Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê di 2 êrişên cuda de 4 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê diyar kir ku li ser rêya Selemiye-Esriyayê dewriyeyeke "Ewlehiya Rêyan" bûye armanca êrişa çekdarên nenas.
Ev rê dikeve navbera parêzgehên Hims û Reqayê. Li gorî zanyariyan, di vê êrişê de 3 endamên ewlehiya rêyan hatin kuştin.
Li Hemayê jî êrişek hat kirin
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê her wiha got:
"Li gundewarê rojhilatê Hemayê jî êrişeke din li dijî endamên hêzên ewlehiya rêyan hat kirin.
Di encama vê êrişê de jî karmendekî ewlehiyê hat kuştin."
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Elbaba li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.
Nûredîn Elbaba di daxuyaniya xwe de got:
"Em bi xem û kovaneke mezin şehadeta 4 birayên xwe yên karmendên ewlehiya rêyan radigihînin ku li gundewarê Hemayê di encama êrişa li ser 2 dewriyeyên xwe de canê xwe ji dest da."
Elbaba destnîşan kir ku dê ev tawan wan ji şopandina tawanbaran û radestkirina wan a ji bo dadgehê venegerîne.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê her wiha tekez kir ku ev bûyer dê israra wan a ji bo bicihanîna erka parastina asayîşa welatiyan û canê wan zêdetir bike.



