Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor dê îro di hefteya 13an a Trendyol Super Lîgê de bibe mêhvana Gaziantep FKyê.
Maça ku dê li Stadyuma Gaziantepê bê lîstin saet 19:00an dest pê dike û dê Fatih Tokail hakemtiya wê bike.
Rewşa her 2 tîman a di lîgê de
Amedê di 12 hefteyên borî yên lîgê de 7 serkeftin, 2 wekhevî û 3 têkçûn bi dest xistin û bi 23 puanan di rêza 4an de ye.
Amedspor hefteya borî li mala xwe 2-0 li hemberî Çaykur Rizesporê têk çû û ev yek bû têkçûna wê ya yekem a li qada xwe di vê demsalê de.
Gaziantepsporê di 12 hefteyên borî yên lîgê de 2 serkeftin, 2 wekhevî û 8 têkçûn bi dest xistin û bi 8 puanan di rêza 16an de ye.
Gaziantep FK ku di 7 maçên dawî yên lîgê de têk çûye dixwaze dawî li hesreta xwe ya puanan bîne.
Her du tîm dê di dîroka Super Lîgê de cara yekem bên pêşberî hev.




