Hewlêr (Rûdaw) - Stêrkê cîhanî û kaptanê Tîma Neteweyî ya Arjantînê Lionel Messi, bi şeveke dîrokî ya ku dê her û her di bîra hezkirên futbolê de bimîne, taca xwe danî û xatir ji tîma xwe ya neteweyî xwest.
Di maça ku wekî "Tangoya Dawî" hat pênasekirin de, efsaneyê 39 salî cara dawî li Buenos Airesê bi formayê spî û şîn derket qada futbolê û bi lîstina xwe ya bêhempa stadyum hejand.
Arjantînê di vê maça xatirxwestina Messi de li hemberî Benînê bi encama 3-0 bi ser ket û Messi li gel du asîstên xwe yên zêrîn û bi goleke ji penaltiyê, bîranînên bêhmpa pêşkêşî 85 hezar temaşevanên li Stadyuma Monumentalê kir.
Şopa şahê futbolê li ser her sê golên Arjantînê heye
Her çend nîvê yekem ê lîstikê bê gol bi dawî bû jî, di nîvê duyem de Arjantînê bi pêşengtiya Messi hêza xwe nîşan da.
Xuleka 48an, piştî kornereke Lionel Messi, lîstikvanekî din ê navdar ê Arjantînê Nicolas Otamendi xwe avêt ber gogê û bi lêdana serî gol avêt û skor kir 1-0.
Piştî vê golê Arjantînê gura lîstika xwe parast û xuleka 61ê, dîsa bi pas û amadehiya zîrekane ya Messi, futbolîstê ciwan Nico Paz bi lêdaneke bedew ji derveyî qada cezayê gog şand nav qeleya Benînê û ferq kir 2.
Tiştê ku herî zêde alîgirên futbolê li bendê bûn di xuleka 71an de pêk hat. Piştî ku di qada cezayê de faul li Agustin Giay hat kirin, hekem biryara penaltiyê da û Messi bi lingê xwe yê çepê gog şand quncikê jor ê qeleyê, bi vî awayî gola xwe ya 126an a navneteweyî avêt û maç bi encama 3-0 qediya.
Monumental ji bo 'Kaptan' giriya
Zêdetirî 85 hezar temaşevanên ku stadyum tijî kiribûn, pêşwaziyeke bêhempa li efsaneyê futbolê kir.
Di dema xwendina sirûda neteweyî de, hêsir ji çavên Messiyê 39 salî yê Arjantînî hatin xwarê. Piştî dengê dawî ya fîqa hekem jî hemû stadyum bi yek dengî navê wî qîriyan.
Lionel Messi di axaftina xwe ya xatirxwestinê de diyar kir ku lîstina ji bo Tîma Neteweyî ya Arjantînê di jiyana wî de tiştê herî bedew bûye.
Wî ev roj wekî roja herî xemgîn a pêşeroja xwe ya futbolê bi nav kir.
Serboriya bêhempa ya Lionel Messi
Messi bi vê maça dawî re, 21 salên ji bo Tîma Neteweyî ya Arjantînê bi awayekî fermî bi dawî kir.
Ew di vê heyamê de 208 caran formayê neteweyî li xwe kir û wekî lîstikvanê ku herî zêde tevkarî li tîmê kiriye hat tomarkirin.
Di heman demê de, bi 126 golên xwe yên navneteweyî re nasnavê golavêjê herî mezin ê dîroka Arjantînê parast.
Messi di serboriya xwe ya neteweyî de xewna herî mezin a gelê xwe sala 2022yan li Qeterê bi Kupaya Cîhanê kir rastî û li gel vê serkeftina mezin, 2 caran jî Copa America anî welatê xwe.
Messi piştî vê xatirxwestina dîrokî, dê li Amerîkayê bi formaya Inter Miami CFyê berdewam bike.




