Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 7an a Lîga Super de bi Gençlerbîrlîgiyê re 2-2 wekî hev ma û dev ji lîdertiya xwe berda.
Tîma Amedê li Enqereyê bû mêhvanê Gençlerbîrlîgiyê û pê re 2-2 wekî hev ma.
Amedspora ku 20ê Îlonê 3-2 zora Beşîktaşê biribû û li ser kursiyê lîdertiyê rûniştibû ji bo parastina cihê xwe derket vê maçê.
Dia Saba xuleka 25an Amedspor bi lêdana penaltiyê 1-0 xist pêş û nîvê yekem ê maçê bi vê encamê qediya.
Rafel Luis xuleka 54an bersiv da Amedsporê û skor kir 1-1.
Amedsporê dev ji têkoşîna xwe berneda û 68an bi gola Samuel Ballet 2-1 ket pêş.
Lê Gençlerbîrlîgiyê xuleka 90+3yan bi gola Thalisson Kelven skor kir 2-2.
Amedsporê bi vê encamê puanên xwe kirin 14 û niha di rêza duyem de ye.
Amedspor hefteya pêşiya me, (17ê mehê, şemî) li Amedê bi Konyasporê re dilîze.




