aliyê din, Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Mutemediyan red kir ku di dema birêveçûna merasîmê de xeta înternetê li bajaran were qutkirin û destnîşan kir:
"Ew gotegotên li ser sepandina sînordarkirina înternetê di rojên merasîmê de belav bûne ne rast in.
Berovajî vê yekê, binesaziyên pêwendiyê bi rêya stasyonên gerok ên şirketên pêwendiyê hatine xurtkirin."
Bernameya veşartinê
Elî Xamineyî, 28ê Sibatê di roja yekem a destpêkirina şerê li Îranê de, di encama êrişên asmanî yên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin.
Merasîma veşartina Elî Xamineyî dê sibe li Tehranê dest pê bike û roja 9ê Tîrmehê bi veşartina termê wî li bajarê Meşhedê bi dawî bibe.
Li gorî bernameya ku ji aliyê Komîteya Taybet a Veşartina Termê Elî Xamineyî ve hatiye belavkirin, rojên Şemî, Yekşem û Duşemê dê merasîm li Tehranê bin.
Roja Sêşemê, termê Elî Xamineyî dê ber bi bajarê Qûmê ve were veguhastin.
Êvara heman rojê term bi balafirê digihêje balafirgeha bajarê Necefê yê Îraqê û roja Çarşemê term dibin Mezargeha Îmam Elî ya li Necefê û pişt re jî Mezargeha Îmam Husên a li Kerbelayê.
Roja Pêncşemê, term dê ber bi bajarê Meşhedê ve were veguhastin û di merasîmekê de were veşartin.



