Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Qeterê hişyariyeke ewlehiyê belav kir.
Balyozxaneyê ji welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn xwest ku hişyar bin çimkî îhtîmala berfirehbûna aloziyên neçaverêkirî heye.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Qeterê îro, ji bo welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn daxuyniyek hişyariyê belav kir.
Balyozxaneyê amaje pê kir ku ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn rewşa ewlehiyê ne aram e.
Balyozxaneyê her wiha hişyarî da ku îhtimal heye geştên asmanî werin betalkirin û asman li ber geştan were girtin.
“Dibe ku şirketên Amerîkayî bibin armanc”
Balyozxaneya Amerîkayê ragihand ku nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li derveyî Rojhilata Navîn jî hatine armanckirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dibe ku Îran û komên alîgirên wê, li seranserê cîhanê berjewendiyên Amerîkayê bikin armanc ku şirket û saziyên Amerîkayî jî di nav de ne."
Derbarê karên balyozxaneyê de jî hat diyarkirin ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Dohayê dê vekirî bimîne.
Balyozxane dê ji bo karûbarên rûtîn ên welatiyên Amerîkî û pêşkêşkirina vîzeyan bi awayekî sînordar xizmetê bike.
Balyozxaneya Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku ji bo wergirtina agahiyên nû yên ewlehiyê, li ser bernameya "STEP"ê navê xwe tomar bikin.
Her wiha ji wan hat xwestin ku di dema êrişên asmanî yan jî aloziyan de, xwe ji derî û paceyên şûşeyî û paşmayên teqemeniyan dûr bixin.
Êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê
Ev hişyariya Balyozxaneya Amerîkayê di demekê de hat ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro ragihand, wan êrişî baregehên Supaya Pasdaran ên li Îranê kiriye.
Ev êriş wekî bersivekê bûn ji bo hewldanên nû yên Tehranê yên ku dixwest êrişî keştiyên bazirganî û leşkerên Amerîkayê bike.
Êrişan saet 19:00an bi dema Hewlêrê dest pê kir.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li derdora gundê Mesenê yê li Girava Qişmê dengê zêdetirî 8 teqînan hatiye bihîstin.
Her wiha li bajarên Bender Ebas û Sîrîkê yên li parêzgeha Hurmizganê jî dengê gelek teqînan hatiye bihîstin.
Medyaya Îranê da zanîn ku li bajarê Çabeharê dengê çend teqînan û li bajarê Kunarekê yê parêzgeha Sîstan û Belûcistanê jî dengê 6 teqînan hatiye bihîstin.


