Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 10an a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de, Batman Petrolspor li hemberî Îstanbulsporê 4-2 bi ser ket û piştî 3 maçên bêpuan, 3 puanên zêrîn xistin kîsê xwe.
Tîma Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor ev sê hefte bûn wekî ku nezerî bûbû nikaribû reqîbên xwe têk bibe lê vê carê daxwaza xwe ya şampiyoniyê nû kir û bi lîstikeke xweş, tora bextê reş çirand.
Nîvê yekem: Golên li pey hev
Gola yekem a maçê xuleka 31ê ji aliyê Rahman Bugra Çagiran ve hat tomarkirin.
Hîn tîma mêvan ji şoka vê golê rizgar nebûbû, xuleka 42yan Gokhan Altiparmak derbeke din li Îstanbulsporê xist û nîvê yekem bi serkeftina Batman Petrolsporê ya 2-0 bi dawî bû.
Nîvê duyem û kelecana bilind
Tîma Êlihê nîvê duyem jî mîna ba û bahozê dest bi maçê kir. Xuleka 46an dîsa Gokhan Altiparmak pergala Îstanbulsporê xira kir û skor bû 3-0.
Lê belê tîma mêvan zû bersiv da, tenê xulekeke piştî vê golê, xuleka 47an Alieu Cham fersendek dît û ferq daxist duduyan.
Dîsa jî bahoza Batman Petrolsporê neşikiya û xuleka 65an stêrka tîmê Mickael Biron gola çaremîn a tîma Êlihê avêt.
Her çend xuleka 72yan lîstikvanê Îstanbulsporê Mamadou Fall goleke din avêtibe jî di dawiyê de Batman Petrolsporê sê puan xistin kîsê xwe.
Bi vê serkeftinê re Batman Petrolsporê puanên xwe derxistin 19an û derket rêza 4an.
Tîma Êlihê dê hefteya bê li deplasmanê bibe mêvanê Kayserîsporê.

.jpg&w=3840&q=75)


