Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Celadet Alî Bedirxan a li Şama paytexta Sûriyeyê dest bi kursên fêrkirina zimanê Kurdî kir.
Navend 13ê Çiriya Paşîn hat vekirin û heta niha 15 kesan ji bo kursan navê xwe tomar kiriye.
Temenê fêrxwazan di navbera 20 û 60 salî de ye û welatiyên Ereb jî tevlî kursan dibin.
Alîkara Birêvebira Navenda Celadet Alî Bedirxan Buşra Mistefa Silêman bû mêvana bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Buşra Mistefa Silêmanê da zanîn ku pêkhateyên cuda yên bajêr pêşwaziyeke baş li kursan dikin.
Buşra Mistefa Silêmanê li ser asta fêrxwazan got:
“Hinek ji wan alfabeya Kurdî dizanin û hinek jî ji sifirê dest pê dikin.
Di nava wan de Kurdên ku li malê bi Erebî axivîne û dixwazin zimanê dayîkê hîn bibin hene.
Her wiha kesên ji pêkhateya Ereb jî hene ku dixwazin Kurdî fêr bibin.”
Sîstema perwerdeyê
Li gorî birêvebiriya navendê, sîstema perwerdeyê ji 3 astan pêk tê û her astek ji 8 beşan pêk tê.
Ev beş rêziman, xwendin, nivîsandin, guhdarîkirin û çareserkirina pirsan li xwe digirin.
Buşra Silêmanê diyar kir ku armanca wan ne tenê parastina Kurdî ya di nava Kurdan de ye, belavkirina hişyariya li ser ziman, çand û hunera Kurdî ya di nava hemû pêkhateyên civaka Şamê de ye.
Wê her wiha anî zimên ku ew di paşerojê de plan dikin kursên bîrkarî, zanistî, govend, muzîk û şanoyê vekin û ji bo dibistanên Şamê mamosteyan perwerde bikin.
Navenda Celadet Alî Bedirxan
Navend bi navê Mîr Celadet Alî Bedirxan (1893–1951) hatiye binavkirin.
Wî alfabeya Latînî ya Hawarê ji bo Kurmancî çêkir, sala 1932yan kovara Hawarê derxist û sala 1951ê li Şamê koça dawî kir.
Li aliyê din, li Rojavayê Kurdistanê xwendekarên Kurd biryara hikûmeta Şamê rexne dikin.
Xwendekar dibêjin 3 demjimêrên hefteyê têrê nake û dixwazin zimanê Kurdî di destûrê de li kêleka Erebî cih bigire.


