Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Jinan a Senharîbê ya Voleybolê ya Dihokê li hemberî tîma Bouchrieheyê ya Libnanê destkeftiyeke dîrokî bi dest xist û cara yekem bû şampiyona Rojavayê Asyayê.
Di maça sêyem a pêşbirkên Şampiyoniya Rojavayê Asyayê de, tîma Senharîbê ya bajarê Dihokê derket pêşberî tîma Bouchrieheyê ya Libnanê û bi encama 3-0an bi ser ket.
Rêya ber bi şampiyoniyê ve
Tîma Dihokê di maça xwe ya yekem a şampiyoniyê de li hemberî tîma Erebî ya Qeterê lîstibû û piştî têkoşîneke dijwar 3-2 bi ser ketibû.
Piştî wê maçê, tîma Kurdistanî asteke gelekî bilind nîşan da û hemû rikeberên xwe li pey xwe hiştin.
Di maça duyem a tûrnûvayê de jî tîma Senharîbê bi tîma Qelemûnê ya Libnanê re lîst û bi 3 setên bêbersiv (3-0) serkeftin tomar kir.
"Em bi duyemîniyê razî nabin"
Beriya lîstina maça fînalê, rahênerê tîma Senharîbê Hekar Birqî ji Rûdaw Sportsê re axivîbû û gotibû:
"Em bi pileya duyemîn razî nabin. Çavê me li şampiyoniyê ye.
Çend saetên din nûçeyeke xweş dê bigihîje Herêma Kurdistanê û Senharîb dê bibe şampiyon."
Maç dest pê kir û tîma Senharîbê wekî her du maçên borî asteke gelekî baş nîşan da û rikebera xwe matmayî hişt.
Di seta yekem de tîma Kurdistanî bi cudahiya 3 xalan bi encama 25-22yan bi ser ket û pêş ket.
Di seta duyem de jî pêşengiya xwe domand û bi 25-19an xwe zêdetir nêzîkî şampiyoniyê kir.
Di seta sêyem de asta tîma Libnanê daket. Tîma Senharîbê bi moreleke bilind lîstika xwe domand, ew set jî bi 25-19an bi dawî kir û bi 3-0an serkeftin misoger kir.
Pîrozbahiya Parêzgarê Dihokê
Bi vê encamê re tîma Senharîbê di dîroka voleybola Îraq û Kurdistanê de bû tîma yekem ku Kupaya Şampiyoniya Rojavayê Asyayê dibe mala xwe.
Tîmê hemû maçên xwe yên di vê tûrnûvayê de bi serkeftin temam kirin.
Piştî bidawîhatina maçê û wergirtina kûpayê, Parêzgarê Dihokê Elî Teter li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên Rûdaw Sportsê parve kirin û peyamek weşand.
Elî Teter di peyama xwe de got, "Ez tenê vê dibêjim: Em bi we serbilind in tîma Senharîbê ya Dihokê, şampiyona Rojavayê Asyayê!"



