Hewlêr (Rûdaw) - Fenerbahçe di hefteya duyem a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li derveyî mala xwe li hemberî tîma Aston Villayê ya Îngilistanê 6-0 têk çû.
Fenerbahçeya Tirkiyeyê di vê maça giran de li hemberî êrişên lîstikvanên Aston Villayê bê çare ma.
Aston Villa xuleka 12an a maçê bi gola Manzambi 1-0 pêş ket.
Fenerbahçeyê nikarîbû rê li ber êrişan bigire û Jackson xulekên 31 û 39an du golên din tomar kirin.
Bi vî awayî nîvê yekem ê maçê 3-0 bi serkeftina tîma mazûvan bi dawî bû.
Dîsa golbarîn bû
Tîma Îngilistanê di nîvê duyem de jî fişara xwe domand û xuleka 68an bi penaltiya Barkley ferq kir 4.
Heman lîstikvanî xuleka 72yan gola 5an a tîma xwe tomar kir.
Abraham xuleka 90î jî bi goleke din jî şova tîma xwe domand û Aston Villa 6-0 bi ser ket.
Fenerbahçeyê piştî nêzîkî sê salan careke din li Ewropayê encameke giran dît.
Di demsala 2023-2024an de roja 30ê Çiriya Paşîn a 2023yan dîsa bi rahêneriya Îsmaîl Kartal, Fenerbahçe li Danîmarkayê bûbû mêhvana Nordsjaellandê û wê demê jî 6-1 têk çûbû.


.jpg&w=3840&q=75)

