Dusseldorf (Rûdaw) - Werzişkarên Kurd ên 14 salî Elind Ehmed û Alan Gulabî yên ku li Almanyayê dijîn, bi serkeftinên xwe yên di kickboksê de balê dikişînin.
Her du ciwanên ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi bernameyên rahênanê yên giran û piştgiriya malbatên xwe hedef dikin ku bibin werzişkarên profesyonel.
Kesê ku ew ji xwe re dikin mînak jî şampiyonê Kurd ê boksê yê sîkleta giran a cîhanê Agît Kabayel e.
Elind Ehmed û Alan Gulabiyê 14 salî yên ku li bajarokê Lechenichê yê nêzîkî bajarê Kolnê yê Almanyayê dijîn, bi serkeftinên xwe yên di kickboksê de navê xwe didin bihîstin.
Elind Ehmedê ku li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û Alan Gulabiyê ku li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê, li kuluba MTC Fighter Teamê ya li Almanyayê rahênanê dikin.
Her du werzişkarên ciwan ên ku hîn 14 salî ne, bi saya xebata xwe ya bidîsîplîn şampiyoniyên girîng û kember bi dest xistin.
Çîroka serkeftinê ya her du werzişkarên ciwan vê hefteyê di bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de hat nîşandan.
Rêya ku di du salan de gihîşt şampiyoniya cîhanê
Elind Ehmedê ku 2 sal in kickboksê dike û ev salek e beşdarî pêşbaziyên fermî dibe, beriya 2 hefteyan di Kupaya Cîhanê de bû şampiyon.
Elindê ku behsa pêvajoya destpêkirina xwe ya bi werzişê re dike, diyar dike ku di destpêkê de nedixwest biçe rahênanan lê bi demê re gelekî ji vê werzişê hez kiriye.
Elind got:
“Di destpêkê de ez hefteyê sê rojan diçûm rahênanê.
Piştre ev hejmar derket çar û pênc rojan.
Paşê min dest pê kir ez her roj diçûm.
Asta min roj bi roj bilind bû û îro ez bûm şampiyonê cîhanê.”
Hevalê wî Alan Gulabî jî bi biryardariyeke bi heman rengî xebitiye û kember û şampiyoniyên girîng bi dest xistine.
Alan dibêje ku ew hefteya heft rojan bê navber rahênanê dike.
Lê li gorî Alan, tiştên ku ew li salonê fêr dibin ne tenê têkoşîna li ser rîngê ne.
Werzişkarê ciwan diyar dike ku rahênerên wan fêrî wan dikin ku ji şerê kolanan dûr bisekinin û xwedî tolerans bin.
Alan wiha axivî:
“Li vir fêrî me dikin ku em li kolanê şer nekin.
Li derveyî salonê jî me teşwîq dikin ku em ji şerê kolanan û nîqaşan dûr bisekinin û xwedî tolerans bin.
Çimkî şerê li kolanê gelekî metirsîdar e.
Ji nişka ve kesek dikare bikeve erdê û serê xwe li cihekî bixe.”
“Roj bi roj bêhtir baweriya xwe bi xwe tînin”
Rahênerê Alman ê her du werzişkarên ciwan diyar dike ku ew ji guherîna di kesayetiya Elind û Alan de ya ku bi demê re çêbûye kêfxweş e.
Rahêner got:
“Ev her du zarok cara yekem dema ku hatin cem min du kesên herî şermok bûn ku min nas dikirin.
Lê her ku vê werzişê dikin, min dît ku dest pê dikin bêhtir baweriyê bi xwe tînin.
Ev guherîn bi taybetî di Alan de gelekî eşkere bû.”
Elind û Alan êdî li kêleka rahênerên xwe alîkariya perwerdeya zarokên din ên li kulubê jî dikin.
Kulub mesrefên pêşbaziyan, cil û berg û amûrên werzişê yên her du werzişkaran dide.
Rahênerên wan hêvî dikin ku her du ciwan bigihîjin asta herî bilind û bibin werzişkarên profesyonel.
Agît Kabayel ji xwe re dikin mînak
Kesê ku her du werzişkarên ciwan ji xwe re dikin mînak, şampiyonê Kurd ê naskirî yê boksê yê sîkleta giran a cîhanê Agît Kabayel e.
Alan xeyal dike ku rojekê wekî Kabayel serkeftinên mezin bi dest bixe û li ser navê Kurdistanê derkeve rîngê.
Elind jî diyar dike ku armanca wî ew e ku wekî Agît Kabayel bibe werzişkarekî wisa ku gelê Kurd pê serbilind be.
Elind wiha got:
“Armanca min jî ew e ku wekî Agît serê Kurdan bilind bihêlim û rojekê li ser navê Kurdistanê têbikoşim. Ez dixwazim Kurd serbilind û bihêz bin û ji ti tiştî netirsin.”
Li pişt serkeftinê rahênana giran û piştgiriya malbatê heye
Li pişt xeyalên mezin ên her du ciwanan tempoyeke giran a xebatê û piştgiriya malbatên wan heye.
Alan îro rojane 3 heta 4 saetan rahênanê dike.
Ew her wiha xwe ji bo kampeke giran a rahênanê jî amade dike ku dê ji saet 09:45ê sibehê heta 21:00ê êvarê biajo.
Alan sira serkeftina xwe bi piştgiriya malbata xwe ve girê dide û dibêje:
“Dayîk û bavê min di her mijarê de alîkariya min dikin û fêrî min dikin ku divê ez çawa tevbigerim. Eger ew nebûna, ez ti carî nedigihîştim vê astê.”




