Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê serkeftina boksorê Kurd Agît Kabayel pîroz kir.
Boksorê Kurd Agît Kabayel li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li hemberî rikeberê xwe Nelson Hysa bi ser ket û kembera xwe parast.
Leyla Zanayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û hestên xwe wiha anîn zimên:
"Agît Kabayel bi hêz, îrade û serkeftina xwe bûye çavkaniya serbilindî û kêfxweşiyê ji bo gelê me.
Serkeftina te pîroz be şampiyonê me! Bila rêya te her tim vekirî be û serkeftinên te tim bidomin!"
Di du raundan de kembera xwe parast
Ev peyama Leyla Zanayê piştî wê yekê hat ku berbanga îro li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê pêşbirkeke mezin a boksê hat lidarxistin.
Li Stadyuma Esprit Arenayê bi amadebûna 53 hezar temaşevanî, boksorê Kurd Agît Kabayel û rikeberê wî yê Alban Nelson Hysa derketin pêşberî hev.
Agît Kabayel li hemberî Nelson Hysa serkeftineke bilez bi dest xist.
Wî cara yekem kembera xwe ya şampiyoniya cîhanî ya WBCyê ya girangiraniyê parast.
Kabayel di raunda duyem de bi nakawta teknîkî (TKO) bi ser ket.
Di xuleka 2:42yan a raunda duyem de Nelson Hysa ji enîşka xwe birîndar bû.
Piştî vê birîndarbûnê, tîma rahênerên wî xawliya xweradestkirinê avêt nav rîngê.
“Bijî Kurd, bijî Kurdistan”
Agît Kabayel wekî her carê bi alaya Kurdistanê derket pêşberî hezkiriyên xwe û serkeftina xwe pîroz kir.
Kabayel di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî serkeftinê de got, "Bijî Kurd, bijî Kurdistan."
Kabayel heta niha di 28 pêşbirkan de bi ser ketiye û ti carî têk neçûye.
Ji van serkeftinan 20 maç bi nakawtê bi dawî bûne.
Wî her ji raunda yekem ve bi lez û hêza destên xwe serdestiyeke tam nîşan da.
Kabayel bi kulmên bihêz ên destê rastê û lêdanên ji jêr ve (aperkat) zexteke mezin xist ser rikeberê xwe û serkeftinê bi dest xist.




