کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoyên tîmên Dihok û Hewlêrê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Logoyên tîmên Dihok û Hewlêrê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Werziş

Tîma Hewlêrê li ser pevçûna li Dihokê gilî tomar kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Amedspor: VAR ji bo edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyan?
Werziş22-11-2026

Amedspor: VAR ji bo edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyan?

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû
Werziş21-11-2026

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin
Werziş21-11-2026

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Werzişê ya Hewlêrê ragihand ku wan li ser wan rûdanên neyînî yên di maça Klasîkoya Kurdistanê de li Stadyuma Dihokê qewimîn, bi awayekî fermî gilî tomar kiriye.

Tîma Hewlêrê tekez kir, "Em alîgirên dilsoz ên tîma xwe piştrast dikin ku em dê bi hemû hêza xwe vê dosyeyê bişopînin û em bi ti awayî dest ji mafên tîm, lîstikvan û alîgirên xwe bernadin."

Roja înê di hefteya 14an a Lîga Stêrkên Îraqê de maça Klasîkoya Kurdistanê di navbera Dihok û Hewlêrê de li Dihokê hat lîstin.

Maç bi encama 1-1 bi wekhevî bi dawî bû lê piştî lîstikê pevçûn û alozî derket û gelek kes birîndar bûn.

Tîma Hewlêrê piştî lîstikê di daxuyaniyeke fermî de eşkere kiribû ku ew dê gilî tomar bikin.

Tîmê diyar kir ku “piştî maçê ji aliyê hêzên ewlehiyê û alîgirên tîma Dihokê ve êrişeke neheq, hovane, tirsonek û plankirî li ser alîgir, lîstikvan û endamên desteya kargêriyê hatiye kirin, li wan hatiye xistin û gelek kes birîndar bûne.”

Dosyeya giliyê radestî federasyonê hat kirin

Îro tîma Hewlêrê bi daxuyaniyeke nû ragihand ku wan gilî xwe tomar kiriye û tê de got:

"Ji bo alîgirên hêja û dilsozên tîma me, em we agahdar dikin ku li ser wan rûdanên nexweş ên di maça tîma me ya li hemberî Dihokê de li Stadyuma Dihokê qewimîn, desteya kargêriyê ya tîma me bi awayekî fermî giliyekî yasayî pêşkêşî Komîteya Disiplîn û Exlaqê ya Federasyona Futbolê ya Îraqê kir."

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin:

"Di naveroka giliyê tîma me de hûrgiliyên hemû wan binpêkirin û destdirêjiyên plankirî yên li ser alîgir, lîstikvan û endamên desteya kargêriyê hatine diyarkirin.

Her wiha hemû delîlên bi vîdeo û belgeyên fermî jî radestî komîteyê hatine kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de jî tîma Hewlêrê tekez kir:

"Em alîgirên dilsoz ên tîma xwe piştrast dikin ku em dê bi hemû şiyana xwe vê dosyeyê bişopînin û heta standina hemû mafên xwe yên li gorî yasa û rênimayên werzişî, em bi ti awayî dest ji mafên tîm, lîstikvan û alîgirên xwe bernadin."

Pirsên