Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke ku ji Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û çend berpirsên din pêk dihat ji bo civînên li gel berpirsên bilind ên Sûriyeyê li Şamê ye.
Rûdawê ji sê çavkaniyan agahî bi dest xistine ku ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê pêşniyara postan hatiye kirin.
Sê çavkaniyên agahdar ên li ser civînan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînan de hatiye pêşniyarkirin Mezlûm Ebdî bibe Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer.
Wan çavkaniyan her wiha da zanîn ku ji bo Îlham Ehmedê jî pêşniyar hatiye kirin ku di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Sûriyeyê de cih bigire.
Heta niha ev nûçe bi awayekî fermî û eşkere nehatiye piştrastkirin û nayê zanîn ka dê van her du kesayetên navdar ên Rêveberiya Xweser van postan qebûl bikin yan na.
Zimanê Kurdî û pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê
Yek ji wan mijarên din ên ku di civînên berpirsên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de li ser hatiye axaftin, mijara xwendina bi zimanê Kurdî û pêgeha Kurdan a li wî welatî ye.
Çavkaniyeke Rûdawê got, şandeyê xwestiye ku beşeke zêde ya waneyan li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bin.
Her wiha hatiye gotin ku girîng e zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî were naskirin.
Heta niha ne zelal e ku dê her du alî li ser vê mijarê li ser çi li hev bikin lê Şamê tekez kiribû ku divê beşeke zêde ya waneyan bi Erebî bin.
Peymana 29ê Kanûna Paşîn çi ye?
Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re de gotibû, eger peymana 29ê meha Kanûna Paşîn "di asta daxwazên me de nebe jî, pêgehekê ji bo Kurdan di nav dewleta Sûriyeyê de ava dike" û ew dê hemû hewlên xwe bidin ku bi ser bikeve.
Piştî ku 8ê Kanûna Paşîn hêzên Artêşa Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê û paşê êrişî herêmên di bin kontrola HSDyê de kir, 29ê heman mehê peymanek îmze kir û şer hat rawestandin.
Ev yek li gorî peymaneke giştî û lihevtêgihiştinekê ya li ser pêvajoya tevlîkirina rêzên hêzên leşkerî û birêvebiriyên her du aliyan bû ku wekî Peymana 29ê Kanûna Paşîn tê naskirin.
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed du kesayetên navdar ên Rêveberiya Xweser bûn.
Mezlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Îlham Ehmed jî Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser bû.



