Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 12emîn a Lîga Super a Trendyolê de Amedspor û Çaykur Rîzespor li Stadyuma Diyarbekirê tên pêşberî hev.
Maça di navbera Amedspor û Çaykur Rîzesporê de îro demjimêr 16:00an li Stadyuma Diyarbekirê tê lîstin.
Tîma mazûvan Amedspor di 11 hefteyên yekem de 7 serkeftin, 2 wekhevî û 2 têkçûn bi dest xistin.
Amedspora ku 28 gol avêtine û 15 gol xwarine, bi 23 puanan di rêza 3yemîn a Lîga Super de cih digire.
Li aliyê din, Çaykur Rîzesporê bi 4 serkeftin, 2 wekhevî û 5 têkçûnan 14 puan berhev kirine.
Tîma Deryaya Reş a ku 13 gol avêtine û 16 gol xwarine, di rêza 11emîn de ye.
Rekora dîrokî ya Amedsporê ya li qada xwe
Amedspor di demsala xwe ya yekem a di Lîga Super de li mala xwe performanseke dîrokî nîşan dide.
Amedsporê her 6 maçên xwe yên li mala xwe qezenc kirin û bû tîma yekem ku bi vê serkeftinê dest pê dike.
Amedsporê li mala xwe 19 gol avêtine.
Aliyê herî bihêz ê Çaykur Rîzesporê yê vê demsalê performansa wê ya li deplasmanê ye.
Tîma kesk û şîn ji 14 puanên xwe 11 puan li derve wergirtine. Tîma Rîzeyê di 6 maçên deplasmanê de 3 serkeftin, 2 wekhevî û têkçûnek tomar kir.
Çav li ser Gift Orban in
Li Amedsporê çav dê li ser Gift Orban bin ku di lîsteya golkeran a lîgê de li lûtkeyê ye.
Orbanê ku vê demsalê di Lîga Super de 10 gol avêtine, bi 4 pasên golê jî bûye yek ji lîstikvanên herî bibandor ên tîma xwe.
Bi vê maçê re di pêşbaziya lîgê ya di navbera her du tîman de rûpeleke nû vedibe.
Amedspor û Çaykur Rîzespor di Lîga Super de cara yekem tên pêşberî hev.
Her du tîm berê di Kupaya Tirkiyeyê de 2 caran hatibûn pêşberî hev û wan di wan pêşbirkan de serkeftinek bi dest xistibû.
Hakem Umît Ozturk dê maça hefteyê bi rê ve bibe.




